Skip to content
Opens in a new window

Rût 1

[1] Hêna serwêrtîya hʼakimada welêtda bû xelayî. Ji Beytlehʼma Cihûda merivek tʼevî kʼulfeta xwe û her du kurʼêd xwe çû eʼrdê Mowabê xerîbîyêda ma.

[2] Navê wî merivî Elîmelex bû, navê kʼulfeta wî Nahomî bû, navê her du kurʼa, yek Mahʼlon bû, yek jî Kʼîlyon. Evana Efratʼî bûn, ji Beytlehʼma Cihûda çûne eʼrdê Mowabê û li wir man.

[3] Mêrê Nahomîyê Elîmelex mir, Nahomî her du kurʼava man.

[4] Van her du kurʼa qîzêd Mowabîya standin, navê yekê Orpa bû, navê yekê jî Rʼûtʼ. Evana li wir weke dehe sala man.

[5] Paşê her du kurʼê wê Mahʼlon, Kʼîlyon jî mirin û evê kʼulfetê her du kurʼ mêrva unda kirin.

[6] Pey vê yekêrʼa eva rʼabû ku tʼevî her du bûkêd xwe ji eʼrdê Mowabê vegerʼe welatê xwe, çimkî evê eʼrdê Mowabêda bihîstibû, ku Xudan serî li cimeʼta xwe xistîye, rʼisqê wan gîhandî ye.

[7] Eva ji wî cîyê xwe, tʼevî her du bûkêd xwe rʼabû ku rʼêkʼeve vegerʼe welatê Cihûda.

[8] Hingê Nahomîyê gote her du bûkêd xwe: «Herʼin lawo, her kes vegerʼe mala bavê xwe. Bira Xudan rʼeʼma xwe li we bike, hûn hindava min û mêrêd xweye mirîda çawa bûne, ew weke wê yekê jî bîne pêşîya we.

[9] Bira Xudan bextê we veke, her kes ji we mala mêrê xweda sitʼar be». Pey vê gotinêrʼa Nahomî çû rʼûyê wan, hingê zûkîn kʼete wan ew girîyan

[10] û gotin: «Na, emê jî tʼevî te li ser miletê teda vegerʼin».

[11] Lê Nahomîyê gote wan: «Na qîzêd min, paşda vegerʼin, hûnê tʼevî min bêne çi? Tʼu betʼinê minda kurʼ hene, ku ew bibine mêrêd we?

[12] Paşda vegerʼin herʼin qîzêd min, çimkî min îdî salêd xwe derbaz kirine, ez xa îdî mêr nakim. Yan heger min bigota guman heye, ku ezê îşev mêr kim kurʼa bînim,

[13] gelo hûnê haqas wext bimana, hʼeta ew mezin bûna? Yan bona vê yekê hûnê bimana weyê mêr nekirana? Na qîzêd min, dilê min ji we zeʼftir li ser we dêşe, çimkî destê Xudan li ser min giran bûye».

[14] Û wan dîsa kire zarîn û girîyan. Orpa çû rʼûyê xwesîya xwe vegerʼîya, lê Rʼûtʼ ji wê neqetîya.

[15] Hingê Nahomîyê gote Rʼûtʼê: «Va ye jintʼîya te li ser cimeʼta xwe û xwedêyêd xweda vegerʼîya, tu jî li pey jintʼîya xwe herʼe».

[16] Lê Rʼûtʼê gotê: «Pʼêyî li ser min neke, ku ez ji te biqetim dûr kʼevim, çimkî tu kʼuda herʼî ezê bêm, tu li kʼu bimînî ezê jî li wir bimînim. Cimeʼta teyê cimeʼta min be, Xwedê teyê Xwedêyê min be.

[17] Tu li kʼîderê bimirî ezê jî li wir bimirim û li wir bême defin kirinê. Çi hatîye li serê min, bira Xudan ji vê yekê xirabtir bîne li serê min, heger pêştirî mirinê, tiştekî mayîn min ji te biqetîne».

[18] Gava Nahomîyê dîna xwe dayê, wekî evê nêta xweda danîye ku eʼse tʼevî wê herʼe, îdî zor lê nekir.

[19] Hingê her duya hevrʼa dane li ser rʼê hʼeta Beytlehʼmê çûn. Û gava kʼetine Beytlehʼmê, hʼej kʼete tʼemamîya bajêr û kʼulfeta digotin: «Eva Nahomî ye?»

[20] Lê ewê digote wan: «Minrʼa nebêjin Nahomî , lê minrʼa bêjin Mara , çimkî Yê Herî Zor derd û kulava ez danîme.

[21] Ez tʼêr tʼijî derkʼetim çûm, lê Xudan ez destvala vegerʼandim. Îdî çima bêjine min Nahomî? Heger Xudan çerxa min çʼep kir û Yê Herî Zor ez kirime vê rʼojê?»

[22] Bi vî awayî Nahomî tʼevî bûka xwe Rʼûtʼa Mowabî, ji eʼrdê Mowabîyê vegerʼîya û wextê destpêkirina cehdirûnê gihîştine Beytlehʼmê.

Rût — Chapters