[1] Wextê tu bik'evî wî e'rdê ku Xudan Xwedêyê te çawa milk' dide te lê war bî û wir bimînî,
[2] hingê hilde ji her berê deremeta e'wline e'rdê, çi ku tê bistînî ji e'rdê xweyî ku Xudan Xwedêyê te dide te, bike sepetê û her'e li wî cîyê ku Xudan Xwedêyê te wê bibijêre, wekî navê xwe lê dayne.
[3] Her'e li cem k'ahînê ku wan r'oja k'ahîntîyê dike, bêje wî: Ez îro li ber Xudan Xwedêyê te îqrar dikim, wekî ez k'etime wî e'rdî k'îjan ku Xudan kal-bavêd mer'a sond xwar ku wî bide me.
[4] Hingê k'ahîn wê sepetê ji destêd te bigire û dayne li ber gorîgeha Xudan Xwedêyê te.
[5] Tu li ber Xudan Xwedêyê xwe bike dengî û bêje: Bavê min aramîyekî firarî bû, berjêr çû Misirê û t'evî çend meriva li wir ma. Lê li wir miletekî mezin, qewat û bêh'esab ji wî pêşda hat.
[6] Lê misirîya xirabî li me dikirin, em dizêrandin û xebata giran didane kirinê.
[7] Me hewara xwe Xudan Xwedêyê kal-bavêd xwe anî û Xudan dengê me bihîst, li ser zelûlîya me, h'alê me û zordarîya meda nihêr'î.
[8] Xudan em ji Misirê bi destê zor, bi zenda dirêjkirî, bi sawa giran, bi nîşana û k'eremeta derxistin
[9] em anîne li vî cîyî, ev e'rdê ku şîr û hingiv jê dik'işe da me.
[10] Va ye îro ez berêd deremeta pêşine ji e'rdê ku te Xudan da min tînim! Wê dayne li ber Xudan Xwedêyê xwe û ta be li ber Xudan Xwedêyê xwe.
[11] Bona h'emû xweşîya ku Xudan Xwedêyê te da te û mala te, t'evî lêwî û xerîbê li nava teda şa be.
[12] Gava sala sisîya, awa gotî sala deheka başqekirina her deheka berêd xwe xilaz kî, bidî lêwî, xerîb, sêwî û jinebîyê ku ew li bajarêd teda bixwin û t'êr bin,
[13] hingê li ber Xudan Xwedêyê xwe bêje: Min p'ara buhurtî-jibare ji mal derxist û min ew daye lêwî, xerîb, sêwî û jinebîyê, anegorî h'emû e'mirêd te, yêd ku te li min e'mir kirin. Min e'mirêd te net'er'ibandine û ne jî bîr kirine.
[14] Min ew paqijîya xweda hilda, r'ojêd şînêda ji wê nexwar û ne jî ji wê nanê mirîya da. Min guh dida dengê Xudan Xwedêyê xwe, min h'emû usa kir çawa ku te li min e'mir kir.
[15] Binihêr'e ji xana xweye pîroz, ji e'zmên û miletê xwe Îsraêl bimbarek ke, usa jî e'rdê ku te da me, e'rdê ku şîr û hingiv jê dik'işe, çawa ku te kal-bavêd mer'a sond xwar.
[16] Vê r'ojê Xudan Xwedêyê te, li te e'mir dike ku biqedînî h'emû van qeyde-qanûn û qirara. Wan bi t'emamîya dilê xwe û bi t'emamîya nefsa xwe xwey kî û biqedînî.
[17] Te îro îqrar kir ku Xudan, Xwedêyê te ye û tê r'îyêd wîda her'î, qeyde-qanûnêd wî, e'mirêd wî, qirarêd wî xwey kî û guh bidî dengê wî.
[18] Xudan îro îqrar kir ku tu wîr'a bibî miletê wîyî milk'ê wî, çawa ku wî gotibû te, tu jî gere h'emû e'mirêd wî xwey kî.
[19] Wekî ew te li ser h'emû miletar'a bilind bigire, k'îjan ku ewî xuliqandine, bona pesinê, navbilindkirinê û r'ûmetê, wekî tu bibî miletekî pîroz li Xudan Xwedêyê xwer'a, çawa ku wî got».