[1] Heger ji nava teda p'êxember, yan yê xewna şirovedike derê û nîşan, yan k'eremetekê e'şeret ke
[2] û ew nîşan yan k'eremeta ku wî gotibû te bê sêrî, lê ew bêje: Em li pey xwedêyêd başqe ku tu nas nakî her'in û em wanr'a qulix kin,
[3] tu gur'a wî p'êxemberî yan yê xewna şirovedike neke. Çimkî Xudan Xwedêyê we, we dicêr'ibîne, wekî bizanibe hûn Xudan Xwedêyê xwe h'iz dikin bi t'emamîya dilê xwe û bi t'emamîya canîya xwe, yan na.
[4] Pey Xudan Xwedêyê xwe her'in, ji wî bitirsin, e'mirêd wî xweyî kin, guh bidine wî, wîr'a qulix kin û xwe li wî bigirin.
[5] Lê ew p'êxember yan yê xewna şirovedike gere bê kuştinê. Çimkî ew we miqabilî wî Xudan Xwedêyê we r'adike, k'îjanî ku hûn ji welatê Misirê derxistin û ji wê mala xulamtîyê xilaz kirin, ew dike ku we ji wê r'êyê bixalifîne, k'îjan ku Xudan Xwedêyê we li we e'mir kiribû têda her'in. Bi vî awayî xirabîyê ji nava xweda r'awva derxe.
[6] Heger birê te, kur'ê dîya te, kur'ê te, qîza te, k'ulfeta p'aşila teda, yan destebirakê te, te r'azî ke dizîva bêje: Werin em her'in xwedêyêd başqer'a qulix kin, ku ne te nas kirine ne jî kal-bavêd te,
[7] xwedêyêd miletêd dora xwer'a, heger nêzîkî te bin, yan dûrî te, ji serîkî e'rdê h'eta serê din,
[8] wîr'a qayl nebî û gur'a wî nekî. Bira h'eyfa te li wî neyê û dilê te lê neşewite, ne jî wî veşêrî.
[9] Lê e'se wî bikujî, pêşîyê bira destê te li ser wî kuştinêr'a bilind be, paşê destê t'emamîya cime'tê.
[10] Bide ber kevira bikuje, çimkî ewî kirîye ku te ji Xudan Xwedêyê te, k'îjanî tu ji Misirê ji mala xulamtîyê derxistî, bixalifîne.
[11] Hingê t'emamîya Îsraêlê bona wê yekê wê bibihê û bitirse, îdî xirabîya usa nav teda nakin.
[12] Heger tu bibihêyî wekî li nava bajarêd te yekîda ku Xudan Xwedêyê te dide te tu têda bijîyî,
[13] merivêd bêt'ewşe ji nava teda derk'etine û binelîyêd bajarê xwe xalifandine, gotine: Werin em her'in xwedêyêd başqer'a qulix kin (ku we ew nas nekirine),
[14] tu biger'e, e'nene ke û r'ind pê bih'ese. Heger ew usa ne, r'ast e ew k'irêtî li nava teda bûye,
[15] hingê binelîyêd wî bajarî e'se bide ber devê şûr bikuje, bajar û h'emû çi ku wîda ye, usa jî h'eywanêd wî, bide ber devê şûr qir' ke, ku nifir'ê Xudan bê sêrî.
[16] T'emamîya t'alên t'op ke nava meydanê. Bajar t'alênva Xudan Xwedêyê xwer'a agirşewat ke. Bira ew h'eta-h'etayê wêran bimîne û t'u car neyê avakirinê.
[17] Bira destê te t'u tiştê nifir'lêbûyî nek'eve, çi ku gere bê undakirinê, wekî alava hêrsa Xudan dayne û r'e'mê li te bike. K'eremê li te bike, te li hev zêde ke, çawa ku wî kal-bavêd ter'a sond xwar,
[18] heger tu gur'a Xudan Xwedêyê xwe bikî, h'emû e'mirêd wî ku ez îro li te e'mir dikim xwey kî û heqîyê li ber ç'e'vê Xudan Xwedêyê xwe bikî.