[1] Heger tu r'ind guh bidî dengê Xudan Xwedêyê xwe bona ku xwey kî û biqedînî h'emû e'mirêd wîye ku ez îro li te e'mir dikim, Xudan Xwedêyê te wê te ji h'emû miletêd dinê bilindtir ke.
[2] Ev h'emû duayê li te bin û bona te wê bêne sêrî, heger tu guh bidî dengê Xudan Xwedêyê xwe.
[3] Duayê li te be bajêrda û duayê li te be deştêda.
[4] Duayê li berê zikê te, berê e'rdê te, berê h'eywanê te, zayîna pez û dewarêd te be.
[5] Duayê li sela teye nên û t'eşta teye hevîr be.
[6] Duayê li k'etin-derk'etina te be .
[7] Xudan li ber te wê dijminêd te xe, yêd ku miqabilî te r'abin. R'êkêda ewê derêne miqabilî te lê h'eft r'îyada wê ji te bir'evin.
[8] Xudan wê dua bişîne li ser te, li e'mbarêd te û li her kirina destêd te. Wê dua li te bike li wî e'rdîda, k'îjan ku Xudan Xwedêyê te dide te.
[9] Heger tu e'mirêd Xudan Xwedêyê xwe xwey kî û r'îyêd wîda her'î, Xudan wê te bike miletê xweyî pîroz, çawa ku wî ter'a sond xwar.
[10] H'emû miletêd dinê wê bibînin ku navê Xwedê li ser te ye û wê ji te bitirsin.
[11] Xudan wê te xêr-berek'etêva, bi berê zikê te û bi berê h'eywanê te, bi berê e'rdê te xinê ke, li ser wî e'rêdê ku Xudan kal-bavêd ter'a sond xwar ku bide te.
[12] Xudan wê bona te xizna xweye qenc, awa gotî e'zmên veke, wekî baranê we'deda bibarîne li ser e'rdê te, ku dua li her kirina destê te bike. Tê deyn bidî gelek mileta lê xwexa tê deyn nekî.
[13] Xudan wê te dayne li sêrî ne ku xilazîyê, tê t'enê li jorê bî ne ku jêrê, heger tu guh bidî e'mirêd Xudan Xwedêyê xwe, k'îjan ku ez îro li te e'mir dikim ku xwey kî û biqedînî
[14] û ji h'emû xeberêd ku ez îro li we e'mir dikim, ç'ep yan r'ast daneger'î ku pey xwedêyêd başqe her'î, wanr'a qulix kî.
[15] Lê heger tu guh nedî dengê Xudan Xwedêyê xwe û h'emû e'mirêd wî, qeyde-qanûnêd wî ku ez îro li te e'mir dikim xwey nekî û neqedînî, hingê ev h'emû nifir' wê li te bin û bona tê wê bêne sêrî.
[16] Nifir' wê li te be bajêrda û nifir' wê li te be deştêda.
[17] Nifir'ê li sela teye nên û t'eşta te ye hevîr be.
[18] Nifir'ê li berê zikê te, berê e'rdê te, zayîna pez û dewarêd te be.
[19] Nifir'ê li k'etin-derk'etina te be.
[20] Li nava her kirina destê te çi ku tu bikî, Xudan wê nifir', t'evîhevbûn û hilatinê bişîne li ser te, h'eta qir'a te neyê û zûtirekê unda nebî bona kirêd xweye xirab, ku te ez hiştim.
[21] Xudan wê nexweşîya h'ala teva bizeliqîne, h'eta ku qir'a te bîne li ser wî e'rdê ku tu diçî xwer'a bikî milk'.
[22] Xudan wê bi h'îlê, germê, şewatê, t'ayê, qurlixê, bi bayê germ û bi xurê r'aw te xe, ewê pey te k'evin h'eta ku qir'a te bînin.
[23] E'zmanê li ser serê te bibe sifir, e'rdê jî bin teda bibe h'esin .
[24] Xudan wê dewsa baranê t'oz û axê bide li e'rdê te, evanayê ji e'zmên li ser teda bibarin h'eta qir'a te neyê.
[25] Xudan wê te bide li destê dijminêd te, r'êkêda tê derêyî miqabilî wan lê h'eft r'îyada tê ji wan bir'evî û h'îlê h'emû p'adşatîyêd li ser dinê wê ji te her'e.
[26] Cinyazê te wê bibe xurê h'emû teyredêd e'zmên û r'e'wirêd e'rdê, kesê t'unebe ku berî wan de.
[27] Xudan wê bi p'izikêd p'îse Misirê, k'otîbûnê, birînêd k'ûr û bi xur te xe, ji k'îjana tê nikaribî qenc bî.
[28] Xudan wê bi h'işundakirinê, korbûnê û dillerzekê te xe.
[29] R'o nava r'ojê tê xwe bip'elînî, çawa ku kor te'rîstanîyêda dip'elîne. R'îyêd xweda tê xêrê nebînî, h'emû r'ojêd xweda tê bêyî zêrandin û t'alankirinê û kesekê t'unebe ku te xilaz ke.
[30] Dergîstîya xwer'a tê nîşankirî bî, lê yekî dinê wê serê xwe pêr'a dayne, tê xanî çêkî lê têda r'ûnenêyî, baxê tirîya tê daç'ikînî lê ji wê neçinî.
[31] Gayê te wê li ber ç'e'vê te bê serjêkirinê, lê tê jê nexwî, k'erê te wê ji te bistînin û ew paşda venager'e li cem te, pezêd te wê dijminêd ter'a bêne dayînê, yek wê t'unebe ku te xilaz ke.
[32] Kur'-qîzêd teyê miletê başqer'a bêne dayînê, ç'e'vêd teyê r'oj bi r'oj ji ç'e'vnihêr'îya wan biqer'imin û tê t'u tiştî nikaribî bikî.
[33] Berê e'rdê te û h'emû xebata te miletê ku te ew nas nedikir wê bixwe. Tê her gav bêyî zêrandin û h'incir'andinê.
[34] Tê biçeliqî ji wê yekê çi ku tê bi ç'e'vêd xwe bibînî.
[35] Xudan wê bi p'izikêd p'îs hêt û çokêd te xe, ji k'îjana tê nikaribî qenc bî, ewê ji bin p'îyêd te h'eta t'epa serê te bela bin.
[36] Xudan wê te û p'adşayê ku tê li ser xwe k'ifş kî, bibe li nav miletê ku ne te ne jî kal-bavêd te ew nas kirine. Li wir tê xwedêyêd başqeye dar û kevirr'a qulix kî.
[37] Tê bibî mecala h'îletîyê, met'elok û pêk'enîyê li nava h'emû wan miletêd ku Xudan wê te bibe.
[38] Tê gelek t'oxim derxî zevîya xwe, lê hindikî jê hildî, çimkî kulîyê bixwin.
[39] Baxê tirîya tê daç'ikînî, wan bêcer kî, lê r'ez tê t'op nekî, ne jî tê şeravê vexwî, çimkî kurmê bixwin.
[40] Li nava t'emamîya sînorê teda darê zeyt'ûnê wê hebin, lê tê bi bizir pê neyêyî r'ûnkirinê, çimkî zeyt'ûnêd te wê biwerin.
[41] Kur' û qîza tê bînî, lê ewê p'ara te nîbin, çimkî ewê hêsîr her'in.
[42] Hespê gîhê wê h'emû darêd te û berêd e'rdê te bibin xweyî.
[43] Xerîbê li nava teda wê gelekî ji te bilindtir be, li ser te k'eve, lê tê gelekî nimiz bik'evî.
[44] Ewê deyn bide te, lê tê deyn nedî wî, ewê sêrî be tê xilazîyê bî.
[45] Ev h'emû nifir' wê bêne li serê te, wê pey te k'evin û xwe ter'a bigihînin h'eta qir'a te neyê, çimkî te dengê Xudan Xwedêyê xwe ne bihîst û te e'mirêd wî, qeyde-qanûnêd wî ku wî li te e'mir kirin, xwey nekirin.
[46] Ewê li ser te û li ser zur'eta te bibine nîşan û îzbatîya h'eta-h'etayê.
[47] Bona ku te Xudan Xwedêyê xwer'a bi şabûnê û dilê eşq t'êr-t'ijîbûnêda qulix nekir,
[48] bona vê yekê tê t'î, bir'çî, te'zî û h'ewcedarîya her tiştîda xulamtîya wan dijminêd xwe bikî, k'îjana Xudanê bişîne li ser te. Ewê nîrê h'esinî bide li ser stûyê te, h'eta ku qir'a te bîne.
[49] Xudan wê miletekî dûr ji serê dinê r'ake li ser te, zimanê k'îjanî tê fe'm nekî. Ewê çawa teyrê sîmir' bifir'e li ser te,
[50] miletekî bêîsaf ku wê qedirê mezina negire û r'e'mê li biç'ûka neke.
[51] Û ewê berê h'eywanêd te, berê e'rdê te bixwe, h'eta ku tu wêran nebî. Ewê ne gênim ter'a bihêle, ne meyê, ne bizir, ne jî zayîna pez û dewarêd te, h'eta ku qir'a te neyne.
[52] Wê dora h'emû bajarêd te bigire, h'eta ku sûrêd li nava t'emamîya welatê teye bilinde qewat, ku te gumana xwe danîye li ser wan, hilneşîne. Ewê dora h'emû bajarêd teye t'emamîya welatê teda, k'îjan ku Xudan Xwedêyê te dane te bigire.
[53] Gava dijminê te dora bajarê te bigire li nava wê tengasîyêda ku ewê bîne serê te, tê berê zikê xwe, awa gotî goştê kur' û qîza xwe ku Xudan Xwedêyê te dane te bixwî.
[54] Mêrê gelekî nazik û milûkî li nava teda wê bi ç'e'vêd xirab li birê xwe, k'ulfeta xweye h'izkirî û li zar'êd xweye mayîn binihêr'e,
[55] ewê goştê zar'êd xwe bixwe û nede t'u kesî ji wan. Çimkî t'enê ev mabû li nava tengasîyê ku dijminê te wê bîne li serê te, gava dora h'emû bajarêd te bigire.
[56] K'ulfeta nazik û milûke li nava teda, k'îjanê ji dest nazikîyê û milûkîyê pe'nîya nigê xwe danenîye e'rdê, wê bi ç'e'vê xirab mêrê xweyî h'izkirî, kur' û qîza xwe binihêr'e,
[57] usa jî hevalç'ûka xweye ku ji nav nig dertê û zar'êd xweye ku wê bîne. Çimkî ewê wan dizîva bixwe, ji h'ewcedarîya kêmasîya her tiştî, ji dest wê tengasîya ku dijminêd teyê li nava bajarêd teda bînine serê te.
[58] Heger h'emû xeberêd vê qanûnê ku vê k'itêbêda nivîsar in xwey nekî neqedînî û ji vî navê Xudan Xwedêyê xweyî qedir û saw netirsî,
[59] hingê Xudan wê bi belayêd ji h'iş-aqila dûr, belayêd qayîme ku xilazbûna wanê t'une be, nexweşîyêd xirabe ku p'akbûna wanê t'une be, te û zur'eta te xe.
[60] Ji wan h'emû êş-êşûkêd Misirê, ji k'îjana tu ditirsîyayî wê veger'îne li ser te, ewê teva bizeliqin.
[61] Usa jî her nexweşî û her bela ku vê k'itêba qanûnêda ne nivîsar in, Xudan wê wan bîne li serê te, h'eta qir'a te neyê.
[62] Hûn weke steyrkêd e'zmên bêh'esab bûn, lê hûnê gelekî hindik bin, çimkî te gur'a Xudan Xwedêyê xwe nekir.
[63] Çawa ku Xudan şa dibû gava wer'a qencî dikir û hûn li hev zêde dikirin, usa jî Xudan wê bi qir'kirin û wêrankirina we şa be. Hûnê ji wî e'rdê ku diçinê xwer'a bikine milk' bêne r'aqetandinê.
[64] Xudan wê te li nava h'emû miletada ji serîkî dinê h'eta serê din bela ke. Li wir tê xwedêyêd başqeye dar û kevirr'a, k'îjanar'a ku ne te ne jî kal-bavêd te ew nas kirine qulix kî.
[65] Lê li nava wan miletada jî tê r'ih'et nebî, cîkî hêsabûnê wê bona nigêd te t'une be. Xudan wê xema, ç'e'v me'rimbûnê û diltengîyê bide te.
[66] E'mirê te wê li ser mûkî be, tê şev û r'oj xofêda bî û t'u car serederî ji e'mirê xwe derne xî.
[67] Ji dest wê tirsa dilê te û dîtina ç'e'vêd te sibehê zû tê bêjî: Xwezî r'o biçûya ava, êvarê jî bêjî: Xwezî sibeh r'on bûya.
[68] Xudanê wê r'êyêda te bi gemîya veger'îne Misirê, bona k'îjanê min gote te: Tê îdî wê nebînî. Li wir hûnê xwe çawa xulam û carî bifiroşine dijminêd xwe, lê yê bik'ir'e jî wê t'une be».