Skip to content
Opens in a new window

Jimar 30

[1] Mûsa serwêrêd qebîlêd zar'êd Îsraêlr'a xeberda û got: «Ev e xebera ku Xudan e'mir kir:

[2] ‹Gava mêrek li ber Xudan ad-qirar bike yan sond bixwe ku borcekî hilde li ser xwe, ew gere îdî xebera xwe net'er'ibîne, lê her tişt çi ku ji devê wî derk'etîye, gerekê bîne sêrî.

[3] Lê gava jinek li mala bavê xwe, cahiltîya xweda li ber Xudan ad-qirar ke ku borcekî hilde li ser xwe

[4] û bavê wê jî bona ad-qirar û borcê wêyî hildayî li ser xwe bibihê, dengê xwe neke, hingê h'emû ad-qirarêd wê û h'emû borcê hildayîye li ser xwe, dimînin.

[5] Lê heger bavê wê li wê r'oja ku bibihê îzina wê nede, hingê h'emû ad-qirarêd wê û borcêd wêye li ser, r'esît dibin. Xudan wê bibaxşîne wê, çimkî bavê wê îzin ne daye wê.

[6] Lê heger ew mêr ke û ad-qirarêd wê û xeberêd devê wêye bê h'emdê xwe gotî, li ser wê ne,

[7] li wê r'oja ku mêrê wê bibihê û dengê xwe neke, hingê ad-qirarêd wê û borcê wêye hildayî li ser xwe, dimînin.

[8] Lê heger mêrê wê bibihê û xût wê r'ojê îzina wê nede, hingê ew r'esît dike ad-qirarê li ser wê û xeberêd devê wêye bê h'emdê xwe gotî. Xudan wê bibaxşîne wê.

[9] Lê ad-qirarê jinebîyê yan mêrberdayê, her borcê ku wê hilda ye li ser xwe, li ser wê bimîne.

[10] Lê heger jinek li mala mêrê xweda ad-qirar kirîye yan borc bi sond hilda ye li ser xwe,

[11] mêrê wê bibihê, dengê xwe neke û îzina wê bide, hingê h'emû ad-qirarêd wê û h'emû borcêd wê li ser wê bimînin.

[12] Lê gava mêrê wê li r'oja ku bibihê, wan r'esît ke, hingê h'emû tişt çi ku ji devê wê derk'etîye, awa gotî ad-qirarêd wê û borcêd wêye li ser wê, h'ukumê wan t'une. Mêrê wê ew r'esît kirin û Xudan wê bibaxşîne wê.

[13] Mêr dikare mak ke yan jî r'esît ke wan h'emû ad-qirar û borcêd sondxwarîye ku bona nefsa xwe şkênandinê kirîye.

[14] Lê heger mêrê wê, wê r'ojê dengê xwe neke, bi wê yekê ew h'emû ad-qirarêd wê û h'emû borcêd li ser wê mak dike. Çimkî li r'oja ku wî bihîstîye dengê xwe nekirîye.

[15] Lê heger ew paşî bihîstina xwe r'esît ke, hingê ewê dewsa wê sûcdar be›».

[16] Ev in qeyde-qanûnêd ku Xudan e'mirî li Mûsa kirin, bona mêr û jina wî, bona bav û qîza wî, cahiltîya wêda li mala bavê xweda.

Jimar — Chapters