Skip to content
Opens in a new window

Jimar 14

[1] T'emamîya civînê dengê xwe hilda û wê şevê milet girîya.

[2] T'emamîya zar'êd Îsraêl miqabilî Mûsa û Harûn bîna xwe teng kir, t'emamîya civînê gote wan: «Xwezî em e'rdê Misirêda bimirana yan xwezî em li vê ber'îyêda bimirana!

[3] Gelo çima Xudan me dibe li wî e'rdî? Wekî em bi şûr bêne qir'ê? Jin û zar'êd me t'alan her'in. Gelo mer'a ne qenc e em veger'ine Misirê?»

[4] Gotine hevdu: «Werin em serwêrekî k'ifş kin û veger'ine Misirê».

[5] Hingê Mûsa û Harûn li ber t'emamîya civîna zar'êd îsraêlêye civîyayî dever'ûya çûne e'rdê.

[6] Yêşûyê kur'ê Nûn û K'alêbê kur'ê Yifûneh ji wan yêd ku ce'sûsîya wî e'rdî kiribûn k'incêd xwe qelaştin

[7] û gotine t'emamîya civîna zar'êd Îsraêl: «E'rdê ku em navr'a derbazbûn bona ce'sûsîyê, ew e'rdekî p'ir' xweş e.

[8] Heger Xudan h'iz ke, ewê me bibe wir û wî e'rdî bide me, k'îjan ku şîr û hingiv jê dik'işe.

[9] T'enê miqabilî Xudan r'anebin û ji merivêd wî e'rdî netirsin, çimkî ewê bibine xurê me. Sîya ser wan ji ser wan hate hildanê. Xudan t'evî me ye, ji wan netirsin».

[10] Lê t'emamîya civînê got: «Wan bidine li ber kevira!» Hingê r'ûmeta Xudan li Konê Civînêda t'emamîya zar'êd Îsraêlva xuya bû.

[11] Xudan gote Mûsa: «H'eta k'engê ev miletê min t'exsîr ke? H'eta k'engê ewê bawerîya xwe min neyne, heqa jî nîşan min li nava wîda kirin?

[12] Ezê bi nexweşîya h'al wan xim û milk' ji wan bistînim û te bikime miletekî ji wan mezintir û qewattir».

[13] Mûsa gote Xudan: «Misirî, ji nava k'îjanada te ev milet bi qewata xwe derxist wê bibihên

[14] û wê bêjine binelîyêd wî e'rdî. Ewêd ku bihîstine wekî tu ya Xudan, li nava vî miletîyî, ku r'û bi r'û tu ya Xudan, xuya bûyî. E'wrê te li ser wan e û r'ojê li stûnê e'wrda pêşîya wanva diçî, şev jî bi stûna agir.

[15] Heger tu vî miletî çawa merivekî qir' kî, hingê ew miletêd ku bona te bihîstine wê bêjin:

[16] ‹Xudan nikaribû ev mileta bibira li e'rdê ku bi sond soz dabû wan, lema ew li ber'îyêda qir' kir›.

[17] De bira niha qewata Xweyê min mezin be, çawa ku te got:

[18] ‹Xudan sebir-sik'an e û xweyê h'uba amin e, neheqîyê û ner'astîyê dibaxşîne. Lê sûcdara bê ceza nahêle, neheqîya bava tîne serê zar'a, h'eta nisilê sisîya û çara›

[19] Ji k'erema xwe neheqîya vî miletî anegorî h'uba xweye amine p'ir' bibaxşîne, çawa ku te ji Misirê h'eta niha baxşandîye vî miletî».

[20] Xudan got: «Min anegorî gotina te baxşand.

[21] Ez saxîya xwe kim, çawa bi r'ûmeta Xudan wê t'emamîya e'rdê t'ijî be.

[22] H'emû merivêd ku r'ûmet û nîşanêd min dîtin, k'îjan ku min Misirê û ber'îyêda kirin û wan dehe cara ez cêr'ibandim û guh nedane dengê min,

[23] ew e'rdê ku min bi sond soz dabû bavêd wan, ew nabînin. H'emûyêd ku ez t'exsîr kirim wî e'rdî nabînin,

[24] pêştirî K'alêbê e'vdê min, çimkî r'uh'ekî din nav wîda bû û t'am gur'a min kir, ezê wî bibime wî e'rdê ku ew çûyê û zur'eta wî wê lê war be.

[25] Amalêkî û kenanî newalada dijîn. Hûn sibê r'abin r'êk'evin r'îya Be'ra Sorr'a her'ine ber'îyê».

[26] Xudan Mûsa û Harûnr'a xeberda û got:

[27] «H'eta k'engê ev civîna hane xirab wê hindava minda bîna xwe teng ke? Bîntengîya zar'êd Îsraêl ku hindava minda bîna xwe teng dikin, min bihîst.

[28] Bêje wan: ‹Ez saxîya xwe kim, Xudan dibêje, min bihîst çi we got, xût usa ezê bînime serê we.

[29] Li vê ber'îyêda cinyazê weyê bimînin. Yê wan h'emûyêd jimartîye weke h'esabê we, ji bîstsalîyê jortir, k'îjana ku hindava minda bîna xwe teng kirine.

[30] Evana wê nak'evine li e'rdê ku min sond xwar wekî we lê war kim. Pêştirî K'alêbê kur'ê Yifûneh û Yêşûyê kur'ê Nûn.

[31] Xişîmêd weye bona k'îjana we digot ku ewê t'alan her'in, ezê wan bibime wir û ewê wî e'rdî te'm kin, k'îjan ku we t'exsîr kir.

[32] Lê cinyazêd we wê li vê ber'îyêda bimînin.

[33] Zar'êd we jî wê çil salî t'erkeserî ber'îyê bin û wê biçerçirin r'ûyê bêe'silîya weda, h'eta cinyazêd we ber'îyêda bir'izin.

[34] We çil r'ojî ce'sûsîya wî e'rdî kir, lê hûnê cezayê bona guneyêd xwe çil salî bistînin. Salekê ji ber r'ojekêva. Wekî hûn bizanibin miqabilî min çûyîn çiye.

[35] Min Xudan got, xût usa jî ezê bînime serê t'emamîya vê civîna hane xirab ya ku r'abûye miqabilî min. Li vê ber'îyêda qir'a wanê bê û li wir wê bimirin›».

[36] Ew merivêd ku Mûsa şandibûn wekî ce'sûsîya wî e'rdî bikin, gava veger'îyan, t'emamîya civînê r'akirine miqabilî Mûsa, cab-sawê xirab bona wî e'rdî bela dikirin,

[37] h'emû ew merivêd ku cab-sawê xirab bona wî e'rdî bela dikirin bi bela hatine kuştinê li ber Xudan.

[38] Ji wan merivêd ku çûbûn ce'sûsîya wî e'rdî bikin t'enê Yêşûyê kur'ê Nûn û K'alêbê kur'ê Yifûneh sax man.

[39] Gava Mûsa ev xeber gîhandine t'emamîya zar'êd Îsraêlr'a, milet şîneke giran kir.

[40] Sibehê zû ew r'abûn ku hilk'işîne ser ç'îya-banîya, digotin: «Em hazir in hilk'işine li wî cîyê ku Xudan gotibû, çimkî me gune kir».

[41] Mûsa got: «Hûn çima gur'a Xudan nakin? Yeke ew yek bêfeyde ye.

[42] Hilnek'işin ku hûn ji dijminêd xwe neyêne qir'ê, çimkî Xudan t'evî we nîne.

[43] Amalêkî û kenanî li wir pêşîya we ne, hûnê bi şûr bik'evin, çimkî we pişta xwe da Xudan û Xudanê t'evî we nîbe».

[44] Wana xwe h'işir kir, hilk'işîyane serê ç'îya-banîya, lê Sindoqa Peymana Xudan û Mûsa ji zomê dernek'etin.

[45] Hingê amalêkî û kenanî binelîyêd wan ç'îya-banîya berjêr bûn û qir'a wan anîn, h'eta H'ormayê ew hûrdexweşî kirin.

Jimar — Chapters