[1] Ev in xeberêd peymanê ku Xudan li e'rdê Mowabêda li Mûsa e'mir kir t'evî zar'êd Îsraêl girêde, xêncî peymana ku wî li H'orêbê t'evî wan girêda.
[2] Mûsa gazî t'emamîya Îsraêlê kir û gote wan: «H'emû çi ku Xudan li welatê Misirêda li ber ç'e'vêd we anî serê Firewin û h'emû xulamêd wî, usa jî serê t'emamîya e'rdê wî, we dît,
[3] awa gotî ew cêr'ibandin, nîşan û k'eremetêd mezine ku ç'e'vêd te dîtin.
[4] Lê Xudan h'eta r'oja îro dilê fe'mkirinê, ç'e'vêd dîtinê û guhêd bihîstinê neda we.
[5] Xudan çil salî ber'îyêda r'êberîya we kir: K'incêd li ser we kevin nebûn, solêd nigê weda jî nemaşîyan,
[6] we ne nan xwar ne şerav ne jî ava cehê vexwar, ku hûn bizanibin ez Xudan Xwedêyê we me.
[7] Hûn hatine vî cîyî û Sîxonê p'adşê H'eşbonê, Ogê p'adşê Başanê derk'etine miqabilî me şêr' û me ew alt' kirin.
[8] Me e'rdê wan zeft kir û çawa milk' da r'ûbênîya, gadîya û nîvê qebîla Minaşe.
[9] De xeberêd vê peymanê xweyî kin û wan biqedînin, wekî nava her tiştîda çi ku hûn bikin wer'a li hev bê.
[10] Hûn t'emam îro li ber Xudan Xwedêyê xwe sekinîne: Serwêrêd we, qebîlêd we, r'ûspîyêd we, sereskerêd we, her mêrê Îsraêl,
[11] zar'êd we, k'ulfetêd we û xerîbê li nava zomê teda, ji darbir'ê te h'eta avk'êşê te,
[12] bona ku tu bik'evî peyman û ad-qirarê t'evî Xudan Xwedêyê xwe, k'îjan ku Xudan Xwedêyê te îro t'evî te girêdide.
[13] Wekî îro te xwer'a bike milet, ew jî ter'a bibe Xwedê, çawa ku wî gote te û çawa ku wî kal-bavêd te Birahîm, Îshaq û Aqûbr'a sond xwar.
[14] Ne t'enê t'evî we Xudan vê peyman û ad-qirarê girêdide,
[15] lê t'evî wan jî yêd ku îro li vir t'evî me li ber Xudan Xwedêyê me sekinîne û t'evî wan jî, yêd ku îro li vir t'evî me nînin.
[16] Hûn zanin welatê Misirêda me çawa dijît û çawa em jî ji nava miletr'a derbaz bûn,
[17] we r'obetîyêd wan û p'ûtêd wane dar, kevir, zîv û zêr' nava wan dîtin.
[18] Nebe ku nava weda hebe mêr yan jin, mal yan qebîl dilê k'îjanî îro dûrî Xudan Xwedêyê me k'eve, wekî her'e xwedêyêd wan miletar'a qulix ke. Awa gotî nava weda vî cûr'eyî r'awê ku je'rê û zirîç'kê dide der t'unebe.
[19] Gava yek guh bide xeberêd vê ad-qirarê û xweda guman be, bêje: Wekî li gora serh'işkîya xwe jî ez her'im ezê dîsa sax-silamet bim. Bi vî cûr'eyî, yê t'êr wê t'evî yê bir'çî unda be.
[20] Xudan wê t'u car nebaxşîne wî, çimkî hingê hêrs û k'în-boxa Xudan wê r'abe li ser wî merivî, h'emû nifir'ê vê k'itêbêda nivîsî wê li wî bin û Xudan wê navê wî ji bin p'er'ê e'zmênda r'esît ke.
[21] Xudan wê wî ji h'emû qebîlêd Îsraêl bona bela başqe ke, anegorî h'emû nifir'êd vê peymanê ku vê k'itêba qanûnêda nivîsar in.
[22] Û nisilê peyr'a, awa gotî zar'êd we ku wê pey wer'a bibin, usa jî xerîbê ku wê ji welatê dûr bê, wê wêranbûn û nexweşîyêd vî e'rdî bi k'îjana Xudan lêxist bibînin, bêjin:
[23] T'emamîya e'rd bi k'irk'ût û xwê şewitîye, ne tê çandinê ne jî şîn dibe, li ser wê t'u şînayî şîn nabe, mîna undakirina Sodom, Gomora, Adma û Siboyîmê, k'îjan ku Xudan bi hêrs û k'în-boxa xwe wêran kir.
[24] H'emû milet wê bêjin: Çima Xudan ha anî serê vî e'rdî? Me'na vê hêrsa mezin çîye?
[25] Û wê bêjin: Bona ku wan peymana Xudan Xwedêyê kal-bavêd xwe hiştin, k'îjan ku wî t'evî wan girêda, gava ew ji e'rdê Misirê derxistin.
[26] Ew çûn û xwedêyêd başqer'a qulix kirin, ber wan ta bûn, xwedêyêd ku ne wan nas dikir ne jî Xudan wanr'a k'ifş kir.
[27] Bi vî awayî hêrsa Xudan li ser wî e'rdî r'abû ku h'emû nifir'êd vê k'itêbêda nivîsî bîne li serê wî.
[28] Xudan bi hêrs, k'în-box û xezeba mezin ew ji welatê wan r'awva derxist, ew avîtine welatê başqe, mîna r'oja îroyîn.
[29] Tiştêd veşartî, yêd Xudan Xwedêyê me ne, lê yêd e'yan bona me û zar'êd me ne h'eta-h'etayê, wekî h'emû xeberêd vê qanûnê biqedînin.