Jimar 1
[1] Xudan li ber'îya Sînayê Konê Civînêda yekê meha duda, dusalîya zar'êd Îsraêle ku ji e'rdê Misirê derk'etibûn, Mûsar'a xeberda û got:
[2] «T'emamîya civîna zar'êd Îsraêl anegorî malbetêd wan, olk'êd wan, navê her mêrî yeko-yeko bijmire.
[3] Tu û Harûn her kesê eskerîyêr'a hazir ji bîstsalîyê jortir anegorî ordîyêd wan nava Îsraêlda bijmirin.
[4] T'evî we gere merivek ji her qebîlê hebe. Merivê ku serwêrê olk'a xwe ye.
[5] Ev in navêd merivêd ku wê t'evî we bisekinin: Ji R'ûbên Elîsûrê kur'ê Şidêyûr.
[6] Ji Şimh'ûn Şilûmîyêlê kur'ê Sûrîşaday.
[7] Ji Cihûda Nehşonê kur'ê Amînadav.
[8] Ji Îsaxar Nit'anêlê kur'ê Sûhar.
[9] Ji Zebûlon Elyabê kur'ê H'êlon.
[10] Ji qebîla zar'êd Ûsiv: Ji Efrayîm Elîşamayê kur'ê E'mîhûd. Ji Minaşe Gamalyêlê kur'ê Pidahsûr.
[11] Ji Binyamîn Abîdanê kur'ê Gîdonî.
[12] Ji Dan Axîhezerê kur'ê E'mîşaday.
[13] Ji Aşêr Pagîyêlê kur'ê Ok'ran.
[14] Ji Gad Elyasafê kur'ê Dihûyêl.
[15] Ji Neftelî Ah'îrayê kur'ê Eynan».
[16] Ev in bijartîyêd ji civînê, serwêrêd qebîlêd bavêd wan, serwêrêd e'laletêd Îsraêl.
[17] Mûsa û Harûn ev merivêd bi nav k'ifşkirî hildan.
[18] Û yekê meha duda wana t'emamîya civînê civand û ew anegorî malbetêd wan, olk'êd wan, navê yêd ji bîstsalîyê jortir yeko-yeko jimartin,
[19] çawa ku Xudan t'emî Mûsa kir wan bijmire li ber'îya Sînayêda.
[20] Zar'êd R'ûbênê nixurîyê Îsraêl, zur'et, malbet, olk'êd xweva, h'esabê her mêrê bîstsalîyê jortir, her kesê eskerîyêr'a hazir,
[21] h'esabê qebîla R'ûbên 46500 nefs bûn.
[22] Zar'êd Şimh'ûn zur'et, malbet, olk'êd xweva, h'esabê her mêrê bîstsalîyê jortir, her kesê eskerîyêr'a hazir,
[23] h'esabê qebîla Şimh'ûn 59300 nefs bûn.
[24] Zar'êd Gad zur'et, malbet, olk'êd xweva, h'esabê her mêrê bîstsalîyê jortir, her kesê eskerîyêr'a hazir,
[25] h'esabê qebîla Gad 45650 nefs bûn.
[26] Zar'êd Cihûda zur'et, malbet, olk'êd xweva, h'esabê her mêrê bîstsalîyê jortir, her kesê eskerîyêr'a hazir,
[27] h'esabê qebîla Cihûda 74600 nefs bûn.
[28] Zar'êd Îsaxar zur'et, malbet, olk'êd xweva, h'esabê her mêrê bîstsalîyê jortir, her kesê eskerîyêr'a hazir,
[29] h'esabê qebîla Îsaxar 54400 nefs bûn.
[30] Zar'êd Zebûlon zur'et, malbet, olk'êd xweva, h'esabê her mêrê bîstsalîyê jortir, her kesê eskerîyêr'a hazir,
[31] h'esabê qebîla Zebûlon 57400 nefs bûn.
[32] Ji qebîla zar'êd Ûsiv, zar'êd Efrayîm zur'et, malbet, olk'êd xweva, h'esabê her mêrê bîstsalîyê jortir, her kesê eskerîyêr'a hazir,
[33] h'esabê qebîla Efrayîm 40500 nefs bûn.
[34] Zar'êd Minaşe zur'et, malbet, olk'êd xweva, h'esabê her mêrê bîstsalîyê jortir, her kesê eskerîyêr'a hazir,
[35] h'esabê qebîla Minaşe 32200 nefs bûn.
[36] Zar'êd Binyamîn zur'et, malbet, olk'êd xweva, h'esabê her mêrê bîstsalîyê jortir, her kesê eskerîyêr'a hazir,
[37] h'esabê qebîla Binyamîn 35400 nefs bûn.
[38] Zar'êd Dan zur'et, malbet, olk'êd xweva, h'esabê her mêrê bîstsalîyê jortir, her kesê eskerîyêr'a hazir,
[39] h'esabê qebîla Dan 62700 nefs bûn.
[40] Zar'êd Aşêr zur'et, malbet, olk'êd xweva, h'esabê her mêrê bîstsalîyê jortir, her kesê eskerîyêr'a hazir,
[41] h'esabê qebîla Aşêr 41500 nefs bûn.
[42] Zar'êd Neftelî zur'et, malbet, olk'êd xweva, h'esabê her mêrê bîstsalîyê jortir, her kesê eskerîyêr'a hazir,
[43] h'esabê qebîla Neftelî 53400 nefs bûn.
[44] Ev in h'esabêd wan merivêd ku Mûsa, Harûn û her donzdeh serwêrêd ji olk'êd Îsraêl ku jimartin.
[45] H'emû zar'êd Îsraêl anegorî olk'êd xwe, ji bîstsalîyê jortir, h'emûyêd eskerîyêr'a hazir Îsraêlda hatine jimartinê
[46] û t'emamîya h'esabê wan 603550 nefs bûn.
[47] Lê lêwî qebîla bavêd xweva t'evî wan nehatine jimartinê.
[48] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[49] «Qebîla Lêwî nejmire, wan t'evî zar'êd Îsraêl h'esab neke.
[50] Lê tu lêwîya li ser Konê Şe'detîyê, li ser h'emû hacetêd wê û li ser h'emû tiştêd wê k'ifş ke. Ew bira kon û h'emû hacetêd wê bibin, wêda qulix kin û zomêd xwe dora wê lêxin.
[51] Û çaxê cîguhastina Konê Şe'detîyê, lêwî bira wê hevdin û vegirtina Konê Şe'detîyê jî bira lêwî bikin, yekî din ku nêzîk be wê bê kuştinê.
[52] Gava zar'êd Îsraêl zomêd xwe lêxin, her kes gere li zoma xweda û her kes li ber ala xwe be anegorî ordîyêd xwe.
[53] Lê lêwî gere zomê dora Konê Şe'detîyê lêxin, wekî hêrsa min li ser civîna zar'êd Îsraêl r'anebe. Û lêwîyê xweyîtîya Konê Civîna Şe'detîyê bikin».
[54] Zar'êd Îsraêl anegorî wan h'emû t'emîyêd ku Xudane dane Mûsa, usa jî kirin.