[1] Xudan Xwedêyê xwe h'iz bike, fermanêd wî, qeyde-qanûnêd wî, qirarêd wî û e'mirêd wî her r'oj biqedîne.
[2] Hûn îro şîretêd Xudan Xwedêyê xwe zanin, lê ne zar'êd we. Çimkî ew nezanin û ne jî dîtine mezinayîya wî, destê wîyî qewat û zenda dirêjkirî,
[3] nîşanêd wî, kirêd wî, k'îjan ku wî nava misirîyada anî li serê Firewin p'adşê Misirê û li serê t'emamîya welatê wî.
[4] Usa jî çi ku Xudan anî li serê eskerêd Misirê, hesp û e'rebêd wan, gava wana dabûne pey we, çawa Xudan ava Be'ra Sor ser wanda veger'and û ew qir' kirin h'eta-h'etayê.
[5] Ewî ber'îyêda çi kir bona we, h'eta hatina weye vî cîyî.
[6] Çi anî serê Dat'an û Abîram, kur'êd Elyabê kur'ê R'ûbên, çawa e'rdê devê xwe vekir ew neferava, çadirava û h'emû heyîna wanva, ji nava Îsraêl h'ûfî xwe kir .
[7] Lê belê ç'e'vêd we h'emû kirinêd zore ku Xudan kirin dîtin.
[8] H'emû e'mirêd ku ez îro li we e'mir dikim xweyî kin, wekî hûn qewat bin derbaz bin û her'in wî e'rdî xwer'a bikine milk'.
[9] Wekî e'mirê we dirêj be li ser wî e'rdî, bona k'îjanî Xudan kal-bavêd wer'a sond xwar ku bide wan û zur'eta wan, e'rdê ku şîr û hingiv jê dik'işe.
[10] Çimkî e'rdê ku tu diçî xwer'a bikî milk', ew ne mîna welatê Misirê ye, ji k'îjanî tu derk'etî, k'îderê ku te t'oxim dir'eşand û bi cefa av dida, mîna baxçe.
[11] Lê e'rdê ku hûn derbaz dibinê xwer'a bikine milk', ew e'rdê ç'îya û newala ye ku ji barana e'zmên tê avdanê.
[12] E'rdê ku Xudan Xwedêyê te bona wê xem dike, ç'e'vêd Xudan Xwedêyê te her gav li ser e, ji destpêbûna salê h'eta k'utabûna salê.
[13] Heger hûn r'ind guh bidine e'mirêd min, k'îjan ku ez îro li we e'mir dikim, usa jî Xudan Xwedêyê xwe h'iz bikin û bi t'emamîya dilê xwe, bi t'emamîya nefsa xwe wîr'a qulix kin,
[14] hingê ezê barana payîzê û baharê wextda bidime e'rdê we ku tu genimê xwe, meya xwe û bizirê xwe hildî.
[15] Ezê li çol-bestêd te, bona h'eywanêd te gîhê şîn kim. Xwarina te jî wê t'ijî be, tê bixwî û t'êr bî.
[16] Haş ji xwe hebin, wekî dilê we neyê xapandinê û hûn neşih'itin, ber xwedêyê başqe ta nebin wanr'a qulix nekin,
[17] ku hêrsa Xudan li we r'anebe, ew e'zmên dade, baran t'unebe û e'rd berê xwe nede, hingê hûnê zûtirekê unda bin li ser vî e'rdê qenc ku Xudan dide we.
[18] Lê van xeberêd min nava xwe û dilê xweda xweyî kin, wan çawa nîşan li ser destê xwe girêdin û usa jî bira ew li ser e'nîya we li navbera ç'e'vêd weda bin.
[19] Zar'êd xwe hînî wan kin. Van xebera wanr'a gilî kî gava mala xweda r'ûniştî yî yan r'êda yî, gava p'aldidî û gava r'adibî,
[20] wan li ser rexderîyêd mala xwe û dergehêd bajarê xwe binivîse,
[21] wekî li ser wî e'rdî k'îjan ku Xudan kal-bavêd wer'a sond xwar ku bide wan, r'ojêd e'mirê we û r'ojêd e'mirê zar'êd we usa dirêj bin çawa r'ojêd e'zmên li ser dinê.
[22] Heger hûn van h'emû e'mira qenc xweyî kin, k'îjan ku ez li we e'mir dikim ku biqedînin, Xudan Xwedêyê xwe h'iz bikin, h'emû r'îyêd wîda her'in û xwe li wî bigirin,
[23] hingê Xudanê ji ber we berî li van h'emû mileta de û hûnê miletêd ji xwe mestir û qewattir bikin bindest.
[24] Her cîyê ku pe'nîya nigê we lêk'eve, wê bibe ya we. Ji ber'îyê h'eta Lubnanê, ji ç'emê Firatê h'eta Be'ra Navberê wê bibe sînorê we.
[25] T'u kesê li ber we teyax neke, Xudan Xwedêyê we wê tirs û xofa we bike li ser h'emû welatê ku hûnê nigêd xwe bavêjinê, çawa ku wî gotibû we.
[26] Ez îro dua û nifir'ê datînime li ber we, bibijêrin:
[27] Dua ev e, heger hûn guh bidine e'mirêd Xudan Xwedêyê xwe, k'îjan ku ez îro li we e'mir dikim,
[28] lê nifir' ev e, heger hûn guh nedine e'mirêd Xudan Xwedêyê xwe, ji vê r'îyê bişih'itin, k'îjan ku ez îro li we e'mir dikim û li pey xwedêyêd başqe ku hûn nas nakin her'in.
[29] Û gava Xudan Xwedêyê te, te bibe wî e'rdî, k'îjanî ku tu diçî xwer'a bikî milk', li ser ç'îyayê Girîzîmê tê dua e'lam kî û li ser ç'îyayê Eybal tê nifir' e'lam kî.
[30] Ev ç'îya alîyê r'oavaya Ûrdunê, pey r'îya r'oavayê, li e'rdê kenanîyada ne yêd ku E'rabada pêşberî Gîlgalê nêzîkî me'za Moreh dimînin.
[31] Hûn Ûrdunêr'a derbaz dibin, wekî her'in û wî e'rdî xwer'a bikine milk', k'îjan ku Xudan Xwedêyê we dide we. Hingê hûnê xwer'a bikine milk', li wir bijîn,
[32] bikin ku wan h'emû qeyde-qanûn û qirarêd ku ez îro datînime li ber we biqedînin.