Jimar 28
[1] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[2] «E'mirî zar'êd Îsraêl ke û bêje wan: Haş ji xwe hebin ku qurbana min, nanê minî bona dîyarîya mine şewatêye bînxweş, we'deda bidin.
[3] Û bêje wan: Va ye dîyarîya şewatê ku hûn gere Xudanr'a bidin: du berxêd yek salîye bê qusûr her r'oj, bona dîyarîya t'evayîşewatê her t'im bidin.
[4] Berxekî sibehê bidin û berxê duda jî berê êvarê bidin
[5] û çawa dîyarîya nanî p'areke ji deha p'arê êfayê arê xas, t'evî p'areke ji çar p'arê hînê r'ûnê lêdayîda, stirayî bide.
[6] Eva dîyarîya t'evayîşewatêye her t'im e, mîna ya ku li ç'îyayê Sînayê Xudanr'a çawa dîyarîya şewatêye bînxweş hatibû dayînê.
[7] Ev e dîyarîya serdakirina wê: P'areke ji çar p'arê hînê şerav bona her berxî li cîyê pîroz çawa dîyarîya serdakirinê bira Xudanr'a bê r'êtinê.
[8] Berxa duda t'evî dîyarîya nanî û t'evî dîyarîya serdakirinê mîna ya sibehê li berê êvarê bidin. Wê çawa dîyarîya şewatêye bînxweş Xudanr'a bidin.
[9] Li r'oja şemîyê du berxêd yek salîye bê qusûr t'evî p'areke çapêye ji deha dudu arê xasî r'ûnda stirayî çawa dîyarîya nanî û dîyarîya wêye serdakirinê bidin.
[10] Eva dîyarîya t'evayîşewatêye her şemî ye, li ser dîyarîya t'evayîşewatêye her t'imr'a û dîyarîya wêye serdakirinêr'a.
[11] Serê her mehêd xwe Xudanr'a çawa dîyarîya t'evayîşewatê: Du canega, beranekî, h'eft berxêd yeksalîye bê qusûr bidin.
[12] P'areke çapêye ji deha sisê arê xasî r'ûnda stirayî bona her canegakî, çawa dîyarîya nanî û p'areke çapêye ji deha dudu arê xasî r'ûnda stirayî bona berên çawa dîyarîya nanî bidin.
[13] P'areke çapêye ji deha yek arê xasî r'ûnda stirayî bona her berxî çawa dîyarîya nanî bidin. Eva dîyarîya t'evayîşewatêye bînxweşe, dîyarîya şewatê ye Xudanr'a.
[14] Eva dîyarîya serdakirina wê ye: Nîv hîn şerav bona canegê, p'areke hînê ji sisîya yek bona berên û p'areke hînê ji çara yek bona berxê bidin. Eva dîyarîya t'evayîşewatêye mehê ye bona her mehê salê.
[15] Nêrîkî bona dîyarîya paqijbûnê Xudanr'a bidin, li ser dîyarîya t'evayîşewatêye her t'imr'a û dîyarîya wêye serdakirinêr'a.
[16] Çardehê meha yekê r'oja Cejina Derbazbûnê ye bona Xudan.
[17] Û panzdehê wê mehê jî cejin e. H'eft r'oja hûn gere nanê şkeva bixwin.
[18] R'oja e'wlin civata pîroz e, t'u şixulî nekin.
[19] Dîyarîya şewatê, dîyarîya t'evayîşewatê Xudanr'a bidin, awa gotî, du canega, beranekî û h'eft berxêd yeksalî. Ew gere bê qusûr bin.
[20] Û usa jî dîyarîya wane nanî ji arê xasî r'ûnda t'evdayî. P'areke çapêye ji deha sisê bona canega û p'areke çapêye ji deha dudu bona berên,
[21] p'areke çapêye ji deha yek bona wan her h'eft berxî bidin.
[22] Usa jî nêrîkî çawa dîyarîya paqijbûnê bona afûkirina xwe bidin.
[23] Vê gere li ser dîyarîya t'evayîşewatêye sibehêr'a, awa gotî dîyarîya t'evayîşewatêye her t'imr'a bidin.
[24] Her r'oj ji wan h'eft r'oja ha bikin. Ev nanê dîyarîya şewatêyî bînxweş e Xudanr'a. Wê li ser dîyarîya t'evayîşewatêye her t'imr'a û dîyarîya wêye serdakirinêr'a bidin.
[25] Û r'oja h'efta dîsa wer'a civata pîroz be. T'u şixulî nekin.
[26] Li r'oja deremetêd pêşin jî gava hûn dîyarîya nanê e'wlin Xudanr'a wextê Cejina H'eftîya bînin, bira wer'a dîsa civata pîroz be, t'u şixulî nekin.
[27] Hûn gere dîyarîya t'evayîşewatê çawa dîyarîya bînxweş Xudanr'a bidin, awa gotî: Du canega, beranekî û h'eft berxêd yek salî.
[28] Û usa jî dîyarîya wane nanîye ji arê xasî r'ûnda stirayî: P'areke çapêye ji deha sisê bona her canegayî, p'areke çapêye ji deha dudu jî bona berên,
[29] p'areke çapêye ji deha yek jî bona her h'eft berxa bidin.
[30] Nêrîkî jî bona k'ewandina xwe bidin.
[31] Vê û dîyarîya wêye serdakirinê li ser dîyarîya t'evayîşewatêye her t'imr'a û dîyarîya wêye nanîr'a bidin. Ew gere bê qusûr bin.