[1] Em veger'îyan û r'îya Başanêda hevraz çûn. Ogê p'adşê Başanê t'emamîya miletê xweva Êdreyêda derk'ete miqabilî me şêr'.
[2] Xudan gote min: Ji wî netirse, çimkî ez ewî t'evî h'emû miletê wî, e'rdê wî didime destê te. Tê usa bînî serê wî, çawa ku te anî serê Sîxonê p'adşê emorîya ku H'eşbonê dima.
[3] Xudan Xwedêyê me, Ogê p'adşê Başanê û h'emû miletê wî dane destê me. Me usa wî xist ku t'u kes ji wan sax ne ma.
[4] Wê hingê me h'emû bajarêd wan zeft kirin, bajar nemabû ku me hilnedabûya, awa gotî şêst bajar, t'emamîya qeza Argovê, p'adşatîya Ogê Başanê.
[5] H'emû ev bajar bi sûrêd bilind, cot dergeha û zer'zava qewatkirî bûn, xêncî gelek gundêd bê sûr.
[6] Me ew wêran kirin, ew t'am dîyarî Xudan kirin, çawa ku me anî serê Sîxon p'adşê H'eşbonê, her bajar t'evî jin, mêra û zar'a wêran kirin.
[7] Lê h'emû h'eywan û t'alan ji wan bajara me xwer'a hildan.
[8] Wî çaxî me e'rdê alîyê r'ohilata Ûrdunê ji sêlafa Arnonê h'eta ç'îyayê Hermonê ji destê du p'adşêd emorîya stand.
[9] (saydanî Hermonêr'a Sîryon dibêjin, emorî jî Senîr dibêjin.)
[10] H'emû bajarêd deşta ç'îyê û t'emamîya Gîle'd, t'emamîya Başanê h'eta Salk'ayê û Êdreyê, bajarêd p'adşatîya Og li Başanê me hilda.
[11] (Çimkî ji r'ifayîya t'enê Ogê p'adşê Başanê mabû. Va ye darbesta wîye h'esinî niha R'abbayêda cem zar'êd amonîya ye, dirêjaya wê nehe zend e, beraya wê çar zend e, zendê gihîştîya.)
[12] Wê hingê me ew e'rd xwer'a kire milk'. E'rohêr nêzîkî sêlafa Arnonê û nîvê ç'îyayêd Gîle'dê t'evî bajarêd wî min da r'ûbênîya û gadîya.
[13] Çi ku ji Gîle'dê mabû û t'emamîya Başana p'adşatîya Og min da nîvê qebîla Minaşe. (T'emamîya qeza Argovê li t'emamîya Başanêda dihate navkirinê çawa e'rdê r'ifayîya.
[14] Yaîrê kur'ê Minaşe t'emamîya qeza Argovê h'eta sînorê gişûrîya û mahaxatîya hilda. Ewî Başan bi navê xwe H'avot Yaîr nav kir ku h'eta îro ew nava li ser e).
[15] Gîle'd min da Maxîr .
[16] Ji Gîle'd h'eta sêlafa Arnonê min da r'ûbênîya û gadîya. Sînorê wan ev in: Ji nava sêlafa Arnonê h'eta sêlafa Yaboqê ku sînorê kur'êd Amon e,
[17] û usa jî deşta E'raba, sînorê Ûrdunêva ji Xinnêrêtê h'eta Be'ra E'rabayê awa gotî Be'ra Mirî , alîyê r'ohilatê ber p'ala Aşdod Pîsgayê.
[18] Wê hingê min li we e'mir kir, got: Xudan Xwedêyê we ev e'rd da we ku hûn wî xwer'a bikine milk'. Awa hûn h'emûyêd şer'k'ar, ç'ekê xwe girêdin pêşîya birayêd xwe zar'êd Îsraêl her'in.
[19] T'enê jin-zar'êd we, h'eywanêd we (ez zanim ku h'eywanêd we gelek in) bira wan bajarada ku min dane we bimînin,
[20] h'eta ku Xudan r'ih'etîyê nede birayêd we, mîna we. Gava ew e'rdê ku Xudan Xwedêyê we dide wan alîyê r'oavaya Ûrdunê xwer'a bikine milk', hingê bira her kes ji we veger'e li ser milk'ê xwe, k'îjan ku min dane we.
[21] Wê hingê min li Yêşû e'mir kir û got: Ç'e'vêd te her tişt dîtin, çi ku Xudan Xwedêyê we anî serê wan her du p'adşa. Xudan wê usa jî bîne serê wan h'emû p'adşatîya nava k'îjanar'a tê derbaz bî.
[22] Ji wan netirsin, çimkî Xudan Xwedêyê we xwexa şer' dike bona we.
[23] Wê demê min r'eca ji Xudan kir û got:
[24] Xudan, Xweyê min! Te destpêkir mezinayîya xwe û destê xweyî qewat nîşanî xulamê xwe kir. K'îye ew xwedêyê e'zmanada û ser e'rdê, ku mîna şixul û kirêd zore ku tu dikî, bike?
[25] R'eca dikim bihêle ez derbaz bim, wî e'rdê qencî alîyê r'oavaya Ûrdunê, wan ç'îyayêd qenc û Lubnanê bibînim.
[26] Lê Xudan bona we ser min hêrs k'et û dengê min ne bihîst. Xudan gote min: Bes e! Vir şûnda bona wê yekê îdî minr'a nebêje!
[27] Hilk'işe serê Pîsgayê, serê xwe bilind ke bakur û başûr, r'ohilat û r'oava pê ç'e'vêd xwe bibîne, çimkî tê ji Ûrdunê derbaz nebî.
[28] Li Yêşû e'mir ke, dil bide li ber wî û bişidîne, çimkî ewê pêşîya vî miletîva her'e û wî e'rdî k'îjanî tê bibînî wanr'a bike milk'.
[29] Û em li newala pêşberî Bêt'-P'ihorê man.