Skip to content
Opens in a new window

Jimar 27

[1] Qîzêd Silofh'adê H'êferê kur'ê Gîle'dê Maxîrê kur'ê Minaşeyê ji malbeta Minaşeyê kur'ê Ûsiv hatin. Ev bûn navêd wan: Mah'la, Noha, H'ogla, Mîlk'a û T'îrsa.

[2] Evana li ber Mûsa, Êlazarê k'ahîn, serwêra û temamîya civînê li ber derê Konê Civînê sekinîn û gotin:

[3] «Bavê me ber'îyêda mir, lê ew ne nava wê k'omêda bû, k'îjan ku miqabilî Xudan civîya bûn, awa gotî civîna Qorax. Lê bona gunê xwe mir û kur'êd wî t'unebûn.

[4] Çima navê bavê me ji nava malbeta wî gere bê hildanê, wekî kur'êd wî t'unene? Ji nava birayêd bavê me, milk' bide me».

[5] Mûsa şixulê wan danî li ber Xudan.

[6] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[7] «Qîzêd Silofh'ad r'ast dibêjin. Milk' bide wan ji nava birayêd bavê wanda ku war bin, awa gotî warê bavê wan derbazî ser wan ke.

[8] Û zar'êd Îsraêlr'a xeber de, bêje: ‹Gava yek bimire û kur'ê wî t'une be, hingê warê wî bira derbazî qîza wî be.

[9] Lê heger qîz jî t'une, hingê warê wî bidine birayêd wî.

[10] Lê heger bira jî t'unene, hingê warê wî bidine apêd wî.

[11] Lê heger ap jî t'unene, hingê warê wî bidine pismamê wîyî nêzîk ji malbeta wî ku ew lê war be. Bira ev bona zar'êd Îsraêl bibe qeyde-qanûna heqîyê, çawa ku Xudan e'mirî Mûsa kir›».

[12] Xudan gote Mûsa: «Hilk'işe li ser vî ç'îyayê hanî ji ç'îya-banîyêd Abarîm û dîna xwe bide wî e'rdê ku ezê bidime zar'êd Îsraêl.

[13] Û gava wî bibînî, hingê tê jî her'î bigihîjî cime'ta xwe, mîna Harûnê birê xwe.

[14] Çimkî we ber'îya Sînêda guhdarîya min nekir, dema qalme-qalma civînê, ser avê we pîrozîya min li ber ç'e'vêd wan ne da k'ifşê». (Eva avêd Mêrîbahê ne li Qadêşê ber'îya Sînda).

[15] Mûsa Xudanr'a xeberda û got:

[16] «Bira Xudan Xwedêyê r'uh'ê her bedenî li ser vê civînêr'a merivekî k'ifş ke,

[17] wekî r'êberîyê wan bike û ç'e'vê wî ser k'etin û derk'etina wan be, ku civîna Xudan nebe mîna pezê bê şivan».

[18] Xudan gote Mûsa: «Xwer'a Yêşûyê kur'ê Nûn, merivê ku R'uh'ê min têda ye, hilde. Destê xwe dayne li ser wî,

[19] wî li ber Êlazarê k'ahîn û li ber t'emamîya civînê bide sekinandin û li ber ç'e'vêd wan wî k'ifş ke.

[20] Ji serwêrîya xwe bide wî ku t'emamîya civîna zar'êd Îsraêl guh bide wî.

[21] Ew gere li ber Êlazarê k'ahîn bisekine. Êlazarê bona wî qirara Ûrîm li ber Xudan bipirse. Anegorî wê qirarê ew gere derk'evin û anegorî wê ew gere bên, ew û t'emamîya zar'êd Îsraêl awa gotî t'emamîya civînê».

[22] Û Çawa ku Xudan e'mir li Mûsa kiribû, ewî usa jî kir. Ewî Yêşû hilda û ew li ber Êlazarê k'ahîn û t'emamîya civînê da sekinandinê.

[23] Mûsa destêd xwe danîne li ser wî û ew k'ifş kir, çawa ku Xudan pê Mûsa gotibû.

Jimar — Chapters