[1] Xudan Mûsar'a xeberda û gotê:
[2] «T'evî zar'êd Îsraêl xeber de û bêje wan: Heger yek bixwaze bi ad-qirar kesekî Xudanr'a k'ifş ke, ew gerekê anegorî qîmetê te bê k'ifşkirinê .
[3] Qîmetkirina teye bona mêrêd ji bîstsalîyê girtî h'eta şêstsalîyê, gerekê pêncî şêkil zîv be, anegorî şêkilê pîrozgehê.
[4] Lê heger ew jin be, qîmetkirina te gerekê sî şêkil be.
[5] Heger tu meriva ji pêncsalîyê h'eta bîstsalîyê qîmet kî, gerekê tu qisimê mêr bîst şêkilî qîmet kî, lê qisimê jinê dehe şêkilî.
[6] Lê ji yekmehê h'eta pêncsalîyê, gerekê qisimê mêr pênc şêkil zîv qîmetê kî, qisimê jinê sê şêkil zîv qîmet kî.
[7] Lê heger ew ji şêstsalîyê jortir bin, hingê qisimê mêr panzdeh şêkilî gerekê h'esab kî, lê qisimê jinê dehe şêkilî.
[8] Heger ew k'esîb e û qewata wî nagihîje wê qîmetkirina te, hingê bira ew li ber k'ahîn bisekine, k'ahîn wî qîmet ke. K'ahîn weke qewata yê ad-qirarkirî qîmetê wî k'ifş ke.
[9] Lê heger ew ad-qirara Xudanr'a kirî ji h'eywên be û qurbandayînêr'a qebûl e, ji van çi ku Xudanr'a bê dayînê wê pîroz be.
[10] Gerekê guhar'tin t'unebe, ne qenc xirabr'a, ne jî xirab qencr'a biguhêr'e, lê heger yek h'eywan h'eywênr'a biguhêr'e, hingê gerekê h'eywanê ad-qirarkirî û yê t'ev guhar'tî her du jî pîroz h'esab bin.
[11] Lê heger ew h'eywanê ku Xudanr'a ad-qirar kirîye, ji h'eywanê neh'elal e, ku ji wana Xudanr'a qurban nayêne dayînê, hingê gerekê wî h'eywanî li ber k'ahîn bidine sekinandinê.
[12] K'ahîn bira dîna xwe bide qenc û xirabîya h'eywan û qîmet k'ifş ke, k'ahîn çi qîmet da ser gerekê haqas be.
[13] Lê heger ew kesê ad-qirar kirîye bixwaze paşda bik'ir'e, hingê bira p'areke ji pênca bike li ser qîmetê k'ifşkirî.
[14] Heger yek bixwaze mala xwe Xudanr'a k'ifş ke, hingê k'ahîn bira dîna xwe bide h'alê malê, qencî û xirabîyê û qîmet k'ifş ke, k'ahîn çi qîmet da ser gerekê haqas be.
[15] Lê heger ew kesê k'ifşkirî bixwaze mala xwe paşda bik'ir'e, hingê bira p'areke ji pênc p'ara li ser qîmetê teyî k'ifşkirîda zêde ke, hingê malê wîr'a be.
[16] Heger yek e'rdê milk'ê xwe Xudanr'a k'ifş ke, hingê gerekê qîmetkirina te weke qîmetê t'oximê li ser tê r'eşandinê be, bona homêrek t'oximê ce pêncî şêkil zîv be.
[17] Heger yek e'rdê xwe sala r'awastîyêda bide, bira weke qîmetkirina te bimîne.
[18] Lê heger yek li pey sala r'awastîyêr'a e'rdê xwe bide, hingê k'ahîn gerekê bavêje li ser wan sala, k'îjan ku h'eta sala r'awastîyê mane, t'evî yê dayî h'esab ke û ji qîmetê teyî k'ifşkirî nimiztir be.
[19] Û heger ew bixwaze e'rdê xwe paşda bik'ir'e, hingê bira p'arekê ji pênca p'ere bike li ser qîmetê teyî k'ifşkirî û ew e'rd wîr'a bimîne.
[20] Lê heger ew e'rd paşda nek'ir'e, yan yekî dinr'a firotî be, ewê îdî nikaribe paşda bik'ir'e.
[21] Ew e'rd ku sala r'awastîyê aza dibe, mîna e'rdê p'êşk'êşkirî Xudanr'a pîroz be. Ew bibe milk'ê k'ahîna.
[22] Lê heger yek e'rdê k'ir'îyî ne milk'ê xwe Xudanr'a k'ifş ke,
[23] hingê k'ahîn t'evî wî pê h'esabê qîmetê te h'esab bike h'eta sala r'awastîyê û wê r'ojê qîmetê teyî h'esabkirî mîna çawa tiştekî pîroz bide Xudan.
[24] Sala r'awastîyê ew e'rd li wî tê veger'andinê, ji k'ê hatibû k'ir'înê, k'îjan ku xweyê wî milk'î bûye.
[25] Bira h'emû qîmetkirinêd te weke k'aşê şêkilêd Pîrozgehê bin, bîst gêra şêkilek be.
[26] T'enê nixurîyê h'eywên, çawa ku yê pêşîyê bûyî p'ara Xudan e, kesek nikare k'ifş ke, heger canega be yan pez ew îdî p'ara Xudan in.
[27] Heger ew ji h'eywanêd neh'elal e, gerekê pê wê qîmetkirina te bik'ir'e û p'areke ji pênca jî li serda zêde ke. Lê heger ew paşda nek'ir'e, bira weke qîmetkirina te bê firotanê.
[28] Lê ew p'êşkêşêd, k'îjan ku meriv ji hebûka xwe p'êşkêşî Xudan dike, heger însan be, h'eywan be yan e'rdê milk'ê wî be, ew gerekê neyêne firotanê û neyêne paşda k'ir'înê, her p'êşkêş here pîroz in, ew p'ara Xudan in.
[29] Her însanê ku Xudanr'a hatîye p'êşkêşkirinê, ew paşda nayê k'ir'înê, ew e'se gerekê bê kuştinê.
[30] H'emû dehekêd deremeta e'rdê, berêd dara p'ara Xudan in, evana Xudanr'a pîroz in.
[31] Lê heger yek bixwaze ji dehekêd xwe tiştekî paşda bik'ir'e, bira p'arêke ji pênca jî bike li ser qîmetê tiştê dayî û paşda bik'ir'e.
[32] H'emû dehekêd ji dêwêr yan pêz, ji van h'emû h'eywana k'îjan bin şivdarêr'a derbaz be bê jimarê û bik'eve bin h'esabê deha, ew Xudanr'a pîroz in.
[33] Gerekê dîna xwe nedine qenc û xirab û ji ber hevva neyêne guhar'tinê. Lê heger yek biguhêr'e, hingê ew jî û ya t'ev guhar'tî her du jî pîroz in, ew paşda nayêne k'ir'înê».
[34] Ev in ew t'emîyêd ku Xudan li serê ç'îyayê Sînayê, bona zar'êd Îsraêl t'emî li Mûsa kir.