[1] Heger li nava wî e'rdê ku Xudan Xwedêyê te dide te xwer'a bikî milk', li çolê cinyazê merîkî bê dîtinê û nee'yan be k'ê ew kuştîye,
[2] bira r'ûspîyêd te û h'akimêd te derên û ji cinyaz h'eta bajarêd dora wî çap kin.
[3] Bira r'ûspîyêd bajarê lapî nêzîkî cinyaz, nogineke bi k'îjanê hê xebat nekirine û k'îjan ku hê nek'etîye binê nîr.
[4] R'ûspîyêd wî bajarî gere wê noginê berjêr bibine newaleka ku ç'em dik'işe û e'rd wê jî ne hatîye r'akirinê ne jî çandinê, wê newalêda bira stukura noginê bişkênin.
[5] K'ahînê zar'êd Lêwî wê bêne nêzîk, çimkî Xudan Xwedêyê te ew bijartin ku wîr'a qulix kin û bi navê Xudan bimbarek bikin, bi xebera wan gere her şer'-de'w û hevr'ik'î bêne safîkirinê.
[6] H'emû r'ûspîyêd bajarê lapî nêzîkî cinyaz bira destêd xwe li ser nogina newalêda stukur şkênandîda bişon
[7] û e'lam kin, bêjin: Destêd me ev xûn ner'êtîye û ç'e'vêd me nedîtine.
[8] Xudan, bibaxşîne miletê xwe Îsraêl, k'îjan ku te xilaz kir, heqê xûna bê sûc neyne li ser miletê xwe Îsraêl. Bira ev xûn li wan bê baxşandinê.
[9] Bi vî awayî tê li ber ç'e'vê Xudan r'astîyê bikî gava xûna bê sûc ji nava xweda bişoyî.
[10] Gava miqabilî dijminêd xwe derêyî şêr' û Xudan Xwedêyê te wan bide destê te, tu wan hêsîr hildî,
[11] heger li nava hêsîra jineke bedew bibînî, wê begem kî û xwer'a bixwazî,
[12] wê bîne mala xwe. Bira ew p'or'ê xwe kur' ke, neynikêd xwe bibir'e
[13] û k'incêd xweye hêsîrîyê bêxe, mala teda r'ûnê û t'am mehekê bona dê û bavê xwe bigirî, peyr'a tu serê xwe pêr'a dayne, hûnê bibine jin û mêr.
[14] Lê heger peyr'a tu wê nexwazî, wê ber'de, k'uda dixwaze bira her'e. Wê nefiroşe, ne jî çawa carî h'esab ke, çimkî te ew bêhurmet kir.
[15] Heger du jinêd yekî hebin ew yekê h'iz bike lê ya din h'iz neke, ew wîr'a kur'a bînin, ya h'izkirî jî ya neh'izkirî jî, lê kur'ê nixurî ya neh'izkirî bîne,
[16] wextê hebûka xwe kur'êd xwer'a p'areveke, ew nikare cîyê pêşin bide kur'ê ya h'izkirî li dewsa nixurîyê xwe ku ji ya neh'izkirî ye.
[17] Lê ew gerekê kur'ê ya neh'izkirî nixurî h'esab ke û dubare ji h'emû hebûka xwe bide wî, çimkî ew e destpêbûna qewata wî, nixurtî wîr'a dik'eve.
[18] Heger kur'ê yekî serh'işk yan neêlim be, gur'a dê û bavê xwe neke, ewana li wî hilatibin lê ewî guh nedabe wan,
[19] bira dê û bavê wî hildin wî bibine li cem r'ûspîyêd, hinda dergehêd bajarê wî.
[20] Bêjine r'ûspîyêd bajarê wî: Ev kur'ê me serh'işk û neêlim e, ew gur'a me nake, p'ir'xur û serxweş e.
[21] Hingê bira h'emû binelîyêd bajarê wî, wî bidine ber kevira, bikujin. Bi vî awayî xirabîyê ji nava xweda r'awva derxe, h'emû Îsraêl wê bibihê û bitirse.
[22] Heger yek neheqîke hêjayî mirinê bike û ew bê kuştinê, darva tu wî darda kî,
[23] nehêle wekî cinyazê wî şevê li ser darê bimîne, lê wî hema wê r'ojê jî defin ke. Çimkî nifir'a Xudan ser yê darva dardakirî ye. E'rdê xwe ku Xudan Xwedêyê te dide te çawa war neh'er'imîne.