Skip to content
Opens in a new window

[1] Meha Abîbê xweyî ke û Cejina Derbazbûnê Xudan Xwedêyê xwer'a bike, çimkî meha Abîbêda Xudan Xwedêyê te şev tu ji Misirê derxistî.

[2] Ji pez û dewarê xwe Xudan Xwedêyê xwer'a Cejina Derbazbûnê serjêke, li wî cîyê ku Xudanê bibijêre wekî navê xwe lê dayne.

[3] T'evî wê t'u tiştê hevîrtir'şkkirî nexwe, h'eft r'oja t'evî wê nanê şkeva bixwe, awa gotî nanê zelûlîyê, çimkî tu leze-lez ji Misirê derk'etî. Wekî h'emû r'ojêd e'mirê xweda, r'oja xweye ji welatê Misirê derk'etinê bîr bînî.

[4] Li nava t'emamîya sînorê teda h'eft r'oja gerekê hevîrtir'şk t'unebe û goştê qurbana êvara r'oja yekê bira nemîne h'eta sibehê.

[5] Tu nikarî qurbana Derbazbûnê t'u bajarîda ku Xudan Xwedêyê te dide te serjêkî.

[6] Lê t'enê li wî cîyî ku Xudan Xwedêyê te wê bibijêre wekî navê xwe lê dayne, êvarê, çaxê r'o diçe ava, qurbana Derbazbûnê serjêke, xût wî wextî gava tu ji Misirê derk'etîyî.

[7] Li wî cîyî ku Xudan Xwedêyê te wê bibijêre, bipêje û bixwe. Sibehê veger'e her'e konê xwe.

[8] Şeş r'oja nanê şkeva bixwe, r'oja h'efta civîna Xudan Xwedêyê te ye, t'u xebatê neke.

[9] H'eft h'eftîya xwer'a bijmire. Ji wî wextê ku tu dest pê bikî bi de'sê genim bidirûyî, h'eft h'eftîya bijmire.

[10] Hingê Cejina H'eftîya Xudan Xwedêyê xwer'a bike, dîyarîke r'ezedilîyê anegorî wê yekê bi çi Xudan Xwedêyê te wê te bimbarek ke bide.

[11] Li ber Xudan Xwedêyê xwe li wî cîyê ku Xudan Xwedêyê te wê bibijêre, wekî navê xwe lê dayne, şa be t'evî kur'ê xwe, qîza xwe, xulamê xwe, carîya xwe, lêwîyê bajarêd xweda, xerîb, sêwî û jinebîya ku nava teda ne.

[12] Bîr bîne ku tu Misirêda xulam bûyî, van qeyde-qanûna xwey ke û biqedîne.

[13] Gava ji bêdera xwe û ji h'ewzê xwe şeravê hildî, hingê Cejina H'olikçêkirinê h'eft r'oja bike.

[14] Cejina xweda tu, kur'ê xwe, qîza xwe, xulamê xwe, carîya xweva, lêwî, xerîb, sêwî û jinebîya ku bajarêd teda ne şa be.

[15] H'eft r'oja cejinê Xudan Xwedêyê xwer'a bike, li wî cîyê ku Xudan Xwedêyê bibijêre. Çimkî Xudan Xwedêyê te wê dua li te, h'emû deremetêd te, her kirinêd destêd te bike û tê t'enê şa bî.

[16] Salê sê cara bira h'emû qisimê teyî nêrîn li ber Xudan Xwedêyê te li wî cîyê ku Xudanê bibijêre, bisekinin: Cejina Nanê Şkevada, Cejina H'eftîyada û Cejina H'olikçêkirinêda. Lê bira dest vala li ber Xudan nesekinin.

[17] Çiqas ku destê her kesîva tê bira bîne, anegorî bimbarekkirina ku Xudan Xwedêyê te bona te kirîye.

[18] Li nava h'emû bajarêd ku Xudan Xwedêyê te dide te anegorî qebîlêd te, h'akima û serwêra k'ifş ke, wekî bi dîwana r'ast dîwana milet bikin.

[19] Heqîyê net'er'ibîne, firqîyê daneyne û r'uşetê hilnede, çimkî r'uşet ç'e'vê bîlana kor dike û gotinêd r'asta derew derdixe.

[20] R'astîyê, t'enê pey r'astîyê her'e, wekî tu sax-silamet bî û ew e'rdê ku Xudan Xwedêyê te dide te xwer'a bikî milk'.

[21] Li ber gorîgeha Xudan Xwedêyê xwe ku tê xwer'a çêkî, t'u cûr'e darêd Aşêrahê xwer'a daneç'ikînî.

[22] Û xwer'a h'eykel nede sekinandin, ew li ber Xudan Xwedêyê te r'eş e.

Qanûna Ducarî — Chapters