[1] Bira p'ar û war bona lêwîyê k'ahîn û t'emamîya qebîla Lêwî t'evî Îsraêl t'une be. Bira ew ji gorîşewatêd Xudanr'a dayî bixwin ku milk'ê wan e.
[2] Warê wî li nava birayêd wî t'unebe. Xudan e warê wî, çawa ku Xudan gotibû wî.
[3] Û awa çi ku gere milet bide k'ahîna: Ji gorîyêd ku têne dayînê ga yan pez, gere pîlekê, çengîya û h'ûr bide k'ahîn.
[4] Berêd deremeta pêşin ji genimê xwe, ji meya û bizirê xwe û bir'îna pêşin e pezêd xwe bide wî.
[5] Çimkî Xudan Xwedêyê te ew ji nava h'emû qebîlêd te bijart, wekî ew kur'êd xweva her t'im li ber Xudan nava qulixkirinêda bin.
[6] Heger lêwîk ji bajarekî nava t'emamîya Îsraêl k'îderê ew dimîne bi r'ezedilîya xwe cîguhastî be li wî cîyê ku Xudan bibijêre
[7] û navê Xudan Xwedêyê xwer'a qulix ke, çawa ku t'emam birayêd wîye lêwî, ku li wir li ber Xudan sekinîne.
[8] Ew gerekê xurekê xwe weke lêwîyêd mayîn bistîne, wê neyê h'esabê ku ewî hebûka xwe firotîye û dêstda heye.
[9] Gava tu bik'evî e'rdê ku Xudan Xwedêyê te dide te, hînî k'irêtîkirina wan mileta nebe.
[10] Bira nava teda yê usa t'une be, yê ku kur' yan qîza xwe nava êgirr'a derbaz dike , ne k'oç'ek, ne sêrbaz, ne r'e'mildar, ne jî pîresêr,
[11] ne nifir'kir, ne yê ku gazî r'uh'a dike, ne xweyîh'unir, ne jî yê ku gazî mirîya dike.
[12] Çimkî li ber ç'e'vê Xudan yê ku vê yekê dike k'irêt e û bona van k'irêtîya Xudan Xwedêyê te ji ber te berî wan mileta dide.
[13] Lê tu ber Xudan Xwedêyê xwe k'amil be.
[14] Çimkî ev miletêd ku tu berî wan didî, ew gur'a sêrbaz û k'oç'eka dikin lê Xudan Xwedêyê te ev yek ne daye te.
[15] Xudan Xwedêyê te wê ji nava te û birayêd te p'êxemberekî mîna min bona te derxe. Gur'a wî bikin.
[16] Awa çi ku te li ber H'orêbê r'oja civatê ji Xudan Xwedêyê xwe xwest û got: Bira îdî dengê Xudan Xwedêyê xwe nebihêm û ev agirê mezin nebînim wekî ez nemirim.
[17] Xudan gote min: Qenc e çi ku wan got.
[18] Ezê ji nava miletê wan p'êxemberekî mîna te wanr'a derxim, ezê xeberêd xwe daynime ser zarê wî û ezê çi li wî e'mir kim ewê wanr'a bêje.
[19] Û ew merivê ku gur'a xeberêd min neke, awa gotî wan xeberêd ku p'êxemberê bi navê min bêje, ezê ji wî merivî bixwazim.
[20] Lê ew p'êxemberê ku turuş ke bi navê min tiştekî bêje ku min li wî e'mir nekirîye wekî bêje, yan ewê ku bi navê xudanêd başqe xeber de, ew p'êxember gere bimire.
[21] Û heger tu dilê xweda bêjî: Çawa emê tê derxin ku ev xebera ne ji Xudan e?
[22] Heger p'êxember bi navê Xudan xeber de, lê ew xeber neyê sêrî, wekî usa ye ew xeber ne ji Xudan e. P'êxember ew yek ji dest k'ubarîyê gotîye, ji wî netirse.