Skip to content
Opens in a new window

[1] Gava Xudan Xwedêyê te qir'a wan mileta bîne, e'rdê k'îjana Xudan Xwedêyê te dide te xwer'a bikî milk' û bajar, malêd wanda cî-war bî,

[2] hingê ji nava wî e'rdê ku Xudan Xwedêyê te dide te xwer'a bikî milk', xwer'a sê bajara başqe kî.

[3] R'îya wan çêke. T'emamîya e'rdê xwe, k'îjan ku Xudan Xwedêyê te milk' dide te, belayî li ser sê p'ara ke. Bi vî awayî her mêrkuj dikare bir'eve li van bajara yekî.

[4] Awa k'îjan mêrkuj dikare bir'eve li wir û sax bimîne: Yê k'u merivekî bê h'emdê xwe bikuje, ku ne duhu ne jî pêr dijminê hev nîbûne.

[5] Gava merivek t'evî yekî din her'e mêşe dara bibir'e û gava balt'e bilind ke dar bibir'e, balt'e ji destû derk'eve hevalê wî k'eve ew bimire, ev meriv bira bir'eve li wan bajara yekî û wê sax bimîne.

[6] Heger r'ê gelek dirêj be, yê h'eyfa xûnê hilde wê bi hêrsa dilê xwe pey mêrkuj k'eve wî bigire û bikuje, lê ew ne hêjayî mirinê bû, çimkî ne duhu ne jî pêr ew dijminê hev nîbûne,

[7] lema ez li te e'mir dikim, dibêjim: ‹Sê bajara xwer'a başqe ke›.

[8] Gava Xudan Xwedêyê te sînorê te berfire ke, çawa ku wî kal-bavêd ter'a sond xwar û t'emamîya e'rdê ku soz da, bide kal-bavêd te bide te,

[9] heger van h'emû e'mira baş xweyî kî, çawa ku ez îro li te e'mir dikim, Xudan Xwedêyê xwe h'iz bikî û h'emû r'ojêd e'mirê xweda r'îyêd wîda her'î, sê bajarêd din jî li ser van her sê bajara zêde kî.

[10] Bi vî awayî bira xûna yê bê sûc li nava e'rdê teda, k'îjan ku Xudan Xwedêyê te milk' dide te, neyê r'êtinê û xûna wî li ser te nebe.

[11] Lê heger yek yekî dinr'a dijminatîyê bike, xwe li wî bitelîne, r'abe lê xe bikuje û bir'eve li van bajara yekî,

[12] r'ûspîyêd bajarê wî bira bişînin û wî ji wir bînin, bidine destê yê ku h'eyfa xûnê wê hilde, wekî ew bê kuştinê.

[13] Bira h'eyfa te li wî neyê, yê ku xûna bê sûc Îsraêlêda r'êtîye, ewî bide hildanê. Bi vî awayî wê ter'a qenc be.

[14] Sînorê nava milk'ê xwe û cînarê xwe, k'îjan ku kal-bavêd te danîne li wî e'rdê ku Xudan Xwedêyê te dide te xwer'a bikî milk', cî neleqînî.

[15] Şe'dek t'enê nikare miqabilî merivekî ku her cûr'e xirabî yan gune kirîye bisekine. Bi devê du yan sê şe'da her tişt bira bê îzbatkirinê.

[16] Heger şe'dekî ner'ast miqabilî yekî din derê û bi mixenetîyê şikîyatê wî bike,

[17] ev her du merî ku hevr'a k'etine de'wê, bira li ber Xudan, li ber k'ahîn û h'akimêd wan r'oja, bisekinin.

[18] H'akim bira baş e'nene kin, heger derewîya şe'de bê girtinê, ewî derew miqabilî birê xwe şe'detî daye,

[19] hingê çi ku wî birê xwer'a dixwest, bînine serê wî. Bi vî awayî xirabîyê ji nava xweda r'awva derxe.

[20] Yêd mayîn wê bibihên û bitirsin, îdî wê xirabîya usa li nava teda nekin.

[21] Bira h'eyfa te e'mir ji ber e'mirva, ç'e'v ji ber ç'e'vva, diran ji ber diranva, dest ji ber destva, nig ji ber nigva neyê.

Qanûna Ducarî — Chapters