Jimar 23
[1] Bilam gote Balaq: «Minr'a li vir h'eft gorîgeha çêke, h'eft canega û h'eft berana li vir minr'a hazir ke».
[2] Balaq anegorî gotina Bilam kir. Balaq û Bilam li ser her gorîgehê canegak û beranek dan.
[3] Bilam gote Balaq: «Tu ber t'evayîşewatê xwe be, ezê her'im, belkî Xudan minva xuya be û çi ku ew minva e'yan ke ezê ter'a bêjim kim». Û ew çû serê t'apekî xikî-xwelî.
[4] Xwedê Bilamva xuya bû û Bilam gote wî: «Min h'eft gorîgeh çêkirine, canegak û beranek li ser her gorîgehê daye».
[5] Xudan xeber danî li ser zarê Bilam gotê: «Veger'e li cem Balaq ha bêjê».
[6] Ew veger'îya li cem Balaq, va ye, ew t'evî h'emû wek'îlêd Mowabê li ber t'evayîşewatê xwe sekinîye.
[7] Bilam mesela xwe pêşda anî û got: «Balaq ez ji Aramê anîm, p'adşê Mowabê ez ji ç'îyayêd r'ohilatê: Were minr'a nifir'a li Aqûb bike, were li Îsraêl hilê!
[8] Ezê çawa nifir'a lê bikim, wekî Xwedê nifir' lê nekir? Ezê çawa lê hilêm, wekî Xudan lê hilnehat?
[9] Çimkî ez ji ser serê qeyêva dibînim, ji ser girava ez wî dinihêr'im, va ye, miletek başqe dijî, û minetê t'u miletî nagire.
[10] K'ê dikare t'oza Aqûb h'esab ke, yan axa Îsraêl bijmire? Xwezî nefsa min bi mirina r'asta bimire, xwezî axirîya min mîna ya wan be!»
[11] Balaq gote Bilam: «Te çi anî serê min? Min tu derxistî li vir ku nifir'a li dijminêd min bikî, lê tu bimbarek dikî!»
[12] Bilam caba wî da û got: «Çi ku Xudan datîne li ser zarê min ez gere t'enê wê bêjim!»
[13] Balaq gote wî: «Ji k'erema xwe t'evî min were cîkî din, tê wî ji wir bibînî. Tê t'enê p'areke wî bibînî lê t'emamîya wî tê nebînî, ji wir tê minr'a nifir'a lê bikî».
[14] Û Balaq ew bire li deşta Sofîmê li ser serê Pîsgayê û h'eft gorîgeh çêkirin. Canegak û beranek li ser her gorîgehê da.
[15] Ewî gote Balaq: «Li vir ber t'evayîşewatê xwe bisekine ezê jî li wir r'astî Xudan bêm».
[16] Xudan Bilamva xuya bû û xeber danî li ser zarê wî gotê: «Veger'e li cem Balaq ha bêjê».
[17] Bilam hate li cem Balaq, va ye, ew t'evî wek'îlêd Mowab li ber t'evayîşewatê xwe sekinîye. Balaq gote wî: «Xudan çi got?»
[18] Bilam mesela xwe pêşda anî û got: «R'abe Balaq û bibihê, guh bide min kur'ê Sîpor!
[19] Xwedê ne însan e ku derewa bike, ne jî benî Adem e ku p'oşman be. Ewî got wê neke? Xeber da wê neyne sêrî?
[20] Va ye, min e'mir stand ku bimbarek kim. Xwedê bimbarek kir ez nikarim biguhêzim.
[21] Neheqî li nava Aqûbda ne dîtîye, xem li nava Îsraêlda k'ifş nekirîye. Xudan Xwedêyê wî t'evî wî ye, şabûna bona p'adşê nava wî ye.
[22] Xwedê ew ji Misirê derxistin. Qewata wan mîna qewata gayê beyanî ye.
[23] Sêrbazî li nava Aqûbda t'uneye, k'oç'ektî li nava Îsraêlda t'uneye. Niha wê bêjine Aqûb û Îsraêl: «Ku Xwedê çi kir».
[24] Awa milet çawa makeşêr r'adibe û çawa şêr banzdide, p'al nade h'eta t'alên nexwe û xûna yêd kuştî venexwe.
[25] Balaq gote Bilam: «Ne nifir'a li wî bike, ne jî wî bimbarek ke!»
[26] Bilam caba Balaq da û got: «Min eva yeka ne gote te: wekî çi ku Xudan bêje min ezê wê bikim?»
[27] Balaq gote Bilam: «Ji k'erema xwe were ezê te bibime cîkî din, belkî ewê li Xwedê xweş bê û tê ji wir bona min nifir'a li Îsraêl bikî.
[28] Û Balaq Bilam bire li ser serê P'ihorê, ji k'îderê ber'î dihate k'ifşê.
[29] Bilam gote Balaq: «Minr'a li vir h'eft gorîgeha çêke, h'eft canega û h'eft berana li vir minr'a hazir ke».
[30] Balaq anegorî xebera Bilam kir, canegak û beranek li ser her gorîgehê da.