Jimar 16
[1] Qoraxê kur'ê Îsharê kur'ê Qohat'ê ji zur'eta Lêwî, xwer'a Dat'an û Abîramê kur'êd Elyab û Onê kur'ê Peletê ji zur'eta R'ûbên hildan
[2] û t'evî dusid pêncî merivêd ji zar'êd Îsraêle serwêrêd civînê, bijartîyêd civînê û merivêd nav û deng miqabilî Mûsa r'abûn.
[3] Li ser Mûsa û Harûn k'om bûn û gotine wan: «Bes e îdî wer'a! T'emamîya civînê, h'emû jî pîroz in û Xudan li nava wanda ye. Lê çima hûn xwe li ser civîna Xudanr'a digirin?»
[4] Mûsa bihîst û dever'û k'et.
[5] Mûsa Qorax û t'emamîya civîna wîr'a xeberda û got: «Sibê Xudan wê e'yan ke, k'î p'ara wî ye û k'î pîroz e, ewê nêzîkî xwe ke. K'îjanî ku ew bibijêre, wî jî wê nêzîkî xwe ke.
[6] Niha vê yekê bikin: Qorax û t'emamîya civîna wî xwer'a agirdanga hildin,
[7] sibê agir wanda daynin û bixûrê li serda kin daynine li ber Xudan. Ew merivê ku Xudan bibijêre ew e pîroz. Bes e wer'a îdî, zar'êd Lêwî!»
[8] Mûsa gote Qorax: «Niha bibihên zar'êd Lêwî,
[9] Gelo ev yek wer'a hindik e, ku Xwedêyê Îsraêl hûn ji civîna Îsraêl başqe kirin û hûn nêzîkî xwe kirin, bona xebata Pîrozgeha Xudan bikin û li ber civînê bisekinin, xizmetk'arîya wan bikin?
[10] Tu û h'emû birayêd teye kur'êd Lêwî t'evî te nêzîkî xwe kirin, lê hûn niha de'wa k'ahîntîyê jî dikin?
[11] Lema tu û h'emû civîna xweva miqabilî Xudan civîyan ne, Harûn k'î ye, wekî hûn bîna xwe li wî teng dikin?»
[12] Û Mûsa şand ku gazî Dat'an û Abîramê zar'êd Elyab kin. Lê wana got: «Em nayên!
[13] Gelo bes nîne, te em ji welatê ku şîr û hingiv jê dik'işîya derxistin, ku me ber'îyêda qir' kî, serda jî hê dixwazî serwêrîya me bikî?
[14] Te em ne birine li e'rdê ku şîr û hingiv jê dik'işe, ne jî em kirine xweyê warê k'ewşen û baxê tirîya. Tu dixwazî ç'e'vêd van meriva derxî? Em nayên!»
[15] Hingê hêrsa Mûsa r'abû û gote Xudan: «Dîna xwe nede dîyarîya wan! Min qet k'erek jî ji wan hilneda ye û xirabî ji li wan t'u kesî nekirîye».
[16] Mûsa gote Qorax: «Tu û t'emamîya civîna xweva sibê li ber Xudan bisekinin, tu, ew û Harûn.
[17] Her kes bira agirdanga xwe hilde, bixûrê dayne li ser û bîne li ber Xudan. Her kes agirdanga xwe, awa gotî dusid pêncî agirdangî, usa jî tu û Harûn her kes bi agirdanga xwe».
[18] Wana her kesî agirdanga xwe hildan agir wanda danîn, bixûr ser wanda kirin û li ber derê Konê Civînê t'evî Mûsa û Harûn sekinîn.
[19] Û Qorax li ber derê Konê Civînê, miqabilî wan t'emamîya civînê t'op kir. Hingê r'ûmeta Xudan t'emamîya civînêva xuya bû.
[20] Xudan Mûsa û Harûnr'a xeberda û got:
[21] «Ji nava vê civînê xwe xewle kin, ku ez nişkêva k'ewa wan bînim».
[22] Lê ewana dever'û k'etin û gotin: «Ya Xwedê, Xwedêyê r'uh'ê her bedenê! Merivekî gune kir hêrsa xwe h'emû civînê r'adikî?»
[23] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[24] «Vê civînêr'a xeber de û bêjê: Ji dora konê Qorax, Dat'an û Abîram dûr k'evin».
[25] Mûsa r'abû çû cem Dat'an û Abîram, r'ûspîyêd Îsraêl jî pey wî çûn.
[26] Ewî civînêr'a xeberda got: «Ji konêd van merivêd hane neheq dûr k'evin û dest nedine t'u tiştêd wan, wekî r'ûyê guneyêd wanda neyêne r'aqetandinê».
[27] Ew ji dora konê Qorax, Dat'an û Abîram dûr k'etin. Dat'an û Abîram jî derk'etin û li ber derê konêd xwe t'evî jinêd xwe, zar'êd xwe û biç'ûkêd xwe sekinîn.
[28] Mûsa got: «Bi vê yekê hûnê bizanibin ku Xudan ez şandime h'emû van kirina bikim, ku ez xwe serê xwe nakim.
[29] Heger evana bi mirina ku h'emû meriv dimirin bimirin û feleka wan mîna feleka h'emû meriva be, wekî usa ne Xudan ez ne şandime.
[30] Lê heger Xudan tiştekî nebûyî bîne serê wan: E'rd devê xwe veke wan û h'emû tiştêd wan h'ûfî xwe ke û ew saxe-sax bik'evine Dîyarê Mirîya. Hingê hûnê bizanibin wekî van merivana Xudan t'exsîr kirin».
[31] Gava Mûsa ev h'emû xeber ser hevda anîn, e'rdê bin wanda qelişî.
[32] E'rdê devê xwe vekir û ew, malêd wan, h'emû merivêd Qorax û h'emû hebûka wan h'ûfî xwe kir.
[33] Ew û h'emû tiştêd wan saxe-sax k'etine Dîyarê Mirîya, e'rdê ew nixamt û ew ji nava civînê hatine hildanê.
[34] T'emamîya Îsraêle dor-berê wan ji dengê wan r'evî, got: «Nebe ku e'rd me jî h'ûfî xwe ke!»
[35] Usa jî agir ji Xudan derk'et û ew dusid pêncî merivêd ku bixûr anîbûn şewitand.
[36] Hingê Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[37] «Bêje Êlazarê kur'ê Harûnê k'ahîn bira agirdanga ji nava êgir hilde û k'ozîyê jî bir'êje, çimkî ew hatine pîrozkirinê.
[38] Agirdangêd van kesêd ku r'ûyê gunê xweda mirin, bira bikine belgêd pe'nkirî bona kiraskirina gorîgehê, çimkî wana ew nêzîkî Xudan kiribû û ew pîroz bibûn. Ewê bibine nîşan bona zar'êd Îsraêl».
[39] Êlazarê k'ahîn ew agirdangêd sifire ku wan merivêd şewitî dabûn, hildan û ew pe'n kirin bona kiraskirina gorîgehê,
[40] çawa bîranîn zar'êd Îsraêlr'a, bona ewê xerîb, yê ku ne ji r'ik'inyata Harûn e nêzîk nebe ku bixûrê li ber Xudan vêxe. Wekî usa neyê serê wî çawa ku hate serê Qorax û civîna wî, çawa ku Xudan bi destê Mûsa gotibû wî.
[41] R'ojtira dinê t'emamîya civîna zar'êd Îsraêl bîna xwe li Mûsa û Harûn teng kirin, gotin: «We cime'ta Xudan kuşt».
[42] Û gava civîn miqabilî wan civîya Mûsa û Harûn berê xwe dane Konê Civînê, va ye e'wr ew nixamtîye û r'ûmeta Xudan xuya bûye.
[43] Mûsa û Harûn hatine li ber Konê Civînê,
[44] Hingê Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[45] «Ji nava vê civînê derên û ezê nişkêva k'ewa wan bînim». Ew dever'û k'etin.
[46] Mûsa gote Harûn: «Agirdangê hilde, agirê li ser gorîgehê bide ser, bixûrê serda ke û zû her'e nava civînê û bona wan k'ewandinê bike. Çimkî hêrsa Xudan r'abû, xezebê destpêkir!»
[47] Anegorî xebera Mûsa, Harûn agirdang hilda û r'evî nava civînê, va ye xezebê nava miletda îdî destpêkirîye. Ewî bixûr kire ser û bona milet k'ewandin kir.
[48] Harûn li nava mirîya û zêndîya sekinî û xezeb seqir'î.
[49] Ji dest xezebê 14700 merî mirin, xêncî ewêd ku r'ûyê Qoraxda mirin.
[50] Pey wê yekêr'a ku xezeb seqir'î, Harûn veger'îya li cem Mûsa li ber derê Konê Civînê.