Jimar 22
[1] Zar'êd Îsraêl r'êk'etin û li deştêd Mowabda alîyê r'ohilata Ûrdunê, pêşberî Erîhayê zomêd xwe lêdan.
[2] Wê hingê Balaqê kur'ê Sîpor ev h'emû çi ku Îsraêl anî ser emorîya dît.
[3] Mowab gelekî ji Îsraêl tirsîya, çimkî ew bê h'esab bû. R'ûyê zar'êd Îsraêlda Mowab xofê da bû.
[4] Û Mowab gote r'ûspîyêd Midyanê: «Ev cime'ta han her çi ku dora me heye wê bixwe, çawa ku dewar gîhayê çolê leber dike». Balaqê kur'ê Sîpor jî wê hingê p'adşê Mowabê bû.
[5] Ewî qasid şandine li cem Bilamê kur'ê Beûr li Pit'orê, ku devê ç'emê Firatê ye, e'rdê Binê-E'moda gazî wî kir, got: «Va ye, miletek ji Misirê derk'etîye, r'ûyê e'rdê îdî nixamtîye û ew pêşberî min cî-war bûye.
[6] Awa ji k'erema xwe were bona xatirê min nifir'a li wî miletî bike, çimkî ew ji min qewattir e, belkî ezê hingê bikaribim zora wî bibim û ber'dimê ji e'rdê xwe derxim. Çimkî ez zanim duayê te duaye, nifir'a te jî nifir'e».
[7] R'ûspîyêd Mowabê û r'ûspîyêd Midyanê bi p'êşk'êşêd bona sêrbazîyê destêd wanda çûn. Hatine li cem Bilam û xeberêd Balaq wîr'a gilî kirin.
[8] Ewî gote wan: «Îşev li vir bimînin, ezê caba we bidim çawa ku Xudan minr'a bêje». Wek'îlêd Mowabê cem Bilam man.
[9] Xwedê hate cem Bilam, got: «Ev merivêd hane cem te, k'î ne?»
[10] Bilam gote Xwedê: «Balaqê kur'ê Sîpor p'adşê Mowabê ev xeber minr'a şandine:
[11] Va ye miletek ji Misirê derk'etîye û r'ûyê e'rdê nixamtîye. Awa were bona min nifir'a li wî bike, belkî ezê bikaribim miqabilî wî bikime şer' û berî wî dim».
[12] Xwedê gote Bilam: «T'evî wan neçe, nifir'a li wî miletî neke, çimkî ew mileta buhurtî ye».
[13] Bilam sibehê r'abû û gote wek'îlêd Balaq: «Her'ine welatê xwe, çimkî Xudan îzina min ne da ku t'evî we bêm».
[14] Wek'îlêd Mowabê r'abûn hatine li cem Balaq û gotin: «Bilam qayl nebû t'evî me bê».
[15] Balaq dîsa ji wan gelektir û ji wan qedirtir wek'îl şandin.
[16] Ew hatine li cem Bilam û gotinê: «Balaqê kur'ê Sîpor ha got: Ji k'erema xwe, t'exsîr neke, were,
[17] ezê qedir-hurmeteke mezin bona te bikim û çi ku bêjî ezê bikim, t'enê were bona min nifir'a li vî miletî bike.
[18] Bilam caba berdestîyêd Balaq da û got: «Dixwazî Balaq mala xwe t'ijî zêr' û zîv bide min ez nikarim ser gotina Xudan Xwedêyê xwer'a derbaz bim ku tiştekî biç'ûk yan mezin bikim.
[19] Lê hûn jî îşev li vir bimînin û ezê bizanibim k'a Xudan wê îdî çi bêje min».
[20] Xwedê şev hate li cem Bilam û gotê: «Heger ev merivana hatine gazî te dikin, r'abe t'evî wan her'e, lê t'enê çi ku ezê ter'a bêjim wê bike».
[21] Bilam sibehê r'abû t'êr'a k'era xwe girêda û t'evî wek'îlêd Mowab çû.
[22] Gava Bilam diçû hêrsa Xudan r'abû û milyak'etê Xudan li ser r'ê çawa p'êxem sekinî. Bilam jî k'era xwe dajot, her du xulamêd wî jî t'evî wî bûn.
[23] K'er milyak'etê Xudan dît, ku li ser r'ê sekinî şûrê wî jî te'zî dêstda, hingê k'er ji r'ê dager'îya û k'ete deştê. Bilam k'erê dixist ku derxe ser r'ê,
[24] milyak'etê Xudan li şiver'îya nava baxêd tirîyada sekinîbû, vî alî dîwar bû, wî alî dîwar bû.
[25] K'erê ku milyak'etê Xudan dît, xwe dîwêrva guhaşt û nigê Bilam jî dîwêrva hate guhaştinê, ewî dîsa lê xist.
[26] Milyak'etê Xudan jî pêşda çû û cîkî usa teng sekinî ku r'ê t'une bû ne r'ast veger'înine ne jî ç'ep.
[27] Gava k'erê milyak'etê Xudan dît bin Bilamda mer'ixî, hêrsa Bilam jê r'abû û ewî k'er da li ber şiva.
[28] Hingê Xudan zarê k'erê vekir û ewê gote Bilam: «Min çi li te kirîye wekî eva sê car e tu min dixî?»
[29] Bilam gote k'erê: «Çimkî te ez kirime pêk'enî, heger destê minda şûr hebûya minê hema niha jî tu bikuştayî».
[30] K'erê gote Bilam: «Ez ew k'era te nînim ku tu t'emamîya e'mirê xweda h'eta r'oja îro lê sîyar dibî? Qet bûye wekî ez ha bînime serê te?» Ewî got: «Na».
[31] Hingê Xudan ç'e'vêd Bilam vekir û ewî milyak'etê Xudan li ser r'ê, şûrê te'zî destê wîda sekinî dît, ta bû û dever'ûya çû.
[32] Milyak'etê Xudan gote wî: «Bona çi eva sê car e ku tu k'era xwe dixî? Va ye ez ber te bûme p'êxem, çimkî r'îya te li ber min ne r'ast e.
[33] K'erê ez dîtim û sê cara ji r'îya xwe dager'îya. Heger ewa ji r'ê daneger'îya, min niha e'se tu kuştibûyî û ewa sax hiştibû».
[34] Bilam gote milyak'etê Xudan: «Min gune kir, çimkî min nizanibû ku tu yî li ser r'ê pêşberî min sekinî. Awa, heger ev yek li ber te xweş nayê, ezê paşda veger'im».
[35] Milyak'etê Xudan gote Bilam: «T'evî van meriva her'e lê t'enê çi ku ezê bêjime te wê bêje». Bilam t'evî wek'îlêd Balaq çû.
[36] Gava Balaq bihîst wekî Bilam tê, derk'ete pêşîya wî li Îr-Mowabê, ew li ser lêva sînorê Arnonê ye.
[37] Balaq gote Bilam: «Ne min şandine pey te gazî te kir, tu çima ne dihatî cem min? Dibe ez nikaribim bin qencîya te derêm?»
[38] Bilam gote Balaq: «Va ye ez hatime li cem te, lê ez nikarim xwe serê xwe xeber dim. Çi ku Xudan dayne li ser zarê min wê jî ezê bêjim».
[39] Bilam t'evî Balaq çûne Qîryat-Hûsotê.
[40] Balaq pez û dewar kirine qurban, Bilam û wek'îlêd t'evî wîr'a şandin.
[41] Û sibehê Balaq Bilam hilda û ew hilk'işîyane li ser Bamot'-Bae'l û ji wir Bilam p'areke cime'ta Îsraêl dît.