Skip to content
Opens in a new window

[1] Heger nava merivada şer'-de'w çêbe û ew li ber dîwanê bisekinin, bira h'akim dîwana wan bikin: Yê heq bê sûc bikin û yê neheq jî sûcdar bikin.

[2] Heger yê neheq layîqî k'utanê ye, bira h'akim e'mir ke, ku wî velezînin û li ber ç'e'vêd h'akim anegorî neheqîya wî bik'utin.

[3] Ji çil derbî zêdetir h'akim nede wî, çimkî gava tu vê zêdetir lêdî, tu birayê xwe li ber ç'e'vê cime'tê bêhurmet dikî.

[4] Devê gayê bêderêda dixebite girênede.

[5] Heger bira t'evayî bijîn, yek ji wan bimire lê kur'ê wî t'unebe, bira jina yê mirî merivê xerîbr'a, awa gotî ji malbetê der neyê dayînê, t'îyê wê gere her'e cem wê û wê xwer'a bistîne û bi vî awayî borcê t'îyîtîyê biqedîne.

[6] Nixurîyê ku ewê bîne wê kur'ê birê mirî bê h'esabê, wekî navê wî li nava Îsraêlda neyê hildanê.

[7] Lê heger ev meriv nexwaze bûka xwe bistîne, hingê bira bûka wî derk'eve li ber dergeh cem r'ûspîya û bêje: ‹T'îyê min naxwaze k'oka birayê xwe li nava Îsraêlda şîn ke, ew naxwaze borcê t'îyîtîyê biqedîne›.

[8] Hingê r'ûspîyêd bajêr bira gazî wî kin û wîr'a xeber din. Lê heger ew ya xwe bike û bêje: ‹Ez naxwazim wê bistînim›

[9] hingê bira bûka wî nêzîkî wî be û li ber ç'e'vê r'ûspîya sola wî ji nigê wî bêxe, t'ûyî r'ûyê wî ke û bêje: ‹Ha tînine serê wî merivî, yê ku mala birê xwe ava nake›.

[10] Bira nava Îsraêlda mala wîr'a bêjin: ‹Mala yê bê sol›.

[11] Heger mêr hevr'a bikine şer' û jina yekî ji wan nêzîk be wekî mêrê xwe destê yê din derxe, destê xwe bavêjê û batîyê yê din bigire,

[12] hingê destê wê bibir'e, bira h'eyfa te li wê neyê.

[13] Bira k'îsikê teda du cûr'e kevirê mêzînê, awa gotî sivik û giran t'une bin.

[14] Bira mala teda du cûr'e derdanêd çapkirinê, awa gotî biç'ûk û mezin t'une bin.

[15] Kevirê teyî mêzînê û derdanê teyî çapkirinê gere t'am û r'ast bin, wekî e'mirê te dirêj be li ser e'rdê ku Xudan Xwedêyê te dide te.

[16] Çimkî kirina yê vê yekê, yan yê ku ner'astîyê dike, k'irêtîye li ber Xudan Xwedêyê te.

[17] Bîr bîne Amalêk r'êva çi anî serê te, gava ku hûn ji Misirê derdik'etin.

[18] Ew ji Xwedê netirsîya û piştêva h'icûmî li ser te kir, çaxê tu westîyayî û qudûmk'etî bûyî û yêd sistbûyî qir' kirin.

[19] Awa gava Xudan Xwedêyê te, te ji her dijminêd dora teye li ser wî e'rdî r'ih'et bihêle, k'îjan ku Xudan Xwedêyê te çawa milk' dide te, ku qazinc kî, navê Amalêk bin p'er'ê e'zmênda r'esît kî. Bîr nekî!

Qanûna Ducarî — Chapters