[1] Mûsa t'evî r'ûspîyêd Îsraêl li milet e'mir kir û got: «H'emû e'mirêd ku ez îro li we e'mir dikim xwey kin.
[2] Wê r'oja gava hûn Ûrdunêr'a derbaz bine e'rdê ku Xudan Xwedêyê te dide te, hingê xwer'a kevirêd mezin bide sekinandinê û bi k'ilsê zêp ke.
[3] Li ser wan h'emû xeberêd vê qanûnê, wextê derbazbûna xwe binivîse, awa gotî wextê tu her'î e'rdê ku Xudan Xwedêyê te dide te. E'rdê ku şîr û hingiv jê dik'işe, çawa ku Xudan Xwedêyê kal-bavêd te gotibû te.
[4] Wextê hûn Ûrdunêr'a derbaz bin, van kevira daynine li ser ç'îyayê Eybalê û bi k'ilsê wan zêp kin, bona k'îjana ez îro li we e'mir dikim.
[5] Li wir gorîgehê Xudan Xwedêyê xwer'a çêke. Gorîgeha kevirî, hacetê h'esin li kevirê wê nek'eve.
[6] Bi kevirêd saxlem gorîgehê Xudan Xwedêyê xwer'a çêke û li ser wê dîyarîyêd t'evayîşewatê Xudan Xwedêyê xwer'a bide,
[7] dîyarîyêd heleqetîyê serjêke, li wir ber Xudan Xwedêyê xwe bixwe û şa be.
[8] Û li ser wan kevira h'emû xeberêd vê qanûnê zelal-safî binivîse».
[9] Hingê Mûsa û k'ahînêd lêwî t'emamîya Îsraêlr'a gotin: «Ker' be û bibihê, Îsraêl! Îro tu bûyî miletê Xudan Xwedêyê xwe.
[10] Guh bide dengê Xudan Xwedêyê xwe, e'mirêd wî û qeyde-qanûnêd wî biqedîne, k'îjan ku ez îro li te e'mir dikim».
[11] Wê r'ojê Mûsa e'mir dane cime'tê û got:
[12] «Gava hûn Ûrdunêr'a derbaz bin, qebîla Şimh'ûn, Lêwî, Cihûda, Îsaxar, Ûsiv û Binyamîn gere li ser ç'îyayê Girîzîmê bisekinin ku dua li milet bikin.
[13] Lê qebîla R'ûbên, Gad, Aşêr, Zebûlon, Dan û Neftelî gere li ser ç'îyayê Eybal bisekinin, bona nifir' kirinê.
[14] Û lêwîyê bi dengê bilind bikine gazî bêjine h'emû îsraêlîya:
[15] Nifir' li wî be, k'ê p'ûtekî çêke, yan r'o ke û wî dayne cîkî xewle, her çêkirina haye bi destê hoste, k'irêtî ye li ber Xudan. Bira milet veger'îne û bêje: Amîn.
[16] Nifir' li wî be, k'ê dê û bavê xwe bê hurmet ke. H'emû milet bêje: Amîn.
[17] Nifir' li wî be, k'ê sînorê cînarê xwe cî biguhêze. H'emû milet bêje: Amîn.
[18] Nifir' li wî be, k'ê yekî kor ji r'ê bişih'itîne. H'emû milet bêje: Amîn.
[19] Nifir' li wî be, k'ê heqîya xerîb, sêwî û jinebîyê bit'er'ibîne. H'emû milet bêje: Amîn.
[20] Nifir' li wî be, k'ê serê xwe jinbava xwer'a dayne, çimkî ew cî nivîna bavê xwe bêhurmet dike. H'emû milet bêje: Amîn.
[21] Nifir' li wî be, k'ê serê xwe h'eywanekêr'a dayne. H'emû milet bêje: Amîn.
[22] Nifir' li wî be, k'ê serê xwe xûşka xwer'a, qîza bavê xwe yan qîza dîya xwer'a dayne. H'emû milet bêje: Amîn.
[23] Nifir' li wî be, k'ê serê xwe xwesîya xwer'a dayne. H'emû milet bêje: Amîn.
[24] Nifir' li wî be, k'ê dizîva yekî din bikuje. H'emû milet bêje: Amîn.
[25] Nifir' li wî be, k'ê r'uşetê hilde ku xûna yê amî-t'am bir'êje. H'emû milet bêje: Amîn.
[26] Nifir' li wî be k'ê xeberêd vê qanûnê xwey neke neqedîne. H'emû milet bêje: Amîn.