Skip to content
Opens in a new window

Jimar 8

[1] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[2] «Harûnr'a xeber de û bêje wî: ‹Gava tu ç'ira saz kî, her h'eft ç'ira gere pêşîya şemdanê r'onayî kin›.

[3] Harûn xût usa jî kir, ewî ç'irayêd şemdanê pêşîya wê saz kirin, çawa ku Xudan e'mir li Mûsa kiribû.

[4] Şemdan ha hatibû çêkirinê: Ji bingeha wê h'eta kulîrkêd wê ew ji zêr'ê k'olandî bû. Anegorî cûr'ê ku Xudan nîşanî Mûsa kiribû xût usa ewî şemdan çêkir».

[5] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[6] «lêwîya ji nava zar'êd Îsraêl başqe ke û wan paqij ke.

[7] Bona paqijbûna wan aha bike: Ava paqijkirinê bir'eşîne li ser wan, bira ew bi dûzên h'emû pir'ç'a li ser xwe hildin, k'incêd xwe bişon û ewê paqij bin.

[8] Bira ew canegakî t'evî dîyarîya wîye nanî ji arê xasî r'ûnda stirayî hildin û canegê duda jî bona dîyarîya paqijbûnê tu hilde.

[9] Peyr'a lêwîya bîne li ber Konê Civînê û t'emamîya civata zar'êd Îsraêl bicivîne.

[10] lêwîya bîne li ber Xudan û zar'êd Îsraêl bira destêd xwe daynine li ser lêwîya.

[11] Harûn lêwîya ji nava zar'êd Îsraêl li ber Xudan çawa dîyarîya h'ejandinê bide, ku ew bibine xizmetk'arê xebata Xudan.

[12] Lêwî jî bira destêd xwe daynine li ser serê canega û bona k'ewandina lêwîya yekê çawa dîyarîya paqijbûnê bide, yê din jî çawa dîyarîya t'evayîşewatê Xudanr'a.

[13] lêwîya li ber Harûn û kur'êd wî bide sekinandinê û çawa dîyarîya h'ejandinê bide Xudan.

[14] Bi vî awayî lêwîya ji nava zar'êd Îsraêl başqe ke. lêwîyê p'ara min bin.

[15] Pey vê yekêr'a lêwîyê bên Konê Civînêda bixebitin, gava tu wan paqij kî û çawa dîyarîya h'ejandinê bidî.

[16] Ew t'am ji nava zar'êd Îsraêl minr'a hatine dayînê, ji ber h'emû nixurîyêd ku bet'inê vedikin awa gotî h'emû nixurîyêd ji zar'êd Îsraêl min ew xwer'a hildan.

[17] Çimkî h'emû nixurîêd Îsraêl, ji mêriv girtî h'eta h'eywên p'ara min in. Li wê r'oja ku min h'emû nixurîyêd e'rdê Misirê qir' kirin, min hingê ew xwer'a k'ifş kirin.

[18] Min lêwî ji ber h'emû nixurîyêd zar'êd Îsraêlva hildan.

[19] Û min lêwî ji nava zar'êd Îsraêl dane Harûn û kur'êd wî, ew wanr'a hatine dayînê bona ku dewsa zar'êd Îsraêl xizmetk'arîya Konê Civînê bikin, bona k'ewandina gunê zar'êd Îsraêl, wekî bela li nava zar'êd Îsraêl t'une be wextê ku zar'êd Îsraêl nêzîkî pîrozîyê bin».

[20] Mûsa, Harûn û t'emamîya civîna zar'êd Îsraêl bona lêwîya usa jî kirin. Anegorî h'emû e'mirêd ku Xudan bona lêwîya li Mûsa kiribûn, zar'êd Îsraêl usa jî kirin.

[21] lêwîya xwe paqij kirin, k'incêd xwe şûştin û Harûn ew çawa dîyarîya h'ejandinê li ber Xudan dane sekinandinê. Bona paqijbûna wan Harûn k'ewandin kir.

[22] Pey vê yekêr'a lêwî hatin xizmetk'arîya xwe ber Harûn û kur'êd wî li Konê Civînêda bikin. Çawa ku Xudan e'mir li Mûsa kiribû bona lêwîya, usa jî kirin.

[23] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[24] «Eva ji Lêwîya dik'eve: Ew gerekê ji bîstpêncsalîyê jortir bên bixebitin, xizmetk'arîya Konê Civînê bikin.

[25] Û pêncîsalîya xweda bira ew xizmetk'arîyê bihêlin û îdî nexebitin.

[26] Ew dikarin Konê Civînêda bi nobedarîyê berdestîya birayêd xwe bikin, lê xizmetk'arîyê nekin. Aha bike bona borcê stûyê lêwîya».

Jimar — Chapters