Skip to content
Opens in a new window

Jimar 15

[1] Xudan Mûsar'a xeberda got:

[2] «Zar'êd Îsraêlr'a xeber de û bêje wan: ‹Gava hûn her'ine wî e'rdê cî-warêd xwe, k'îjanî ku ez bidime we

[3] û hûn Xudanr'a dîyarîyêd şewatê bidin, heger ew ya t'evayîşewatê be, yan qurbaneke ji pêz-dêwêr be bona ad-qirar qedandinê, yan dîyarîyêd r'ezedilîyê be, yan jî ya cejinêd weda be, wekî Xudanr'a dîyarîya bînxweş bidin, aha bikin:

[4] Dîyardar ku dîyarîya xwe tîne, bira Xudanr'a dîyarîya nanî bide, awa gotî p'areke çapêye ji deha yek arê xas, t'evî p'areke hînêye ji çara yek r'ûnda stirayî.

[5] Û bona her berxa dîyarîya t'evayîşewatê, yan jî qurbana p'areke hînêye ji çara yek şerav, çawa dîyarîya serdakirinê bide.

[6] Lê t'evî beran, p'areke çapêye ji deha dudu arê xasî stirayî, p'areke hînêye ji sisîya yek jî r'ûnda stirayî, çawa dîyarîya nanî bide,

[7] usa jî p'areke hînêye ji sisîya yek şerav bona dîyarîya serdakirinê, çawa dîyarîya bînxweş Xudanr'a bide.

[8] Gava tu canega çawa dîyarîya t'evayîşewatê, yan qurbana bona qedandina ad-qirarê, yan dîyarîya heleqetîyê Xudanr'a bidî,

[9] hingê t'evî canega p'areke çapêye ji deha sisê arê xas t'evî nîv hîn r'ûnda stirayî, çawa dîyarîya nanî bide.

[10] Usa jî nîv hîn şerav bona dîyarîya serdakirinê bide. Eva dîyarîya şewatêye bînxweş e bona Xudan.

[11] Bi vî awayî bira t'evî her boxeyî, her beranî, her berxî û her karê nêrîn aha bê dayînê,

[12] çi ku bê dayînê, bi vî awayî t'evî her dîyarîyê anegorî h'esabê wan bide.

[13] Her binelîyê welat bira usa bike çaxê dîyarîya şewatê, çawa dîyarîya bînxweş, bide Xudan.

[14] Heger li nava weda xerîbek bijî yan yek ku li nava zur'etêd weda t'evî we ye û dîyarîya şewatê çawa dîyarîya bînxweş Xudanr'a bide bira usa bide çawa ku hûn didin.

[15] Civînêr'a qeyde-qanûnek be, bona we û bona xerîbê ku li nava weda dijî. Qeyde-qanûna h'eta-h'etayê be zur'etêd wer'a, çawa hûn bin, usa jî xerîbê li ber Xudan be.

[16] Qanûnek û dîwanek be bona we û bona xerîbê nav weda dij.

[17] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[18] «Zar'êd Îsraêlr'a xeber de û bêje wan: ‹Gava hûn bik'evine wî e'rdê ku ez we dibimê

[19] û hûn ji nanê wî e'rdî bixwin, Xudanr'a p'areke dîyarîyê başqe kin.

[20] Ji hevîrê xweyî pêşin hûn gere k'atekî çawa dîyarîya bêderê dîyarî kin.

[21] Ji hevîrê xweyî pêşin li nava zur'etêd xweda hûn gere dîyarîyê bidine Xudan.

[22] Lê gava hûn bişih'itin û h'emû van e'mirêd bona k'îjana Xudan gote Mûsa neqedînin,

[23] awa gotî h'emû çi ku Xudan Xwedêyê we bi destê Mûsa li we e'mir kir, ji wê r'oja ku Xudan e'mirî we kir û peyr'a jî li zur'etêd we,

[24] heger ew yek bê h'emdê xwe hatîye kirinê û civînêva veşartî maye, hingê h'emû civîn bira canegakî çawa dîyarîya t'evayîşewatêye bînxweş bide Xudan, t'evî dîyarîya wêye nanî û serdakirinê anegorî qanûnê û nêrîkî jî çawa dîyarîya paqijbûnê.

[25] Hingê k'ahîn bira bona h'emû civîna zar'êd Îsraêl k'ewandinê bike û wê li wan bê baxşandinê. Çimkî wana şaşî kir, lê wana qurbana xwe çawa dîyarîya şewatê Xudanr'a û dîyarîya xweye paqijbûnê li ber Xudan bona şaşîyê dan.

[26] Li h'emû civîna zar'êd Îsraêl û li xerîbê nava wanda wê bê baxşandinê, çimkî t'emamîya civînê bêh'emdê xwe şaşî kirîye.

[27] Lê heger kesek bêh'emdê xwe gune bike bira ew bizineke yek salî bona paqijbûnê dîyarî ke.

[28] K'ahînê jî bona kesê bêh'emdê xwe gune kirî k'ewandinê bike, çimkî bê h'emdê xwe li ber Xudan gune kirîye. Ewê bona wî k'ewandinê bike û li wî wê bê baxşandinê.

[29] Bira qanûneke te hebe bona binelîyê ji zar'êd Îsraêl û bona xerîbê li nava wanda yê ku bê h'emdê xwe gune bike.

[30] Lê heger ew kes binelî be, yan xerîb be, ku bi qesta tiştekî bike ew bi vê yekê k'ifirîya Xudan dike, ew kes bira ji nava miletê xweda bê undakirinê.

[31] Çimkî ewî xebera Xudan t'exsîr kir û e'mirê wî t'er'iband, ew kes bira bê undakirinê, gunê wî stûyê wî be›».

[32] Carekê gava zar'êd Îsraêl ber'îyêda bûn, wana merivek dît ku r'oja şemîyê qirş t'op dikir.

[33] Yêd ku wextê qirş t'opkirinê ew dîtin, girtin anîne li cem Mûsa, Harûn û t'emamîya civînê

[34] û ew hiştine bin nobedarîyê, çimkî hê nehatibû safî kirinê, ku çi bînine serê wî.

[35] Paşê Xudan gote Mûsa: «Ew meriv bira bê kuştinê, t'emamîya civînê bira wî ji zomê der bide li ber kevira».

[36] T'emamîya civînê ew ji zomê derxiste der û ew dane ber kevira kuştin, çawa ku Xudan e'mirî Mûsa kir.

[37] Xudan Mûsar'a xeberda û got:

[38] «Zar'êd Îsraêlr'a xeber de û bêje wan ku ew li nava zur'etêd xweda p'êşê k'incêd xwe r'îşî kin û qeyt'ana şîn p'êşêva kin.

[39] Ewê wer'a bibine r'îşî û gava ku hûn wê bibînin hûnê h'emû e'mirêd Xudan bîr bînin û wan biqedînin. Hûnê pey xwestina dilê xwe û ç'e'vêd xwe neçin, bi k'îjanî ku hûn bêe'silîyê dikin,

[40] bona ku hûn bîr bînin û biqedînin h'emû e'mirêd min û Xwedêyê xwer'a pîroz bin.

[41] Ez Xudan Xwedêyê we me, ku hûn ji welatê Misirê derxistin, wekî bibime Xwedêyê we. Ez Xudan Xwedêyê we me».

Jimar — Chapters