[1] Îsraêl, bibihê niha qeyde-qanûn û qirarêd ku ez we hîn dikim wekî wan biqedînin. Bi vî awayî hûnê bijîn û her'ine wî e'rdê ku Xudan Xwedêyê kal-bavêd we wê bide we ku wî xwer'a bikine milk'.
[2] Ez çi li we e'mir dikim, ji wê ne zêde kin, ne jî kêm kin, lê qanûnêd Xudan Xwedêyê we ku ez li we e'mir dikim xweyî kin.
[3] Ç'e'vêd we dîtin ku Xudan çi kir Bae'l-P'ihorêda . H'emû merivêd ku pey Bae'l-P'ihor çûn Xudan Xwedêyê te ew ji nava te unda kirin,
[4] lê we ku xwe Xudan Xwedêyê xwe girtîye t'emam jî h'eta niha sax in.
[5] Binihêr'e min hûn hînî qeyde-qanûn û qirara kirin, çawa ku Xudan Xwedêyê min li min e'mir kiribû, wekî hûn li wî e'rdîda jî bik'ar bînin, k'îjanî hûnê bik'evinê xwer'a bikine milk'.
[6] Xweyî kin û biqedînin, çimkî ev e bîlantî û serwaxtîya weye li ber ç'e'vê mileta. Ewê ku van h'emû qeyde-qanûna bibihên wê bêjin: R'astî ev cime'ta bîlan û serwaxt e, miletekî mezin e.
[7] Çimkî k'îjan miletê mezin e ku xwedêyê wan aha nêzîk e, çawa Xudan Xwedêyê me, wextê her gazîya me?
[8] Yan qeyde-qanûnêd, qirarêd k'îjan miletê mezin r'ast in, mîna t'emamîya van hînkirina k'îjan ku ez îro datînime li ber we?
[9] T'enê haş ji xwe hebe, miqatî nefsa xwe be wekî tu wan tişta bîr nekî, k'îjan ku te bi ç'e'vêd xwe dîtin. Ew t'emamîya r'ojêd e'mirê teda ji dilê te derneyên, wan bigihîne zar'êd xwe û zar'ê zar'êd xwe.
[10] Bîr bîne ew r'oja ku tu li H'orêbê ber Xudan Xwedêyê xwe sekinîbûyî, çaxê Xudan gote min: Cime'tê bicivîne cem min. Ezê xeberêd xwe wanr'a bêjim, wekî ew hîn bin ji min bitirsin h'emû r'ojêd ku ew li ser dinê bijîn, usa jî zar'êd xwe hîn kin.
[11] Û hûn nêzîk bûn binat'ara ç'îyê sekinîn, ç'îya jî agir pê k'etibû û alav digihîşte k'ûraya e'zmên, te'rîstanî, e'wrayî û şever'eş bû.
[12] Xudan ji nava agirda t'evî we xeberda. We dengê gotina wî bihîst, lê dilqê wî ne dît, t'enê deng dibihîst.
[13] Xwedê peymana xwe, awa gotî her dehe t'emî weva e'yan kirin. Ew li ser du selêd kevirî nivîsîn û t'emî da we ku wan xwey kin.
[14] Wê hingê Xudan li min e'mir kir ku ez we hînî wan qeyde-qanûn û qirara kim, bona ku li wî welatîda jî biqedînin k'îjanî ku hûnê derbaz bin xwer'a bikine milk'.
[15] We t'u dilq nedît wê r'oja ku Xudan li H'orêbê ji nava êgirda wer'a xeberda. Haş ji xwe hebin
[16] ku hûn neşih'itin û xwer'a p'ûta t'u cûr'eyî, dilqê mêr yan jinêda çênekin.
[17] Ne jî dilqê t'u h'eywanê li ser e'rdê, ne dilqê t'u teyredê xweyîbaske bin p'er'ê e'zmênda ku difir'e,
[18] ne dilqê t'u şûlikîyê li ser e'rdê, ne jî dilqê t'u me'sîyê avêye binê e'rdêda çêkî.
[19] Nebe ku tu serê xwe bilindkî jor li e'zmên, te'vê, hîvê, steyrka û t'emamîya nexşêd e'zmên binihêr'î û bêyî xapandinê, li ber wan ta bî û wanr'a xulamtîyê bikî, çimkî Xudan Xwedêyê te ew bona t'emamîya miletêd bin p'er'ê e'zmênda k'ifş kirine.
[20] Lê çi dimîne bona we, Xudan hûn ji nava fir'na h'esinî, awa gotî ji Misirê derxistin, wekî hûn bibine miletê p'ara wî, mîna r'oja îroyîn.
[21] Xudan bona kirêd we hêrsa xwe li min r'akir û sond xwar, wekî ez ji Ûrdunê derbaz nabim, nak'evime e'rdê qencî ku Xudan Xwedêyê te çawa war dide te.
[22] Ezê li vî e'rdî bimirim, ji Ûrdunê derbaz nabim, lê hûnê derbaz bin û li wî e'rdê qenc xwer'a bikine milk'.
[23] Haş ji xwe hebin, wekî hûn peymana ku Xudan Xwedêyê we t'evî we girêda, bîr nekin. Xwer'a p'ûta dilqê t'u tiştîda çênekin, çi ku Xudan Xwedêyê te îzin ne da te.
[24] Çimkî Xudan Xwedêyê te agirê p'er'itandinê ye, ew Xwedêkî k'umr'eş e.
[25] Gava ter'a zar' bibin û zar'êd zar'a bibin, dirêj li ser wî e'rdî bijîn, p'eyr'a hûn bişih'itin xwer'a p'ûta dilqê tiştekîda çêkin û xirabîyê li ber Xudan Xwedêyê xwe bikin, hûnê hêrsa wî r'akin,
[26] ez îro gazî e'rd û e'zmên dikim çawa şe'de miqabilî we, hûnê zûtirekê betavebin li ser e'rdê ku hûnê Ûrdunêr'a derbaz bin her'in xwer'a bikine milk'. Hûnê li ser wê dirêj nemînin lê hûnê bêne r'aqetandinê.
[27] Û Xudan wê we li nava miletada bela-belayî ke, t'enê hinekê ji we nava miletêd ku Xudanê we bibe bimînin.
[28] Wê derê hûnê wan xwedêyar'a qulix kin, k'îjan ku bi dara, kevira bi destêd meriva çêkirî ne. Yêd ku ne dibînin, ne dibihên, ne dixwin û ne jî bînê hildidin.
[29] Lê gava tu li wir demana Xudan Xwedêyê xweda bî, heger bi t'emamîya dilê xwe û bi t'emamîya nefsa xwe wî biger'î, tê wî bibînî.
[30] Çaxê tu tengasîyada bî û r'ojêd axirîyêda ev h'emû tiştana bêne serê te, tê veger'î li cem Xudan Xwedêyê xwe û tê gur'a wî bikî.
[31] Çimkî Xudan Xwedêyê te, Xwedêyê r'e'me e, ew te nahêle, te unda nake û peymana t'evî kal-bavêd te girêdayî bîr nake, bona k'îjanî Xwedê wanr'a sond xwarîye.
[32] K'a bona wan we'dêd berî xwe bipirse, ji wê r'ojêda ku Xwedê însan li ser e'rdê xuliqandîye, bin p'er'ê e'zmênda mîna evê kirina mezin qet qewimîye, yan hatîye bihîstinê?
[33] Qet miletekî dengê Xwedê ji nav agirda ku xeber dide bihîstîye, çawa ku te bihîst û sax mayî?
[34] Yan xwedêkî kirîye ku bê û xwer'a miletkî ji nava miletê din hilde, bi cêr'ibandina, nîşana, k'eremeta, şêr', bi destê zor û zenda dirêjkirî, bi xofa mezin, mîna h'emû tiştê ku Xudan Xwedêyê we bona we Misirêda li ber ç'e'vê te kir?
[35] Ter'a hatibû dayînê ku tu bibînî, wekî tu bizanibî ku Xudan, Xwedê ye û pêştirî wî xwedê t'une.
[36] Ewî ji e'zmên da ku tu dengê wî bibihêyî, wekî te şîret ke, li ser e'rdê jî agirê xweyî mezin nîşanî te kir, te xeberêd wî ji nava êgirda bihîstin.
[37] Çimkî ewî kal-bavêd te h'iz kirin û zur'eta wan paşî wan bijart, ewî xwexa tu ji Misirê bi qewata xweye mezin derxistî.
[38] Wekî berî mileta de ji ber ç'e'vê te ku ji te mestir û qewattir in, te derbaz ke û e'rdêd wan çawa milk' bide te, mîna r'oja îroyîn.
[39] Îro nas ke û dilê xweda xwey ke: Ku Xudan e Xwedê, jor li e'zmên, jêr li ser e'rdê yekî din t'uneye.
[40] Qeyde-qanûn û e'mirêd wî xwey ke, k'îjana ku ez îro e'mirî li te dikim, wekî bona te qenc be, pey ter'a jî bona kur'êd te, usa jî e'mirê te dirêj be li ser e'rdê ku Xudan Xwedêyê te dide te h'eta-h'etayê».
[41] Hingê Mûsa sê bajar wî alî Ûrdunê alîyê r'ohilatê başqe kirin,
[42] wekî mêrkujê ku yekî bê h'emdê xwe bikuje bir'eve li wir. Heger dijminatî nava wanda qet t'unebûye, bira ew bir'eve ji van her sê bajara yekî ku sax bimîne :
[43] Besera ber'îyêda li deşta ç'îyê bona r'ûbênîya be, Ramot'a Gîle'dêda bona gadîya û Golana Başanêda bona minaşîya be.
[44] Ev e hînkirina ku Mûsa gote zar'êd Îsraêl.
[45] Ev in ew şe'detî, qeyde-qanûn û qirarêd ku Mûsa gote zar'êd Îsraêl pey ji Misirê derk'etina wanr'a,
[46] alîyê r'ohilata Ûrdunê newala pêşberî Bêt'-P'ihorê e'rdê Sîxonê p'adşê emorîyada ku H'eşbonê dima, k'îjan ku Mûsa û zar'êd îsraêlîya bindest kirin, pey ji Misirê derk'etina wanr'a.
[47] Û wana e'rdê wî û e'rdê Ogê p'adşê Başanê, du p'adşêd emorîya wî alî Ûrdunê alîyê r'ohilatê zeft kirin:
[48] Ji E'rohêra devê sêlafa Arnonê h'eta ç'îyayê Sîryonê, awa gotî Hermonê,
[49] t'evî t'emamîya E'rabayê wî alî Ûrdunê alîyê r'ohilatê, h'eta Be'ra E'rabayê berp'ala Pîsgayê.