Skip to content
Opens in a new window

Jimar 25

[1] Îsraêl li Şîttîmê dima ku milet destpêkir t'evî qîzêd Mowab bêe'silî kir.

[2] Wana milet t'eglîfî qurbanêd h'eykelêd xwe kirin, milet xwar û li ber h'eykelêd wan ta bû.

[3] Îsraêl Bae'l-P'ihorva hate girêdanê. Hingê hêrsa Xudan li Îsraêl r'abû.

[4] Xudan gote Mûsa: «H'emû serwêrêd milet hilde û wan ber te'vê li ber Xudan daliqîne. Hingê alava hêrsa Xudan wê li Îsraêl dayne.

[5] Mûsa gote h'akimêd Îsraêl: «Her kes ji we, wan merivêd xwe bikujin, k'îjan ku Bae'l-P'ihorva hatine girêdanê».

[6] Va ye yekî ji zar'êd Îsraêl, li ber ç'e'vê Mûsa û t'emamîya civîna zar'êd Îsraêl, gava ew li ber derê Konê Civînê digirîyan, hat jineke midyanî anî mala xwe.

[7] Pînhasê kur'ê Êlazarê kur'ê Harûnê k'ahîn ev yek ku dît, ji nava civînê r'abû, r'imek girte destê xwe,

[8] ew pey li wî îsraêlî çû k'ete konê wî û r'im zikê her duyar'a kir, zikê îsraêlî jî jinê jî. Hingê bela li nava Îsraêlda seqir'î.

[9] Ji dest belayê 24000 merî mirin.

[10] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[11] «Pînhasê kur'ê Êlazarê kur'ê Harûnê k'ahîn hêrsa min ji zar'êd Îsraêl veger'and, çimkî ewî bi xîreta min nav wanda xîret kir û min zar'êd Îsraêl ji k'umr'eşîya xwe qir' nekir.

[12] Lema bêjî wî: ‹Va ye ez peymana xwe ye e'dilayê t'evî wî girêdidim,

[13] ewê bona wî û bona zur'eta wî pey wîr'a bibe peymana k'ahîntîya h'eta-h'etayê. Çimkî ewî bona Xwedêyê xwe kire xîret û bona zar'êd Îsraêl k'ewandin kir›».

[14] Navê îsraêlîyê kuştî, yê ku t'evî jina midyanî hatibû kuştinê Zîmrî bû, kur'ê Salûyê serwêrê olk'a şimh'ûnîya.

[15] Navê jina midyanîye kuştî jî K'ozbî bû, qîza Sûrê serwêrê qebîla olk'eke midyanî.

[16] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[17] «T'evî midyanîya dijminatîyê bajon û qir'a wan bînin.

[18] Çimkî wana bi mixenetîyê dijminatî wer'a ajotin û hûn xapandin, nava wê qewimandina P'ihor û xûşka wan K'ozbîya qîza serwêrê midyanîda, ya ku r'ûyê P'ihorda r'oja belayê hate kuştinê».

Jimar — Chapters