[1] Mûsa çû û ev xeberana t'emamîya Îsraêlêva e'yan kirin
[2] û gote wan: «Ez îdî sedbîst salî me, nikarim her'im û bêm, Xwedê jî gote min: Tu ç'emê Ûrdunêr'a derbaz nabî.
[3] Xudan Xwedêyê te wê xwexa pêşîya teva her'e, ewê van mileta ji ber te unda ke û tê cîyê wan xwer'a bikî milk'. Yêşûyê pêşîya teva her'e, çawa ku Xudan gotibû.
[4] Xudanê usa bîna serê wan, çawa ku anî serê p'adşêd emorîya, Sîxon û Og, usa jî e'rdêd wan, qir'a k'îjana ewî anî.
[5] Xudanê wan bide destêd we û hûn anegorî wan h'emû e'mirêd ku min li we e'mir kirin bînine serê wan.
[6] Qewat û e'gît bin, ji wan netirsin û nebizdin, çimkî Xudan Xwedêyê te xwexa t'evî te tê, ew dûrî te nak'eve û te ber'nade».
[7] Mûsa gazî Yêşû kir û li ber ç'e'vê t'emamîya Îsraêlê gote wî: «Qewat û e'gît be, çimkî tê t'evî vî miletî bik'evî e'rdê ku Xudan kal-bavêd wanr'a sond xwar bide wan û tê wî e'rdî wanr'a bikî milk'.
[8] Lê Xudan xwexa pêşîya teva diçe û wê t'evî te be, ewê dûrî te nak'eve û te ber'nede, ber xwe nek'eve û netirse».
[9] Mûsa ev qanûn nivîsî û da k'ahînêd zar'êd Lêwî, yêd ku Sindoqa Peymana Xudan dibirin û h'emû r'ûspîyêd Îsraêl.
[10] Mûsa li wan e'mir kir û got: «Her k'utasîya sala h'efta li sala baxşandinê, li Cejina H'olikçêkirinêda,
[11] k'engê t'emamîya Îsraêl bê û li ber Xudan Xwedêyê te bisekine, li wî cîyê ku ew bibijêre, t'emamîya Îsraêlr'a vê qanûnê bi dengê bilind bixûne.
[12] Cime'tê, jina, mêra, zar'a û xerîbêd nava bajarêd xweda, t'opî ser hev ke, ku ew bibihên û hîn bin ji Xudan Xwedêyê we bitirsin û h'emû xeberêd vê qanûnê bikin ku biqedînin.
[13] Zar'êd wan yêd ku hê nizanin, wê bibihên û hîn bin ji Xudan Xwedêyê we bitirsin, li nava h'emû r'ojêd e'mirê we li ser e'rdê ku hûn Ûrdunêr'a derbaz dibin xwer'a bikine milk'».
[14] Xudan gote Mûsa: «Awa r'ojêd teye mirinê nêzîk in, gazî Yêşû ke û li Konê Civînêda bisekinin, ezê e'mira bidime wî». Mûsa û Yêşû çûn û li Konê Civînêda sekinîn.
[15] Xudan li stûna e'wrda konda wanva xuya bû û stûna e'wr li ber derê kon sekinî.
[16] Û Xudan gote Mûsa: «Awa tu diçî bigihîjî kal-bavêd xwe. Ev miletê r'abe li wî cîyê ku diçinê bêe'silîyê bike, awa gotî pey wan xwedêyêd başqeye wî e'rdî her'e. Ewê min bihêle û peymana ku min t'evî wan girêda bit'er'ibîne.
[17] Wê r'ojê hêrsa minê li ser wî r'abe, ezê wan bihêlim û r'ûyê xwe ji wan veşêrim. K'oka wanê bê û gelek tengasî û zelûlî r'astî wan bê. Wan r'oja ewê bêje: Gelo ev bela ku hatine serê min ne bona wê yekê ye ku Xudanê min t'evî min nîne?
[18] Lê ezê wê r'ojê r'ûyê xwe hê veşêrim bona her xirabîya ku wî kir, gava berê xwe da xwedêyêd başqe.
[19] Niha xwer'a vê stiranê binivîsin û zar'êd Îsraêl hînî wê ke, wê bike ser zar-zimanê wan, wekî eva stirana minr'a bibe şe'dê miqabilî zar'êd Îsraêl.
[20] Wextê ez wî bibime e'rdê ku şîr û hingiv jê dik'işe, çawa ku min kal-bavêd wanr'a sond xwar, ewê bixwe, t'êr be, k'ok be û wê berê xwe bide xwedêyêd başqe, ewê wanr'a qulix ke, min t'exsîr ke û peymana min bit'er'ibîne
[21] wê bibe gava gelek tengasî û zelûlî bibîne, ev stirana wê bibe şe'dê miqabilî wî, çimkî eva ji bîra zur'eta wî wê derneyê. Ez îdî îro zanim t'ivdîra wan çîye, hê berî wê yekê ku min ew birine e'rdê ku min soz da».
[22] Mûsa hema wê r'ojê ev stiran nivîsî û zar'êd Îsraêl hînî wê kirin.
[23] Xwedê li Yêşûyê kur'ê Nûn e'mir kir û got: «Qewat û e'gît be, çimkî tuyê zar'êd Îsraêl bibî e'rdê ku min wanr'a sond xwar û ezê t'evî te bim».
[24] Gava Mûsa h'emû xeberêd vê qanûnê k'itêbêda nivîsî û xilaz kirin,
[25] Mûsa li lêwîyêd ku Sindoqa Peymana Xudan dibirin e'mir kir û got:
[26] «Vê k'itêba qanûnê hildin û daynine k'êlekeke Sindoqa Peymana Xudan Xwedêyê xwe û bira ew li wir bibe şe'dê miqabilî te.
[27] Çimkî ez serhildan û serh'işkîya te zanim, h'eta r'oja îro ku ez nava weda dijîm hûn li ber Xudan serh'işk bûne, hê çiqas zêde pey mirina minr'a.
[28] H'emû r'ûspîyêd qebîlêd xwe û serwêrêd xwe bicivînine li cem min, ezê wanr'a van xebera bêjim û gazî e'rd û e'zmên bikim çawa şe'dê miqabilî wan.
[29] Çimkî ez zanim ku pey mirina minr'a hûnê e'se bih'er'imin û bişih'itin ji wê r'îya ku min li we e'mir kir û peyr'a wê bela bêne pêşîya we, bona xirabîya ku hûnê li ber ç'e'vê Xudan bikin, bi kirêd destêd xwe hêrsa wî r'akin».
[30] Mûsa xeberêd vê stiranê li ber t'emamîya civîna Îsraêl h'eta xilazîyê got: