[1] Mûsa ji deştêd Mowabê hevraz çû ç'îyayê Nebo, li ser serê Pîsgayê ku pêşberî Erîhayê ye. Xudan h'emû e'rdê Gîle'dê h'eta Dan,
[2] t'emamîya Neftelîyê, e'rdê Efrayîm û Minaşe, t'emamîya e'rdê Cihûda h'eta Be'ra Navberê ,
[3] Necef, deşta newala Erîhayê, bajarê darêd xurma h'eta Soharê nîşanî wî da.
[4] Xudan gote Mûsa: «Ev e e'rdê bona k'îjanî min Birahîmr'a, Îshaqr'a û Aqûbr'a sond xwar got: Ezê wî bidime zur'eta te. Min hişt wekî tu bi ç'e'vêd xwe bibînî, lê tu derbazî wir nabî».
[5] Li wir e'rdê Mowabda, Mûsayê xulamê Xwedê mir, anegorî xebera Xudan.
[6] Xudan li newala e'rdê Mowabda pêşberî Bêt'-P'ihorê ew defin kir û t'u kes h'eta r'oja îro cîyê definkirina wî nizane.
[7] E'mirê Mûsa sedbîst salî bû gava ew mir, ne îşiqa ç'e'vê wî sist bû, ne jî sih'et-qewata wî.
[8] Zar'êd Îsraêl sî r'ojî li deşta Mowabda şîna Mûsa kirin. R'ojêd girî û şîna Mûsa xilaz bûn.
[9] Yêşûyê kur'ê Nûn bi r'uh'ê serwaxtîyêva hate dagirtinê, çimkî Mûsa destêd xwe danîbû li ser wî, zar'êd Îsraêl gur'a wî dikirin û usa dikirin çawa ku Xudan li Mûsa e'mir kiribû.
[10] Îdî p'êxemberekî mîna Mûsa li nava Îsraêlda t'unebû, yê ku Xudan r'û bi r'û nas dikir,
[11] bi h'emû nîşan û k'eremeta, yêd ku Xudan ew şand ku li e'rdê Misirêda li ser Firewin, usa jî li ser h'emû xulamêd wî û t'emamîya welatê wî bike
[12] û Mûsa bi t'emamîya qewata destê xwe her kirinêd saw li ber ç'e'vêd t'emamîya Îsraêl kir.