Jimar 6
[1] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[2] «Zar'êd Îsraêlr'a xeber de û bêje wan: Heger mêr yan jin bona nezîrîyê dixwaze ad-qirar ke, ku ew bibe nezîrê Xudan,
[3] Gerekê ew xwe ji şerav û araqê dûr bigire, sirka şeravê û sirka araqê venexwe, t'u car ji tiştê tirîya çêkirî venexwe û ne tirîyê gihîştî bixwe û ne jî k'işmîşa.
[4] H'emû r'ojêd nezîrîya xweda, ew gerekê her tiştê ji tirîya çêkirî nexwe, ji dendikada girtî h'eta qalika.
[5] H'emû r'ojêd ad-qirarêye nezîrîya xweda, gerekê dûzan serê wî nek'eve, h'eta t'emambûna r'ojêd ku ewî xwe Xudanr'a nezîr kirîye ew bira pîroz be, p'or'ê serê xwe bira bihêle dirêj bin.
[6] H'emû r'ojêd ku wî xwe Xudanr'a nezîr kirîye ew bira nêzîkî t'u cinyazî nebe,
[7] ne cinyazê bavê xwe, ne dîya xwe, ne birê xwe ne jî xûşka xwe. H'eta bona mirina wan jî ew bira paqijîya xwe neh'er'imîne, çimkî nezîrîya bona Xwedêyê wî li ser serê wî ye.
[8] H'emû r'ojêd wîye nezîrîyê bira ew Xudanr'a pîroz be.
[9] Lê heger yek nişkêva li ber wî bimire û ew serê xweyî nezîrîyê bih'er'imîne, hingê ew gere p'or'ê xwe r'oja xweye paqijbûnê kur' ke. R'oja h'efta bira ew p'or'ê xwe kur' ke
[10] û li r'oja h'eyşta bira du fatimoka yan jî du cûcûkêd kewa bîne li ber derê Konê Civînê li cem k'ahîn.
[11] K'ahînê yekî bide çawa dîyarîya gunek'ewandinê yê dinê jî çawa dîyarîya t'evayîşewatê û wî ji guneyê wîyî bona destdayîna yê mirî bik'ewîne. Li wê r'ojê serê wî pîroz bike.
[12] Û dîsa r'ojê xweye nezîrîyê Xudanr'a k'ifş ke, berxekî yeksalî Xudanr'a bide çawa dîyarîya ji ber neheqîyêva. R'ojêd wîye berî vê yekê unda dibin, çimkî nezîrîya wî h'er'imîye.
[13] Ev e qanûna bona nezîrîyê: Çaxê r'ojêd nezîrîya wî t'emam bin, bira wî bînine li ber derê Konê Civînê.
[14] Ewê dîyarîya xwe berxekî yeksalîyî bê qusûr Xudanr'a t'evayîşewat ke û berxeke mêye yek salîye bê qusûr bona paqijbûnê dîyarî ke, usa jî beranekî bê qusûr bona dîyarîya heleqetîyê bide,
[15] sele nanê bê hevîrtir'şk, awa gotî k'atêd ji arê xas r'ûnda stirayî û loşêd bê hevîrtir'şke ser r'ûnkirî, t'evî dîyarîya wane nanî û dîyarîya wane vexwarinê bide.
[16] K'ahîn bira van dayne li ber Xudan û dîyarîya wîye paqijbûnê û t'evayîşewatê bide.
[17] Lê beran t'evî sela nanê bê hevîrtir'şk çawa dîyarîya heleqetîyê bide Xudan, usa jî k'ahîn bira dîyarîya wîye nanî û vexwarinê bide.
[18] Hingê yê nezîr li ber derê Konê Civînê p'or'ê xweyî nezîrîyê kur' ke. P'or'ê serê xweyî nezîrîyê hilde û dayne li ser agirê binê dîyarîya heleqetîyê.
[19] K'ahîn jî bira pîla beranê k'elandî, k'atekî bê hevîrtir'şk, loşekî bê hevîrtir'şk ji selê hilde û bide destêd nezîr, pey kur'kirina p'or'ê nezîrîya wîr'a.
[20] K'ahîn gere wan çawa dîyarîya h'ejandinê li ber Xudan bih'ejîne, eva yeka pîroz e û p'ara k'ahîn e t'evî sîngê dîyarîyê û pîlê dîyarîyê. Peyr'a nezîr dikare şeravê vexwe.
[21] Ev e qanûna bona nezîrîyê. Lê heger ew ad-qirar dike ku li ser qanûna nezîrr'a h'edîkê zêde bide Xudan, çi ku ji destê wîva tê, ew gere xût usa bike, çawa ku ad-qirar kir be».
[22] Xudan Mûsar'a xeberda û got:
[23] «Harûn û kur'êd wîr'a xeber de, bêje: Aha zar'êd Îsraêl bimbarek kin, bêjine wan:
[24] Bira Xudan te bimbarek ke û xweyî ke!
[25] Bira ç'e'vê Xudan li ser te be û r'e'mê li te bike!
[26] Bira Xudan berê xwe bide te û xêr û xweşîyê bide te!
[27] Bi vî awayî navê minê zar'êd Îsraêlva bê girêdin û ezê wan bimbarek kim».