[1] Ev e ew dua bi k'îjanî Mûsayê merivê Xwedê berî mirina xwe dua li zar'êd Îsraêl kir.
[2] Û got: «Xudan ji Sînayê hat, ji Sêhîrê wanva şewq da, ji ç'îyayê Paran wanva xuya bû ew t'evî bêh'esab pîroza hat, ji destê wîyî r'astê agirê qanûnê bona wan alav da.
[3] R'astî Xwedê mileta h'iz dike, h'emû pîrozêd wî destêd teda ne, wan xwe avîtine li p'îyêd te û wê guh bidine gotinêd te.
[4] Mûsa qanûn li me e'mir kir, war bona cime'ta Aqûb.
[5] Xudan bû p'adşê Yêşûrûnê gava serwêrêd cime'tê t'evî qebîlêd Îsraêl civîya bûn.
[6] Bira bijî R'ûbên û nemire, lê bira h'esabê wî kêm be».
[7] Ev jî bona Cihûda got: «Bibihê Xudan dengê Cihûda û wî bîne li cem cime'ta wî, bira bi destêd xwe şer'ê xwe bike tu jî bibî alîk'arê wî ji dijminêd wî».
[8] Bona Lêwî got: «Ûrîm û Tûmîmê te li cem merivê teyî xwedêxof be, yê ku te li Massahê cêr'iband, t'evî k'îjanî ber avêd Mêrîbahê k'etî h'ucetê.
[9] Yê ku bona dê û bavê xwe dibêje: Min xemk'êşîya wan nekir, birayêd xwe qebûl nekir û zar'êd xwe nas ne kir , çimkî ew gotina te diqedînin û peymana te xwey dikin.
[10] Ew Aqûb hînî qirarêd te dikin, Îsraêl jî hînkirina te, bixûrê datînin li ber te, qurbanê t'evayîşewatê jî li ser gorîgeha te.
[11] Dua li qewata wî bike Xudan, kirêd destê wî qebûl ke. Pişta dijminêd wî qat ke usa ku yêd dijenine wî r'anebin».
[12] Bona Binyamîn got: «H'izkirîyê Xwedê wê bê qezî bijî, Yê Herî-Zor t'emamîya r'ojê xweyîtîya wî dike. Ew li nava girêd wî dijî».
[13] Bona Ûsiv got: «Duayê Xudan li e'rdê wî be, bi qir'avîya qence ji e'zmên, bi ava bêbinîyayêye jêr her'ikî,
[14] bi dayîna berêd qence ji te'vê, bi dayîna deremetêd qence ji meha.
[15] Ji tiştêd bijartîye ç'îyayêd kevin û tiştêd qence girêd h'eta-h'etayê.
[16] Bi dayîna qence e'rdê t'ijî, bi k'erema yê ku nava k'ola stirûyê bû . Bira ew bêne serê Ûsiv, li ser e'nîya bijartîyê li nava birada.
[17] Mezinayîya wî mîna nixurîyê box, stirûyêd wî mîna stirûyêd gayê beyanî, yek dehe h'ezarêd Efrayîm e, yek jî h'ezarêd Minaşe ye, bi wan ewê mileta hevr'a h'eta serê dinê bide'fîne».
[18] Bona Zebûlon got: «Şa be Zebûlon, derk'etina xwer'a, Îsaxar jî li nava çadirêd xwe da.
[19] Ewê mileta gazî li ser ç'îyê bikin, li wir ewê gorîyêd r'ast bidin. Çimkî ji dewlemendtîya be'ra ewê bixwin û xiznêd li nava qûmêda veşartî».
[20] Bona Gad got: «Bimbarek e yê ku sînorê Gad fire dike, Gadê çawa şêr r'ih'et be, mil û t'epa sêrî didir'îne.
[21] Ewî tiştê herî qenc xwer'a bijart, çimkî wîr'a p'ara serwêr hate k'ifşkirinê, ew t'evî serwêrêd milet hat r'astîya Xudan û dîwanêd wî t'evî Îsraêl bik'ar anî».
[22] Bona Dan got: «Dan cewrikê şêra ye ku ji Başanê banzdide».
[23] Bona Neftelî got: «Neftelî xêrxwezîyêva dagirtî ye, bimbarekîya Xudanva t'ijî ye, r'ohilat û başûrê war be».
[24] Bona Aşêr got: «Ji nava kur'ada Aşêr herî bimbarek e, bira h'izkirîyê birayêd xwe be û nigê xwe r'ûnda ke.
[25] Zer'zêd derîyêd te h'esin û sifir in, û qewata te weke r'ojêd te be».
[26] «Mîna Xwedê Yêşûrûn t'uneye, bona alîk'arîya te li e'zmên sîyar dibe nava nûr-r'ûmeta xwe li ser e'wr.
[27] Xwedêyê h'eta-h'etayê kela ye, milêd wîye h'eta-h'etayê alîk'ar in, ewî dijminêd te ji ber te r'aqetandin, got: Qir' ke!
[28] Îsraêl bêqezî, başqe dijî, kanîya Aqûb wê e'rdê genim û şeravêda be, ji e'zmanêd wî qir'avî tê xarê.
[29] Xwezî li te Îsraêl! K'ê ye mîna te? Miletê bi destê Xudan xilazbûyî, mert'al, alîk'ar û şûrê nûr-r'ûmeta te ew e, dijminêd te wê li ber te ta bin, tuyê p'êyî li sergirkê milêd wan bikî».