Jimar 17
[1] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[2] «T'evî zar'êd Îsraêl xeber de û ji her qebîleke wan, şivdarekê ji her serwêrekî qebîlêd wan hilde, awa gotî donzdeh şivdara. Navê her kesî li ser şivdara wî binivîse.
[3] Navê Harûn li ser şivdara Lêwî binivîse, çimkî gerekê bona her bave'şîrekî qebîleke wan şivdarek be.
[4] Û wan dayne pêşberî Sindoqa Şe'detîyê li Konê Civînêda, k'îderê ez weva xuya dibim.
[5] Wê bibe ew merivê ku ezê bibijêrim, şivdara wî wê gul de. Bi vî awayî ezê wê bîntengîya zar'êd Îsraêl ber xwe bidime bir'înê, bi k'îjanê ew bîna xwe li we teng dikin».
[6] Mûsa t'evî zar'êd Îsraêl xeberda û h'emû serwêrêd wan şivdar dane wî, şivdarek ji her serwêrî anegorî qebîlêd wan, awa gotî donzdeh şivdar. Şivdara Harûn jî nava şivdarêd wanda bû.
[7] Mûsa şivdar danîne li ber Xudan li Konê Civînêda.
[8] R'ojtira dinê gava Mûsa hate Konê Şe'detîyê, va ye şivdara Harûne ji mala Lêwî gul daye. Ç'e'v bişkiftî ne, gul daye û behîv daye.
[9] Mûsa h'emû şivdar ji ber Xudan derxistine li ber h'emû zar'êd Îsraêl. Wana nihêr'în û her kesî şivdara xwe hilda.
[10] Xudan gote Mûsa: «Dîsa şivdara Harûn dayne li ber Sindoqa Şe'detîyê bona xweyîkirinê, çawa nîşan bona zar'êd r'aberîk'ar, bi vî awayî bîntengîya wanê li ber min biseqir'e û ewê nemirin».
[11] Çawa ku Xudan e'mir kir Mûsa usa jî kir.
[12] Zar'êd Îsraêl Mûsar'a xeberdan û gotin: «Va ye em dimirin! Qir'a me tê! Em h'emû unda dibin!
[13] Her kesê ku nêzîkî Pîrozgeha Xudan be wê bimire. Gelo qir'a me h'emûya wê neyê?»