Skip to content
Opens in a new window

Jimar 34

[1] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[2] «E'mir li zar'êd Îsraêl ke û bêje wan: ‹Ev e e'rdê Kenanê ku sînorêd xweva wê p'ara we k'eve. Gava hûn bik'evine e'rdê Kenanê,

[3] p'ara weye başûrê wê ji ber'îya Sînê r'ex Edomêva her'e. Alîyê r'ohilata sînorê weyî başûrê wê ji xilazîya Be'ra Mirî destpêke.

[4] Û sînor wê ji başûrê dager'e hevrazê Ekrabîmê, Sînêr'a derbaz be û wê li başûra Qadêş-Barnêayêva derk'eve û bigihîje H'asar-Addarê û wê derbazî Esmonê be.

[5] Sînor wê ji Esmonê dager'e h'eta sêlafa Misirê û bigihîje be'rê .

[6] Sînorê r'oavayê wê Be'ra Navberê be. Ewê bibe sînorê weyî r'oavayê.

[7] Evê jî bibe sînorê weyî bakurê: Ji Be'ra Navberê h'eta ç'îyayê Hor k'ifş kin.

[8] Ji ç'îyayê Hor h'eta Libo-Hamatê k'ifş kin û ji wir sînorê bigihîje Sidadê.

[9] Sînor wê h'eta Zîfronê her'e û li H'asar-Eynanê xilaz be. Ewê bibe sînorê weyî bakurê.

[10] Sînorê xweyî r'ohilatê ji H'asar-Eynanê h'eta Şifamê k'ifş kin,

[11] ji Şifamê wê berjêr her'e h'eta Rîbilahê ku alîyê r'ohilata E'yînê ye, paşê wê berjêr her'e û bigihîje devê Be'ra Xinnêrêtê , alîyê r'ohilatêva,

[12] paşê sînorê berjêr her'e Ûrdunê û Be'ra Mirîda xilaz be. Evê bibe sînorê dora e'rdê we›».

[13] Mûsa e'mirî zar'êd Îsraêl kir û got: «Ev e, ew e'rdê ku hûnê bi p'eşkavîtinê war bin, k'îjan ku Xudan e'mir kir wekî nehe û nîv qebîlar'a bê dayînê.

[14] Çimkî qebîla zar'êd R'ûbên malbetêd xweva û qebîla zar'êd Gad malbetêd xweva û usa jî nîvê qebîla Minaşe, warê xwe standine.

[15] Ew her du qebîl û nîv wî alî Ûrdunê, pêşberî Erîhayê, alîyê r'ohilatê, warê xwe standin».

[16] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[17] «Ev in navê mêrêd ku wê e'rd bona we p'arevekin: Êlazarê k'ahîn û Yêşûyê kur'ê Nûn.

[18] Usa jî ji her qebîlê serwêrekî bona e'rd p'arevekirinê bibijêrin.

[19] Ev in navêd wan mêra: Bona qebîla Cihûda, K'alêbê kur'ê Yifûneh be.

[20] Bona qebîla zar'êd Şimh'ûn, Samûêlê kur'ê E'mîhûd be.

[21] Bona qebîla Binyamîn, Elîdadê kur'ê K'îslon be.

[22] Bona qebîla zar'êd Dan, Bûqîyê kur'ê Yoglî serwêr be.

[23] Bona zar'êd Ûsiv, li qebîla zar'êd Minaşe, H'anîyêlê kur'ê Êpod serwêr be.

[24] Bona qebîla zar'êd Efrayîm, Qimûêlê kur'ê Şîftan serwêr be.

[25] Bona qebîla zar'êd Zebûlon, Elîsafanê kur'ê Parnax serwêr be.

[26] Bona qebîla zar'êd Îsaxar, Paltîyêlê kur'ê E'zan serwêr be.

[27] Bona qebîla zar'êd Aşêr, Axîhûdê kur'ê Şilomî serwêr be.

[28] Bona qebîla zar'êd Neftelî, Pidahêlê kur'ê E'mîhûd serwêr be».

[29] Ev in ewêd ku Xudan e'mir kir wekî zar'êd Îsraêlr'a e'rdê Kenanê p'arevekin.

Jimar — Chapters