Skip to content
Opens in a new window

[1] K'utasîya her h'eft sala deyndarêd xwe bibaxşîne.

[2] Baxşandin ev e: Ku kesekî xweyê deyn ku deyn dide hevalekî, gerekê bibaxşîne wî û ji hevalê xwe, ji birê xwe paşda nexwaze, çimkî baxşandin bona xatirê Xudan e.

[3] Ji xerîba dikarî bixwazî, lê çi ku ser birê te ye, destê xwe jê bik'işîne,

[4] li nava teda k'esîb gere t'unebe, çimkî Xudan wê e'se dua li te bike li ser wî e'rdî, ku Xudan Xwedêyê te çawa milk' dide te ku qazinc kî.

[5] T'enê tu r'ind guhdarîya dengê Xudan Xwedêyê xwe bike û t'am vî e'mirê ku ez îro li te e'mir dikim, bike ku biqedînî.

[6] Çimkî Xudan Xwedêyê te wê dua li te bike, çawa ku wî gote te. Tê deyn bidî gelek mileta lê tê xwexa deyndar nîbî. Tê serwêrtîyê li gelek mileta bikî, lê ewê serwêrtîyê li te nekin.

[7] Lê heger li nava teda, li nava bajarêd welatê teda ku Xudan Xwedêyê te dide te, yek ji Îsraêl destteng be, dilê xwe neke kevir û hindava birayê xweyî desttengda destgirtî nîbe.

[8] Hindava wîda destvekirî be, ew h'ewcê çi be weke h'ewcedarîya wî bi mer'danî deyn bide wî.

[9] Haş ji xwe hebe, ku dilê ter'a fikireke xirab derbaz nebe û bêjî: ‹Sala h'eftaye baxşandinê nêzîk e› û ç'e'vê xirab li birê xweyî destteng binihêr'î û deyn nedî wî. Ewê hindava teda hewara xwe Xudan bîne û tê gunek'ar derêyî.

[10] Tu bi mer'danî bide wî, pey dayînêr'a jî bira li te çetin neyê. Çimkî bona wê yekê Xudan Xwedêyê te wê her şixulîda, tu dest bidî çi wê dua li te bike.

[11] Çimkî desttengê welatê teda kêm nîbin, lema ez li te e'mir dikim û dibêjim: ‹Tu e'rdê xweda hindava birê xweyî k'esîb û desttengda destvekirî be›.

[12] Heger birê te yan xûşka teye îbranî ter'a bê firotanê çawa xulam, bira ew şeş sala ter'a xulamtîyê bike, lê sala h'efta wî aza ber'de.

[13] Gava tu wî aza ber'dî, destvala ber'nedî.

[14] Bi mer'danî ji pezêd xwe, ji bêdera xwe û ji h'ewzê xweyî şeravê bide wî. Çawa ku Xudan Xwedêyê te tu bimbarek kirî usa bide wî.

[15] Û bîr bîne wekî tu jî xulam bûyî welatê Misirêda, lê Xudan Xwedêyê te tu azakirî, lema ez îro vî e'mirî didime te.

[16] Lê heger xulamê te bêje te: ‹Ez ji cem te naçim›, çimkî ew te û mala te h'iz dike, wî xweş tê li cem te bimîne.

[17] Hingê wî bispêre dêrî û bi dirêşê guhê wî qul ke, hingê ewê bibe xulamê teyî h'eta-h'etayê. Bi vî cûr'eyî jî t'evî carîya xwe bike.

[18] Bira ter'a k'eder neyê wekî tu wî aza ber'didî, çimkî ewî şeş sala ter'a xulamtî kirîye, heger dewsa wî p'ale bûya teyê dubare xerc kira. Xudan Xwedêyê te wê te li nava h'emû tiştîda çi ku tu bikî bimbarek ke.

[19] H'emû nixurîyê nêrîn ji pez û dewarê xwe Xudan Xwedêyê xwer'a nedir ke. Bi gayê xweyî nixurî nexebite û nixurîyê pezê xwe nebir'e.

[20] Li ber Xudan Xwedêyê xwe li wî cîyê ku Xudan wê bibijêre, her sal tu û neferêd xweva wan li wir bixwin.

[21] Lê heger ew bi qusûr e, seqet e yan kor e, yan bi qusûreke giran e, wê Xudan Xwedêyê xwer'a neke qurban.

[22] Bajarêd xweda dikarî wê bixwî. Paqij û ne paqij dikarin wê bixin, mîna kara xezalê û bizina k'ûvî.

[23] T'enê xûnê nexwe, wê mîna avê bir'êje li ser e'rdê.

Qanûna Ducarî — Chapters