Skip to content
Opens in a new window

[1] «Guh bidine min e'zmanno ezê xeber dim, bira e'rd gotina zarê min bibihê.

[2] Bira şîreta min mîna baranê bibare, mîna qir'avîyê gotina min wê dayne, çawa barana hûr li ser şînayîyê û çawa barana gur' li ser gîhê.

[3] Çimkî ezê navê Xudan bikim dengî. Pesina bidine Xudanê me!

[4] Ew Qeya ye, kirina wî k'amil e, çimkî h'emû r'îyêd wî heqî ne. Xudan amin e, neheqî cem wî t'uneye, ew heq e û li ser heqîyê ye.

[5] Lê we miqabilî wî gune kir, hûn ji dest qusûrêd xwe îdî ne zar'ê wî ne, nisilê neheq û xalifî.

[6] Ev e ku hûn li Xudan vediger'înine, miletê bê fe'mî bê h'iş? Ew nîne bavê te ku tu qazinc kirî? Ewî jî tu çêkirî û t'estîq kirî!

[7] Bîr bîne r'ojêd berê, bifikire li ser salêd h'emû r'ik'inyata. Bipirse ji bavê xwe û ewê ter'a gilî ke, ji kalêd xwe û ewê ter'a bêjin.

[8] Gava Yê Herî Jorin milk' da mileta û zar'êd însên cude kir, ewî sînorêd mileta danîn, anegorî r'eqemêd zar'êd Xwedê .

[9] Lê p'ara Xudan cime'ta wî ye, Aqûb milk'ê warê wî ye.

[10] Ewî ew li ber'îyêda dît, li çol û besta guje-guj, ewî destê xwe dabû li ber wî û ew xweyî dikir, mîna r'onayîya ç'e'vêd xwe miqatî wî bû.

[11] Çawa teyrê sîmir' xweyîtîyê hêlûna xwe dike, li ser cûcûkêd xwer'a difir'e, p'er'ê xwe vedike wan hildide li ser baskêd xwe dibe.

[12] Xudan t'enê r'êberîya wî dikir, xwedêkî başqe t'evî Xudan t'unebû.

[13] Xudan ew danî li ser bilindcîyêd e'rdê, ewî berê zevîya dixwarin. Xudan ew bi hingiv ji qeyayê bi bizir ji qeya h'işk,

[14] bi r'ûnê dêwêr û şîrê pêz da mêjandin. Donê berxa, berana, gayêd Başanê, bizina, genimê lapî r'ind da wî. Te xûna tirîya, şerav vexwar.

[15] Yêşûrûn bez girt û da çifta. Te bez girt, k'ok bûyî û ji hev derk'etî. Xwedêyê tu çêkirî hişt û Qeyayê xilazbûna xwe t'exsîr kir.

[16] Bi xwedêyêd başqe hêlan dane k'umr'eşîya Xudan û bi k'irêtîya hêrsa wî r'akirin.

[17] Qurban dikirin cinar'a ne ku Xwedêr'a, xwedêyêd ku nas nedikirin, yêd nû pêşda hatî, ji k'îjana ku kal-bavêd te xof nedikirin.

[18] Te Qeyayê tu welidandî hişt, te Xwedêyê tu pêşda anîyî bîr kir.

[19] Xudan dît û t'exsîr kir bona ku qîz û kur'êd Xudan ew hêrs xistin.

[20] Û got: ‹Ezê r'ûyê xwe ji wan veşêrim, xilazîya wan binihêr'im, çimkî ew nisilekî xalifî ye, zar'êd bê amin in.

[21] Wana bi ne xwedêya hêlan dane k'umr'eşîya min, bi tiştêd xweye p'ûç' hêrsa min r'akirin. Ezê jî bi ne mileta hêlana bidime wan, bi miletekî bê fe'm ezê hêrsa k'umr'eşîya wan r'akim.

[22] Çimkî alava hêrsa min pê k'et, ewê h'eta k'ûrayîya Dîyarê Mirîya bişewitîne, dinyayê û berêd wê wê h'ûfî xwe ke û alav-agir wê h'îmê ç'îya k'eve

[23] Ezê bela li ser wan qûç' kim, tîrêd xwe li ser wan r'et kim.

[24] Bir'çîbûnê wan bimaşîne, t'ayê wan bixwe û usa jî nexweşîya h'ale xirab. Qîlê r'e'wira ezê bişînime li ser wan û usa jî je'ra şûlikîyêd axêda.

[25] Derva şûrê wan bibir'e hindur'da jî xof, qîz û kur'a şîrxur û kalê extyar.

[26] Min got: «Ezê qir'a wan bînim, ji nava merivada bîranîna wan r'esît kim»,

[27] lê ez ji qerfê dijmin tirsîyam, ku dijmin nefikirin û nebêjin: «Destêd me ew alt' kirin, ne ku Xudan ev h'emû tişt kir»›.

[28] Çimkî Îsraêl miletekî çelqyayî ye, fe'mê wî t'uneye.

[29] Heger ew serwaxt bûna ev yek wê tê derxistana, wanê fe'm bikira çi wê bê serê wana.

[30] Dijminek wê çawa bida pey h'ezara û duduyê berî dehe h'ezarî din, heger Qeyayê Îsraêl ew nefirota, heger Xudan ew neda destêd dijminêd wan.

[31] Çimkî qeyayê wan ne mîna Qeyayê me ye, dijminêd me xwexa wê yekê fe'm dikin.

[32] Çimkî dara wane tirîyê ji ya Sodomê ye, ji baxçê Gomorayê ye. Tirîyêd wan tirîyê je'rdadayî ne gûşîyêd wan te'l in.

[33] Şerava wan je'ra me'ra ye, je'ra zulme tîreme'ra ye.

[34] T'ivdîra min li cem min veşartî, xizna minda morkirî nîne?

[35] H'eyfhildan ya min e, ezê hilînim, gava nigê wan bilik'ume, çimkî r'oja wan e qeda nêzîk e û zûtirekê wê li ser wanda bigire.

[36] Xudan wê heqîyê li cime'ta xwe bike, û r'e'mê li xulamêd xwe bike, gava ew bibîne ku destê wan sist bûye, ne girtî mane ne jî aza mane.

[37] Xudanê bêje: «K'anêne xwedêyêd wan, qeyayê ku wan gumana xwe dabû ser?

[38] Yêd ku bezê qurbanêd wan dixwarin, şerava dîyarîyêd wan vedixwarin? Bira ew r'abin û alî wan bikin, bira bona we bibine mert'al».

[39] De niha binihêr'in wekî EZ, EZ IM , t'une xwedê pêştirî Min. Ez dikujim, ez jî sax dikim, min lêda ezê jî qenc kim, t'u kes ji destê min xilaz nake.

[40] Awa ez destê xwe ber bi e'zmên bilind dikim û dibêjim: «Çawa ku ez h'eta-h'etayê heme

[41] usa jî gava ez şûrê xweyî biriqî tûj kim destê minê dest bi dîwanê bike, hingê ezê h'eyfê ji dijminêd xwe hildim, û yêd dijenine min weke e'melêd wan bidime wan.

[42] Ezê tîrêd xwe bi xûnê serxweş kim û şûrê min wê goşt bixwe, bi xûna kuştîya û girtîya, bi serêd serwêrêd dijmin»›.

[43] E'zmanno şa bin t'evî wî! H'emû milyak'et ber Xudan ta bin. Çimkî ewê h'eyfa xûna xulamêd xwe hilde, ewê h'eyfê ji dijminêd xwe hilde, ewê bona e'rdê xwe û miletê xwe gunek'ewandinê bike».

[44] Mûsa t'evî Yêşûyê kur'ê Nûn hat û h'emû xeberêd vê stiranê bi dengê bilind gote cime'tê.

[45] Gava Mûsa h'emû ev xeberêd ku gote t'emamîya Îsraêl ser hevda anîn,

[46] ewî gote wan: «Ez îro h'emû van xebera e'lamî we dikim, wan bikine dilê xwe. Li zar'êd xwe e'mir bikin wekî h'emû xeberêd vê qanûnê r'ind xwey kin biqedînin.

[47] Çimkî ev ne xebera badîhewa ye bona we, lê ew e'mirê we ye. Bi wê xeberê e'mirê weyê dirêj be li ser wî e'rdî ku hûn Ûrdunêr'a derbaz dibinê xwer'a bikine milk'».

[48] Xût wê r'ojê Xudan Mûsar'a xeber da û got:

[49] «Hilk'işe li ser bilindcîyêd Abarîmê li ser ç'îyayê Nebo k'îjan ku welatê Mowabda ye, pêşberî Erîhayê. Û dîna xwe bide welatê Kenanê, k'îjanî ku ez didime zar'êd Îsraêl lê war bin.

[50] Û li ser wî ç'îyayê ku tê hilk'işî bimire, her'e t'evî kal-bavêd xwe be, çawa Harûnê birê te li ser ç'îyayê Hor mir û çû t'evî kal-bavêd xwe bû.

[51] Çimkî we her duya li nava zar'êd Îsraêl li ber avêd Mêrîbah-Qadêşê , ber'îya Sînda guhdarîya min nekir û nava zar'êd Îsraêlda pîrozîya min neda k'ifşê.

[52] Tê ewî e'rdî ber xwe bibînî lê nak'evî wir, ew e'rdê ku ez didime zar'êd Îsraêl».

Qanûna Ducarî — Chapters