Skip to content
Opens in a new window

[1] Gava her tişt, dua û nifir'êd ku min danîbûne li ber te, bêne serê te, hingê li ser wan, nava h'emû miletada, k'îjan ku Xudan Xwedêyê te tu nava wan da belakirî, dîsa bifikire,

[2] heger tu ber bi Xudan Xwedêyê xwe veger'î, tu û zar'êd xweva bi t'emamîya dilê xwe û bi t'emamîya nefsa xwe, guh bidî dengê wî, her tişt çawa ku ez îro li te e'mir dikim,

[3] hingê Xudan Xwedêyê te wê çerxa te r'ast ke û r'e'mê li te bike, wê dîsa te ji nava h'emû mileta, nava k'îjana Xudan Xwedêyê te tu bela kirî, wê te t'opî ser hev ke.

[4] Wekî tu h'eta ber p'er'ê e'zman jî ajotî bî, ji wir jî Xudan Xwedêyê te wê te t'opî ser hev ke, te hilde

[5] û Xudan Xwedêyê te wê te bibe e'rdê ku kal-bavêd te war bibûn û wê xwer'a bikî milk'. Wê çerxa te r'ast ke û te ji kal-bavêd te ze'ftir li hev zêde ke.

[6] Xudan Xwedêyê te wê dilê te û dilê zur'eta te biguhêze , wekî bi t'emamîya dilê xwe û bi t'emamîya nefsa xwe Xudan Xwedêyê xwe h'iz bikî bona xatirê e'mirê xwe.

[7] Xudan Xwedêyê te wê h'emû van nifir'a veger'îne li ser dijmin û neyarêd te, yêd ku pey te k'etibûn.

[8] Tê jî dîsa guh bidî dengê Xudan û h'emû e'mirêd ku ez îro li te e'mir dikim biqedînî.

[9] Xudan Xwedêyê te wê te her tiştîda xinê ke: Bi her şixulê destêd te, berê zikê te, berê h'eywanê te û berê e'rdê te. Çimkî Xudan dîsa wê şa be ku qencîyê ter'a bike, çawa ku ew kal-bavêd ter'a şa dibû,

[10] gava tu guh bidî dengê Xudan Xwedêyê xwe, e'mir û qeyde-qanûnêd wîye vê k'itêba qanûnêda nivîsî xwey kî, bi t'emamîya dilê xwe û bi t'emamîya nefsa xwe veger'î berbi Xudan Xwedêyê xwe.

[11] Çimkî ev e'mirê ku ez îro li te e'mir dikim, ne dûrî te ye ne jî ew çetin e.

[12] Ew ne li e'zmana ye, wekî bê gotinê: ‹K'ê wê bona me r'abe e'zmên, wê mer'a bîne û em wê bibihên, hingê meyê ew biqedanda?›

[13] Ne jî ew wî alîyê be'rê ye, wekî bê gotinê: ‹K'ê wê bona me her'e wî alîyê be'rê, wê mer'a bîne û em wê bibihên, hingê meyê ew biqedanda?›

[14] Lê ew xeber li cem teye, li ser zarê te û dilê teda ye, ku wê xweyî kî.

[15] Binihêr'e, ez îro e'mir û mirinê, xêr-xweşî û xirabîyê datînime li ber te.

[16] Ez îro li te e'mir dikim ku Xudan Xwedêyê xwe h'iz bikî, r'îyêd wîda her'î, e'mirêd wî, qeyde-qanûnêd wî û qirarêd wî xweyî kî. Wekî tu bijîyî û li hev zêde bî û Xudan Xwedêyê te wê te bimbarek ke li ser e'rdê ku tu diçûyî xwer'a bikî milk'.

[17] Lê heger dilê te paşda veger'e û guh nedî, ji r'ê bêyî şih'itandinê, li ber xwedêyêd başqe ta bî wanr'a qulix kî,

[18] ez îro e'lamî we dikim ku hûnê e'seyî unda bin, hûnê dirêj li ser wî e'rdî nejîn, bona k'îjanî tu Ûrdunêr'a derbaz dibî ku bik'evî wir û xwer'a bikî milk'.

[19] Ez îro gazî e'rd û e'zmên dikim çawa şe'dêd miqabilî te, ez e'mir û mirinê datînime ber te, dua û nifir'ê. De e'mir bibijêre wekî tu zur'eta xweva bijîyî,

[20] Xudan Xwedêyê xwe h'iz bike, gur'a wî bike û nêzîkî wî be. Çimkî ew e'mirê te ye û dirêjaya r'ojêd mayîna te ye li ser e'rdê ku Xudan kal-bavêd te: Birahîmr'a, Îshaqr'a û Aqûbr'a sond xwar bide wan».

Qanûna Ducarî — Chapters