[1] Hûn zar'êd Xudan Xwedêyê xwe ne, bona mirîya xwe neh'er'işînin û p'or'ê nav ç'e'vêd xwe kur' nekin.
[2] Çimkî tu Xudan Xwedêyê xwer'a miletekî buhurtî-jibare yî. Xudan tu ji h'emû miletêd li ser t'opa dinê bijartî wekî tu bibî miletê wîyî milk'ê wî.
[3] T'u tiştê h'eram nexwe.
[4] Awa h'eywanêd ku hûn dikarin bixwin: Ga, pez, bizin,
[5] gak'ûvî, xezal, karxezal, bizina k'ûvî, bizinê qeya, qant'ebizin, peza k'ûvî.
[6] Her h'eywanê ku dik'ayê, dusimî û simvekirî ye, dikarin bixwin.
[7] Lê t'enê nava evêd ku dik'ayên yan dusimî û simvekirî ne, van nexwin: Deve, k'êvrûşk, qotik, çimkî r'aste ew dik'ayên lê simvekirî nînin, ew bona we ne h'elal in.
[8] Beraz jî, r'aste dusimî ye lê nak'ayê, ew ne h'elal e bona we, goştê wan nexwin ne jî cendekê wan k'evin.
[9] Ji h'emû h'eywanêd avêda, yêd ku milêd wan û paç'êd wan hene dikarin bixwin.
[10] Lê h'emûyêd ku milêd wan û paç'êd wan t'unene nexwin, ew bona we ne h'elal in.
[11] Her teyreda h'elal dikarin bixwin.
[12] Lê van hûn gere nexwin: Teyr, teyrê bazî û teyrê be'rê,
[13] qûş, qereqûş û bawîk cûr'êd wanva,
[14] her qar'qar'î cûr'êd wanva,
[15] deveqûş, bûmê şevê, me'sîgir û qerqe cûr'êd wanva,
[16] kundê korî biç'ûk, kundê korî mezin û kundê korî sipî,
[17] pêlîkan, qirqê Misirê, qazê me'sîya,
[18] legleg, quling cûr'êd wanva, pûpû, baç'ermok.
[19] Her mêş-morêd xweyîp'er' ne h'elal in bona we, ew bira neyêne xwarinê.
[20] Her teyreda h'elal dikarin bixwin.
[21] T'u h'eywana h'işkbûyî nexwin. Wê dikarî bidî xerîbê bajarêd xweda, bira ew bixwe, yan jî bifiroşe r'êwîya, çimkî tu miletekî buhurtî-jibare yî Xudan Xwedêyê xwer'a. Karê li nav şîrê makêda nek'elînî.
[22] Haş ji xwe hebe çi ku tu bi h'emû t'oximê xwe her sal ji e'rdê distînî, dehekê başqe kî.
[23] Û ber Xudan Xwedêyê xwe, li wî cîyî ku ewê bibijêre wekî li wir navê xwe lê dayne, deheka genimê xwe, meya û bizirê xwe, nixurîyê pez û dewarê xwe bixwe. Bi vî awayî her r'oj tê hîn bî ji Xudan Xwedêyê xwe bitirsî.
[24] Heger r'îya wî cîyî gelekî dûr be û Xudan Xwedêyê te jî tu bimbarek kirî û tu nikaribî vê dehekê bibî li wî cîyî ku Xudan Xwedêyê te wê bibijêre wekî navê xwe lê dayne,
[25] hingê tu dikarî wê p'erar'a biguhêr'î. P'era bigire destê xwe û her'e cîyê ku Xudan Xwedêyê te wê bibijêre.
[26] Bi van p'era tu dikarî her tiştê dilê te bixwaze bik'ir'î: pez, dewar, şerav, ava ceh û her tiştî çi ku tu bixwazî. Li wir ber Xudan Xwedêyê xwe tu neferêd xweva bixwe û şa be.
[27] lêwîyê bajarêd xweda bîr neke, çimkî p'ar û warê wî t'evî te t'une.
[28] K'utasîya sala sisîya deheka her tiştêd wê salê bîne û dayne li nava bajarêd xwe.
[29] Hingê lêwî ku p'ar û warê wî t'evî te t'une, usa jî xerîb, sêwî, jinebî ku li nava bajarêd teda ne, wê bên, bixwin û t'êr bin, wekî Xudan Xwedêyê te dua li te bike, nava her şixulêd destêd teda ye ku tê bikî.