[1] Ev in qeyde-qanûn û qirarêd ku hûn gerekê bikin ku biqedînin, li ser wî e'rdî k'îjan ku Xudan Xwedêyê kal-bavêd te wê çawa milk' bide te, h'emû r'ojêd ku hûn li ser dinê bijîn.
[2] Ew h'emû cîyêd wan mileta ku hûn diçinê xwer'a bikine milk', k'îderê ew xwedêyêd xwer'a qulix dikin: Ser ç'îya-banîya, ser gira û bin her dareke bi ç'iqil û belgada six t'emamî wêran kin.
[3] Gorîgehêd wan wêran kin, h'eykelêd wan hûrdexweşî kin, Aşêrahêd wan bişewitînin, p'ûtêd wan bibir'in û navêd wan li wî cîyî r'esît kin.
[4] Hûn mîna wan Xudan Xwedêyê xwer'a qulix nekin.
[5] Lê wî cîyî ku Xudan Xwedêyê we wê bibijêre, ji nava h'emû qebîlêd weda ku li wir navê xwe lê dayne, xwe li wî cîyî bigirin û her'ine wir,
[6] dîyarîyêd xweye t'evayîşewatê, qurbanêd xwe, dehekêd xwe, dîyarîyêd destê xwe, sozêd xwe, dîyarîyêd xweye r'ezedilîyê, nixurîyêd pez û dewarêd xwe bibine li wir.
[7] Li wir ber Xudan Xwedêyê xwe hûn neferêd xweva bixwin û şa bin, bona her kirina destêd xwe ku Xudan Xwedêyêd te tu bimbarek kirî.
[8] Hûn gere van tişta nekin, çawa ku dilê we dixwaze, çi ku ji me her kes îro li vir dike,
[9] çimkî hûn hê nek'etine cîyê r'ih'etîyê û warê ku Xudan Xwedêyê te dide te.
[10] Gava hûn Ûrdunêr'a derbaz bine wî e'rdê ku Xudan Xwedêyê we dide we, xwer'a bikine milk', ewê r'ih'etîyê bide we ji h'emû dijminêd dora we, hingê hûnê bê qezî bijîn.
[11] Wî cîyê ku Xudan Xwedêyê we wê bibijêre ku navê xwe lê dayne, her tiştî bibine wir, çawa ku ez t'emî li we dikim, awa gotî: Dîyarîyêd xweye t'evayîşewatê, qurbanêd xwe, dehekêd xwe, dîyarîyêd destê xwe û h'emû h'edîyêd xweye sozdayîye jibare, k'îjana ku hûnê Xudanr'a soz bidin.
[12] Û li ber Xudan Xwedêyê xwe şa bin, hûn û kur'êd we, qîzêd we, xulamêd we, carîyêd we, usa jî lêwîyê bajarêd weda, çimkî p'ar û warê wî t'evî we t'une.
[13] Haş ji xwe hebe dîyarîyêd xweye t'evayîşewatê her cîyê ku te xweş tê nekî,
[14] lê t'enê wî cîyî ku Xudanê ji nava qebîleke te bibijêre, li wir dîyarîyêd xweye t'evayîşewatê û her tiştî çi ku ez li te e'mir dikim bike.
[15] Lê tu dikarî li her bajarê xweda, weke wê bimbarekîya Xudan Xwedêyê xwe h'eywên serjêkî û goşt bixwî, çawa ku dilê te xweş tê. Paqij û ne paqij dikarin ji wî bixwin, mîna kara xezalê û bizina k'ûvî.
[16] T'enê xûnê nexwin, wê mîna avê bir'êjine li ser e'rdê.
[17] Îzina te t'une ku tu bajarêd xweda deheka genimê xwe, meya xwe, bizirê xwe, ne jî nixurîyêd pez-dewarêd xwe, h'emû dîyarîyêd xweye sozdayî, dîyarîyêd xweye r'ezedilîyê û dîyarîyêd destêd xwe bixwî.
[18] Lê tu gere van li ber Xudan Xwedêyê xwe li wî cîyî ku Xudan Xwedêyê te wê bibijêre bixwî. Bi vî awayî, bona her kirina destêd te, tu t'evî kur'ê xwe, qîza xwe, xulamê xwe, carîya xwe û lêwîyê bajarêd xweda li ber Xudan Xwedêyê xwe şa bin.
[19] Haş ji xwe hebe wekî t'emamîya r'ojêd xweda li ser e'rdê xwe bona lêwî tu xem bikî.
[20] Gava Xudan Xwedêyê te sînorê te berfire ke, çawa ku wî gote te û dilê te goşt bixwaze û bêjî: Ezê goşt bixwim hingê çiqasî dixwazî goşt bixwe.
[21] Lê heger ew cîyê ku Xudan Xwedêyê te bibijêre bona ku navê xwe lê dayne, gelek dûrî te be, hingê ji pez û dewarêd xwe, k'îjan ku Xudan dane te, çawa ku min li te e'mir kir serjêke û bajarêd xweda çiqas ku dilê te dixwaze bixwe.
[22] T'enê wê çawa kara xezalê û bizina k'ûvî dixwin usa bixwe, paqij û ne paqij dikarin wê bixwin.
[23] Lê nebî-nebî ku tu xûnê bixwî, çimkî xûn e'mir e, e'mir t'evî goşt nexwî.
[24] Wê nexwe, mîna avê bir'êje li ser e'rdê.
[25] Wê nexwe wekî ter'a û pey ter'a jî zar'êd ter'a qenc be, heger tu heqîyê li ber ç'e'vê Xudan bikî.
[26] T'enê dayînêd xweye pîroz yan sozdayî hilde were li wî cîyî ku Xudanê bibijêre.
[27] Dîyarîyêd xweye t'evayîşewatê, awa gotî goşt û xûnê, li ser gorîgeha Xudan Xwedêyê xwe bide. Xûna qurbanêd xweye din gere bir'êjî li ser gorîgeha Xudan Xwedêyê xwe û goşt bixwî.
[28] R'ind guh bide h'emû van xeberêd ku ez li te e'mir dikim, wekî ter'a, pey ter'a jî zar'êd ter'a qenc be h'eta-h'etayê, heger heqîyê û r'astîyê li ber ç'e'vê Xudan Xwedêyê xwe bikî.
[29] Xudan Xwedêyê te wan miletêd pêşîya te ku tu diçî berî wan dî wê qir' ke. Gava te berî wan da û e'rdê wan xwer'a kire milk',
[30] haş ji xwe hebe ku tu p'êgeha wanda nek'evî t'elê, gava ew li ber te bêne qir'kirinê, xwedêyêd wan neger'î, bêjî: Ev miletana çawa xwedêyêd xwer'a qulix dikin? Ezê jî usa bikim.
[31] Tu Xudan Xwedêyê xwer'a usa neke. Çimkî wana xwedêyêd xwer'a h'emû cûr'e k'irêtî dikirin yêd ku li ber Xudan r'eş in. Ew h'eta kur' û qîzêd xwe jî li ser agir xwedêyêd xwer'a dişewitînin.
[32] H'emû çi ku ez li we e'mir dikim bikin ku biqedînin. Ne li serda zêde kin ne jî kêm kin.