Skip to content
Opens in a new window

Jimar 12

[1] Meryem û Harûn miqabilî Mûsa xeber dan, bona jina k'ûşîye standî (çimkî ewî jina k'ûşî standibû).

[2] Wana got: ‹Dibe Xudan t'enê bi devê Mûsa xeber da? Ne bi devê me jî xeber da?› Û Xudan ew yek bihîst.

[3] (Mûsa merivekî gelekî şkestî bû, ji h'emû merivêd li ser r'ûyê e'rdê gelektir).

[4] Nişkêva Xudan Mûsa, Harûn û Meryemêr'a xeber da: «Hûn her sisê derêne li Konê Civînê» û her sisê jî derk'etin.

[5] Xudan li stûna e'wrda peya bû li ber derê Kon sekinî, gazî Harûn û Meryemê kir û ew her du jî derk'etin.

[6] Xudan got: «Niha guh bidine xeberêd min. Heger nava weda p'êxember hebe jî, ez, Xudan dîtinokêda wîva e'yan dibim û xewnêda wîr'a xeber didim,

[7] lê t'evî Mûsayê e'vdê xwe, usa nînim, ew li nava t'emamîya mala minda yekî amin e.

[8] T'evî wî ez r'û bi r'û xeber didim, aşkere, ne bi mesela û ew dilqê Xudan dibîne. Hûn çawa netirsîyan ku miqabilî e'vdê min Mûsa xeberdin?»

[9] Hingê hêrsa Xudan li wan r'abû û hişt çû.

[10] Gava e'wr ji ser Kon çû, awa Meryem mîna berfa sipî bi k'otîbûnê hate lêdanê. Harûn dîna xwe da Meryemê, va ye ew k'otî bûye.

[11] Harûn gote Mûsa: «Xweyê min, hîvî dikim! Mer'a gune h'esab neke, gunê ku me bêfe'mîya xwe kir.

[12] K'erema xwe, bira Meryem nebe mîna wî mirîyê, ku çaxê ji bet'ina dîya xwe dik'eve, nîvê qalib îdî p'ûç'bûyî ye».

[13] Mûsa li ber Xudan girîya, got: «Ya Xudan, k'erema xwe, ez t'ewaqe dikim, wê qenc ke!»

[14] Xudan gote Mûsa: «Heger bavê wê t'ûyî r'ûyê wê bikira, gelo hingê ew h'eft r'oja gere şermîyêda nebûya? Bira ew h'eft r'oja ji zomê der bê xweyîkirinê, peyr'a ewê bê qebûlkirinê».

[15] Û Meryem h'eft r'oja ji zomê der hate xweyîkirinê, milet r'ê nedik'et h'eta ku Meryem hate qebûlkirinê.

[16] Paşê milet ji H'asêrotê r'ê k'et, hate ber'îya Paranê û zomêd xwe lêdan.

Jimar — Chapters