Skip to content
Opens in a new window

[1] Mûsa gazî t'emamîya Îsraêl kir û gote wan: «Bibihê Îsraêl, qeyde-qanûn û qirarêd ku ez îro wer'a dibêjim. Hûn jî wan hîn bin û bikin ku wan biqedînin.

[2] Xudan Xwedêyê me li ber H'orêbê peyman t'evî me girêda.

[3] Xudan t'evî kal-bavêd me eva peymana girêneda, lê xût t'evî me h'emûya, yêd ku îro sax-silamet li vir in.

[4] Xudan li serê ç'îyê ji nava êgirda r'û bi r'û t'evî we xeberda.

[5] Ez jî wî çaxî navbera we û Xudanda sekinîbûm, wekî xebera Xudan wer'a bêjim, çimkî hûn ji agir ditirsîyan û hilnedik'işîyane serê ç'îyê, hingê Xudan got:

[6] ‹Ez Xudan Xwedêyê te me, yê ku tu ji welatê Misirê, ji mala xulamtîyê derxistî.

[7] Pêştirî min xwedêyê teye mayîn t'une bin.

[8] T'u p'ûtî mîna dilqê tiştekîda xwer'a çê nekî, ne jor li e'zmên, ne jêr li ser e'rdê, ne jî nava avêd bin e'rdêda.

[9] Ber wana ta nebî û xulamtîya wan nekî, çimkî ez Xudan Xwedêyê te Xwedêkî k'umr'eş im, ku bona neheqîyêd bava tînime serê zar'a h'eta nisilê sisîya û çara yêd ku dijenine min,

[10] lê ewêd ku min h'iz dikin û e'mirêd min diqedînin, ezê h'eta h'ezar nisilî bi h'uba amin t'evî wan bim.

[11] Navê Xudan Xwedêyê xwe badîhewa nedî ser zarê xwe, çimkî Xudan wê yê ku navê wî badîhewa dide ser zarê xwe bê ceza nehêle.

[12] R'oja şemîyê xwey ke û pîroz ke, çawa ku Xudan Xwedêyê te li te e'mir kir.

[13] Şeş r'oja bixebite û h'emû şixulê xwe bike,

[14] lê r'oja h'efta, şemîya r'ih'etîya bona Xudan Xwedêyê te ye, t'u şixulî nekî, ne tu, ne kur'ê te, ne qîza te, ne xulamê te, ne carîya te, ne gayê te, ne k'era te, ne h'eywanekî te, ne jî xerîbê nava teda, wekî xulam û carîya te mîna te r'ih'et be.

[15] Bîr bîne wekî tu xulam bûyî li e'rdê Misirêda û Xudan Xwedêyê te, tu ji wir derxistî, bi destê zor û zenda dirêjkirî, lema jî Xudan Xwedêyê te li te e'mir kir ku şemîya r'ih'etîyê xwey kî.

[16] Qedirê dê û bavê xwe bigirî, çawa ku Xudan Xwedêyê te li te e'mir kir, wekî e'mirê te dirêj be, wekî ter'a qenc be li ser e'rdê ku Xudan Xwedêyê te dide te.

[17] Nekujî.

[18] Zinîyê nekî.

[19] Nedizî.

[20] Miqabilî t'u kesî şe'detîya derew nedî.

[21] Dilhavijîya k'ulfeta t'u kesî nekî. Ne dilhavijîya mala t'u kesî, ne e'rdê wî, ne xulamê wî, ne carîya wî, ne gayê wî, ne k'era wî, usa jî t'u tiştê t'u kesî›.

[22] Ev xeberana Xudan h'emû civata wer'a, serê ç'îyê ji nava agirda, e'wr û te'rîstanîyêda, bi dengê bilind got û îdî zêde nekir. Ew li ser du selêd kevirî nivîsîn û dane min.

[23] Çaxê we deng ji nava te'rîstanîyê bihîst, ç'îya jî bi agir dişewitî, hingê hûn, h'emû serwêrêd qebîlêd we û r'ûspîyêd we nêzîkî min bûn,

[24] û gotin: ‹Awa Xudan Xwedêyê me r'ûmeta xwe, mezinayîya xwe nîşanî me kir û me dengê wî ji nava agirda bihîst. Îro me dît, wekî Xwedê t'evî însên xeber dide û însan sax dimîne.

[25] Niha çima em bimirin? Ev agirê hanî mezin wê me h'ûfî xwe ke, wekî em dîsa dengê Xudan Xwedêyê xwe bibihên, emê bimirin.

[26] Çimkî k'îjanî xûn-goşt dengê Xwedêyê zêndî ku ji nava êgir xeberda mîna me bihîstîye û sax maye?

[27] Tu her'e nêzîk be û bibihê h'emû çi ku Xudan Xwedêyê me wê bêje û tu t'emamî mer'a bêje. Çi ku Xudan Xwedêyê me wê bêje te, emê jî bibihên û biqedînin›.

[28] Gava we t'evî min xeber dida, Xudan dengê we bihîst û Xudan gote min: ‹Min ew xeberêd ku evî miletî gote te bihîst. H'emû çi ku wan got qenc e.

[29] Xwezî nêt-fikirêd wan her gav ev be, ji min bitirsin û h'emû e'mirêd min biqedînin, wekî wan û zar'êd wanr'a h'eta-h'etayê qenc be!

[30] Her'e bêje wan: «Veger'ine konêd xwe».

[31] Lê tu li vir t'evî min bimîne, ezê h'emû e'mir, qeyde-qanûn û qirara bêjime te, tu jî cime'tê hînî van kî, wekî ew wan biqedînin li ser e'rdê ku ez didime wan xwer'a bikine milk'›.

[32] Bice'dînin usa bikin, çawa ku Xudan Xwedêyê we li we e'mir kir, ne ç'ep dager'in, ne jî r'ast.

[33] T'enê wê r'êyêda her'in k'îjan ku Xudan Xwedêyê we li we e'mir kir, wekî hûn sax û silamet bin û r'ojêd we li ser e'rdê ku hûnê lê war bin, dirêj bin.

Qanûna Ducarî — Chapters