Skip to content
Opens in a new window

[1] Gava Xudan Xwedêyê te te bibe wî e'rdê ku tu diçûyî lê war bî, ewê gelek milet ji ber te r'aqetîne: H'îtîya, gîrgaşîya, emorîya, kenanîya, pirîzzîya, h'îwîya, yebûsîya, h'eft miletêd ji te gelektir û zortir.

[2] K'engê Xudan Xwedêyê te wan bide destê te, tu wan xî, hingê t'am qir'a wan bîne nifir'ê Xudan bîne sêrî, t'evî wan peymanê girênede û h'eyfa te li wan neyê.

[3] Pismamtîyê wanr'a neke, qîzêd xwe nedine kur'êd wan û ne jî qîzêd wan kur'êd xwer'a bixwazin,

[4] çimkî ewê kur'êd te ji min bixalifînin û wê p'ûtêd başqer'a qulix kin, hingê hêrsa Xudan wê li ser we r'abe, ewê te zûtirekê unda ke.

[5] Lê aha serê wan bikin: gorîgehêd wan wêran kin, h'eykelêd wan hûrdexweşî kin, Aşêrahêd wan bibir'in û p'ûtêd wan bişewitînin.

[6] Çimkî tu Xudan Xwedêyê xwer'a miletekî buhurtî-jibare yî. Xudan Xwedêyê te tu bijartî, wekî ji nav h'emû miletêd li ser t'opa dinê, tu bibî milet wîyî milk'ê wî.

[7] Xudan hûn ne bona p'ir'anîya weye ji h'emû mileta begem kirin û bijartin, çimkî hûn ji h'emû mileta hindiktir in.

[8] Lê çimkî Xudan hûn h'iz kirin û usa jî bona qedandina sondê xwe, k'îjan ku wî kal-bavêd wer'a sond xwar, hûn bi destê zor derxistin û tu ji mala xulamtîyê, ji destê Firewin p'adşê Misirê azakirî.

[9] Bizanibe ku Xudan Xwedêyê te, ew e Xwedê, Xwedêyê amin, ku peyman û h'uba xweye amin h'eta h'ezar nisilî xwey dike, bona wan, yêd ku wî h'iz dikin û e'mirêd wî diqedînin.

[10] Lê xût wan ku dijenine wî weke e'melêd wan wê wan unda ke, ew derengî nayêxe wê zûtirekî weke e'melêd wan xût bide wan.

[11] Tu van e'mir, qeyde-qanûn û qirara xwey ke, k'îjana ku ez îro li te e'mir dikim ku biqedînî.

[12] Heger hûn van qirara bibihên, xwey kin û biqedînin, hingê Xudan Xwedêyê te wê bona te peyman û aminîya xwe xwey ke, bona k'îjana ku wî kal-bavêd ter'a sond xwar.

[13] Ewê te h'iz bike, wê dua li te bike, te li hev zêde ke. Wê dua berê zikê te û berê e'rdê te, genim û şerava te, bizirê te, zayîna pez-dewarêd te bike, li ser e'rdê ku wî kal-bavêd ter'a sond xwar bide te.

[14] Ji h'emû mileta zêdetir duayê li te be, ne nava teda ne jî nava h'eywanêd teda bêber wê t'une bin.

[15] Xudan wê her nexweşîyê dûrî te xe, t'u êşeke xirabe Misirê k'îjan ku tu zanî, wê neyne serê te. Lê wan wê bîne li serê wan h'emûyêd ku dijenine te.

[16] Tê h'emû miletêd ku Xudan Xwedê dide destê te, undakî, bira h'eyfa te li wan neyê, xwedêyêd wanr'a qulix nekî, çimkî ew yek bona te t'ele ye.

[17] Belkî tu dilê xweda bêjî: ‹Ev miletana ji min gelektir in, çawa ez dikarim berî wan dim?›

[18] Ji wan netirse. Çi ku Xudan Xwedêyê te anî serê Firewin û t'emamîya Misirê,

[19] ew cêr'ibandinêd mezin ku te bi ç'e'vêd xwe dîtin, nîşan, k'eremet, destê qewat û zenda dirêjkirî, bi k'îjana Xudan Xwedêyê te tu derxistî r'ind bîr bîne. Usa jî Xudan Xwedêyê te wê bîne serê wan mileta ji k'îjana ku tu ditirsî.

[20] Xudan Xwedêyê te wê tirs û xofê jî bişîne ser wan, h'eta ku yêd mayî û yêd xwe ji te veşartî nemirin.

[21] Ji wan nebizde, çimkî Xudan Xwedêyê te ku nava teda ye, Xudanê mezin û xof e.

[22] Û Xudan Xwedêyê te hêdî-hêdî wê van mileta ji ber te r'aqetîne. Tu nikarî wana carekêr'a unda kî, wekî terewilêd çolê li ser te zêde nebin.

[23] Xudan Xwedêyê te wê wan bide destê te, wê t'evîhevbûneke mezin bike nava wan, h'eta ku qir'a wan bê.

[24] P'adşêd wan wê bide destê te, tê navê wan ji bin p'er'ê e'zmênda unda kî, t'u kesê li ber te teyax neke, h'eta ku tu wan qir' nekî.

[25] P'ûtêd xwedêyêd wan bişewitînin, dilhavijîya zêr' û zîvê ser wan neke û wan xwer'a hilnedî, wekî bi vê yekê nek'evî t'elê, çimkî ew li ber Xudan Xwedêyê te k'irêtî ye.

[26] Ne jî k'irêtîyê bibî mala xwe ku mîna wê nifir' li te be û qir'a te bê. Ji wê zivêr be, bira ew bona te k'irêtî be, çimkî ew gere bê undakirinê ku nifir'ê Xudan bê sêrî.

Qanûna Ducarî — Chapters