Jimar 5
[1] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[2] «E'mirî zar'êd Îsraêl ke ku h'emûyêd k'otî, h'emûyêd gemar jê diçe û h'emûyêd nepaqij ku dest dane cinyaz ji nava zomê derxin.
[3] Çawa mêr usa jî jin ji zomê derxine der wekî ew zomêd xwe, nava k'îjana ez hêwirîme neh'er'imînin».
[4] Zar'êd Îsraêl xût usa kirin ew ji nava zomê derxistine der. Çawa ku Xudan gotibû Mûsa zar'êd Îsraêl xût usa kirin.
[5] Xudan t'evî Mûsa xeberda û got:
[6] «Bêje zar'êd Îsraêl, heger mêr yan jinek, li ber Xudan bêe'silîyê bike, awa gotî gunekî hindava yekî dinda bike û ew meriv gunê xwe fe'm bike,
[7] bira ew gunê xweyî kirî bide r'ûyê xwe, bira ew ji ber gunê xweva t'am bide û bira çarîka pênca jî serda zêdeke û bide wî li ber k'ê gune kirîye.
[8] Lê heger pismamê wî merivî t'une be ku ji ber guneva bidine wî, hingê dayîna ji ber guneva, digihîje Xudan bona k'ahîn, serda jî beranê gunek'ewandinê, bi k'îjanî gunek'ewandin wê bona wî bê kirinê.
[9] Û h'emû h'edîyêd ji h'emû tiştêd pîroze zar'êd Îsraêl ku ewê bînine li cem k'ahîn, bira p'ara wî be.
[10] Tiştêd pîroze her kesî p'ara k'ahîn in, k'ê çi ku bide wî ew p'ara wî ye».
[11] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[12] «Zar'êd Îsraêlr'a xeber de û bêje wan: Her mêrê ku jina wî ji r'îya xwe derê û hindava mêrê xweda şîrh'elal nîbe,
[13] mêrek serê xwe wêr'a dayne û eva yeka ji mêrê wê veşartî bimîne, lê ew dizîva h'er'imîye, şe'de jî miqabilî wê t'uneye, ew nehatîye girtinê.
[14] Heger r'uh'ê k'umr'eşîyê bê li ser mêrê wê û ew k'umr'eşîyê jina xwe bike, jin jî h'er'imî ye, yan jî heger r'uh'ê k'umr'eşîyê bê li ser wî û ew k'umr'eşîyê jina xwe bike lê jin ne h'er'imîye,
[15] bira mêr jina xwe bîne li cem k'ahîn. Bira bona wê qurbanê bide awa gotî p'arek ji deha êfa arê cehe, lê bira r'ûn ner'êje li ser wê û ne jî bixûrê, çimkî ev dîyarîya nanîye k'umr'eşîyê ye, dîyarîya nanîye bîranînê ye bona e'yankirina neheqîyê.
[16] K'ahîn bira wê bibe û li ber Xudan bide sekinandinê.
[17] K'ahîn bira ava pîroz bike derdana axîn, axa e'rdê Konê Şe'detîyê hilde û bike nava wê avê.
[18] Peyr'a k'ahîn bira jinê li ber Xudan bide sekinandinê û laç'ika serê wê veke , dîyarîya nanîye bîranînê bide destê wê awa gotî dîyarîya nanîye k'umr'eşîyê. Lê destê k'ahînda jî gere ava te'le nifir' kirinê hebe.
[19] K'ahîn gere wê bide sondê û bêje jinê: Heger t'u mêrî serê xwe ter'a danenîye xêncî mêrê te yan heger tu r'îya xwe dernek'etîyî, neh'er'imîyî, tu azayî ji vê ava te'le nifir' kirinê,
[20] lê heger tu ji bin qolê mêrê xwe derk'etîyî, h'er'imîyî û mêrekî din xêncî mêrê te serê xwe ter'a danîye...
[21] (Hingê bira k'ahîn jinê bi sonda nifir'ê bide sondê û bêje jinê) ...bira Xudan te bike nifir' û sond li nava miletê teda, bi dayîna Xudan bet'inê te p'ûç' be û zikê te jî biwerime.
[22] Bira eva ava hane nifir' kirinê bik'eve zikê te wekî zikê te biwerime û bet'inê te jî p'ûç' be. Bira jin jî bêje: Amîn, amîn.
[23] K'ahîn bira van nifir'a li ser k'axazê binivîse û li ava te'lda bişo r'esît ke .
[24] Û ava te'le nifir' kirinê bide jinê ku vexwe, ava nifir' kirinê wê bik'eve zikê wê û wê te'layê pêşda bîne.
[25] Paşê k'ahîn bira ji destê jinê dîyarîya nanîye k'umr'eşîyê hilde, wê dîyarîya nanî li ber Xudan bih'ejîne û wê dayne li ser gorîgehê.
[26] K'ahînê k'ulmekê ji wê dîyarîya nanîye bîranînê hilde û li ser gorîgehê agirşewatî ke û paşê ewê avê li jinê bide vexwarinê.
[27] K'engê ew jinê bi wê avê bide vexwarinê heger ew h'er'imîbe, mêrê xwer'a şîrh'elal nîbûye ew ava nifir' kirinê zikê wêda wê te'layê pêşda bîne û zikê wê wê biwerime, bet'inê wê p'ûç' be û ew jinê li nava miletê xweda bibe nifir' lêbûyî.
[28] Lê heger ew jina ne h'er'imîye, h'elal e, ewê aza be wê bikaribe zar'a bîne».
[29] Eva hînkirina bona k'umr'eşîyê ye, gava jin bin qolê mêrê xwe derê û bih'er'ime,
[30] yan jî heger r'uh'ê k'umr'eşîyê bê li ser mêr û ew k'umr'eşîyê li jina xwe bike û jina xwe bibe li ber Xudan, hingê k'ahînê h'emû anegorî vê hînkirinê bike.
[31] Mêrê bêsûc be ji guna, lê jinê bona gunê xwe sûcdar be.