Jimar 31
[1] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[2] «H'eyfa zar'êd Îsraêl ji midyanîya hilde, paşê her'e bigihîje cime'ta xwe».
[3] Mûsa gote milet: «Mêra ji nava xwe bona şêr' hazir kin ku ew miqabilî midyanîya şer' bikin, h'eyfa Xudan ji Midyanîya hildin.
[4] H'ezar mêrî ji her qebîlêd Îsraêl bişînine şêr'».
[5] Donzdeh h'ezar mêr ji ordîyêd Îsraêl hatine hazirkirinê bona şêr', ji her qebîlê h'ezarek.
[6] Mûsa ji her qebîlê h'ezarek şandine şêr'. T'evî wan Pînhasê kur'ê Êlazarê k'ahîn jî şand, ku tiştêd pîroz û bor'îyêd hewarê dêstda bûn.
[7] Ew miqabilî Midyanê çûne şêr', çawa ku Xudan e'mirî li Mûsa kir û h'emû mêr kuştin.
[8] Û li ser wanr'a pênc p'adşêd Midyanê kuştin: Êwî, R'eqem, Sûr, Hûr û R'eba. Wana usa jî Bilamê kur'ê Beûr bi şûr kuşt.
[9] Zar'êd Îsraêl jin û zar'ê midyanîya hêsîr hildan. H'emû h'eywanêd wan, pez-dewarêd wan û h'emû hebûka wan t'alan birin.
[10] Û h'emû bajarêd wane li cî-warêd wan, h'emû zomêd ordîyêd wan şewitandin,
[11] lê h'emû t'alan û h'emû çi ku zeft kiribûn, ji mêriv h'eta h'eywên xwer'a birin.
[12] Wana hêsîrêd hildayî û t'alan anîne zomê cem Mûsa, Êlazarê k'ahîn û t'emamîya civîna zar'êd Îsraêl, li deştêd Mowabê, nêzîkî Ûrdunê, pêşberî Erîhayê.
[13] Hingê Mûsa, Êlazarê k'ahîn û h'emû serwêrêd civînê ji zomê der derk'etine pêşîya wan.
[14] Mûsa hêrsa xwe li sereskera, serh'ezara û sersedêd ku ji şêr' veger'îya bûn r'akir.
[15] Mûsa gote wan: «We h'emû jin sax hiştine?
[16] Ne wana bi xebera Bilam kirin ku zar'êd Îsraêl li ber Xudan bêe'silîyê bikin, r'ûyê P'ihorda bela hate serê civîna Xudan.
[17] Niha, h'emû zar'êd qisimê nêrîn û h'emû jinêd ku serê xwe mêrar'a danîne bikujin,
[18] lê h'emû qîzêd cahile ku serê xwe mêrar'a danenîne, bona xwe sax bihêlin.
[19] Lê hûn h'eft r'oja ji zomê der bimînin. Her kesê ku merî kuştîye, her kesê ku cinyaz k'etîye, li r'oja sisîya û r'oja h'efta xwe paqij kin, hûn û hêsîrêd we.
[20] H'emû k'inc, h'emû tiştêd ç'ermîn, h'emû tiştêd ji pir'ç'a bizinê çêkirî û h'emû tiştêd darîn paqij kin».
[21] Êlazarê k'ahîn gote eskerêd ku çûbûne şêr': «Ev e qeyde-qanûna wê hînkirina ku Xudan e'mir li Mûsa kir:
[22] T'enê zêr', zîv, sifir, h'esin, qila û lihêm,
[23] her tişt çi ku agirda naşewite gerekê li nava agirr'a derbazkin û ewê paqij be, lê dîsa gere bi ava paqijbûnê jî bê paqijkirinê. Çi jî ku agirda dişewite, gere li nava avêr'a derbaz kin.
[24] Û li r'oja h'efta k'incêd xwe bişon, hingê hûnê paqij bin, peyr'a hûn dikarin bik'evine zomê».
[25] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[26] «Tu t'evî Êlazarê k'ahîn û serwêrêd malbetêd civînê, yêd hêsîr hildayî ji mêriv h'eta h'eywên bijmire.
[27] Û t'alên li nava eskerêd ku çûbûne şêr' û t'emamîya civînê p'areveke.
[28] Ji p'ara eskerêd ku çûbûne şêr' Xudanr'a xerc hilde: Ji pênsid hêsîrî yek, usa jî ji pêz-dêwêr û ji k'era.
[29] Ji p'ara wan hilde û bide Êlazarê k'ahîn çawa dîyarî Xudanr'a.
[30] Lê ji p'ara zar'êd Îsraêl, ji pêncî hêsîrî yekê, usa jî ji pêz-dêwêr, ji k'era ji h'emû h'eywanî hilde û wan bide lêwîyê ku xweyîtîya P'aristgeha Xudan dikin».
[31] Mûsa û Êlazarê k'ahîn usa jî kirin, çawa ku Xudan e'mirî Mûsa kiribû.
[32] T'emamîya h'esabê t'alan, awa gotî çi ku esker zeft kiribû, ev bû: 675000 pez,
[33] 72000 dewar,
[34] 61000 k'er,
[35] 32000 jî qîzêd ku serê xwe mêrr'a danenîbûn.
[36] Nîvê wê, awa gotî p'ara yêd ku çûbûne şêr', ev bû: 337500 pez,
[37] û ji vê 675 çawa xerc dane Xudan.
[38] 36000 dewar û ji wan 72 çawa xerc dane Xudan.
[39] 30500 k'er û ji wan 61 çawa xerc dane Xudan.
[40] 16000 merî û ji wan 32 çawa xerc dane Xudan.
[41] Mûsa ev xercê dîyarîya Xudan dane Êlazarê k'ahîn, çawa ku Xudan e'mirî li Mûsa kiribû.
[42] Nîvê wê p'ara zar'êd Îsraêl, k'îjan ku Mûsa ji p'ara yêd çûbûne şêr' derxistibû,
[43] haqas bû p'ara civînê: 337000 pez,
[44] 36000 dewar,
[45] 30500 k'er,
[46] 16000 merî bûn.
[47] Mûsa ji p'ara zar'êd Îsraêl, awa gotî yek ji pêncîyî, ji mêriv û ji h'eywên hilda û da lêwîyê ku xweyîtîya P'aristgeha Xudan dikin. Çawa ku Xudan e'mirî li Mûsa kir.
[48] Sereskerê ser serh'ezara û serseda nêzîkî Mûsa bûn
[49] û gotine Mûsa: «E'vdêd te eskerêd ku em serwêrîyê li wan dikin, me ew jimirîn û awa t'u kes ji wan unda nebûye.
[50] Va ye em bona k'ewandina nefsa xwe li ber Xudan vê dîyarîyê Xudanr'a didin, k'ê çi tiştêd zêr'în dît: Bazinê ser mil, bazin, gustîl, guhar û xişir be».
[51] Mûsa û Êlazarê k'ahîn ev zêr', h'emû tiştêd neqişandî ji wan hildan.
[52] H'emû zêr'ê ku serh'ezara û serseda dîyarî Xudan kirin, 16750 şêkil bû.
[53] Eskera her kesî t'alanê xwe hilda bû.
[54] Mûsa û Êlazarê k'ahîn zêr' ji serh'ezara û serseda hildan û anîne li Konê Civînê, çawa bîranîn bona zar'êd Îsraêl li ber Xudan.