Skip to content
Opens in a new window

[1] Gava tu derêyî şêr' miqabilî dijminêd xwe, hesp, e'reba û miletê ji xwe gelektir bibînî, ji wan netirse, çimkî Xudan Xwedêyê te yê ku tu ji welatê Misirê hevraz derxistî t'evî te ye.

[2] Gava ku hûn dest bi şêr' bikin bira k'ahîn bê cime'têr'a xeber de û

[3] bêje wan: ‹Bibihê Îsraêl! Îro hûnê miqabilî dijminêd xwe r'abine şêr', li ber wan bira dilê we sist nebe, netirsin, nebizdin û li ber wan nelerizin.

[4] Çimkî Xudan Xwedêyê we t'evî we tê ku alîyê we miqabilî dijminêd we şer' ke û we xilaz ke›.

[5] Serwêr jî bira cime'têr'a xeber din û bêjin: ‹Heye merî ku mala nû çêkirîye û hê nek'işîyayê? Bira her'e veger'e mala xwe, wekî ew şêr'da nemire û yekî din bik'işe mala wî.

[6] Û heye merî ku baxê tirîya daç'ikandîye, lê hê jê hilnedaye? Bira veger'e her'e mala xwe, wekî ew şêr'da nemire û yekî din ji baxê wî hilnede.

[7] Yan heye merî ku nîşankirî ye, lê hê dergîstî ye? Bira veger'e her'e mala xwe, wekî ew şêr'da nemire û yekî din dergîstîya wî nestîne›.

[8] Bira serwêr dîsa t'evî cime'tê xeberdin û bêjin: ‹Heye merîyê tirsonek û dil sist, bira veger'e her'e mala xwe, wekî ew dilê birayêd xwe mîna dilê xwe sist neke›.

[9] Gava serwêr xeberdana t'evî cime'tê xilaz kin, hingê bira sereskera li ser cime'tê k'ifş kin.

[10] K'engê tu nêzîkî bajarekî bî ku wî zeft kî, e'dilayê dayne ber wî.

[11] Heger ew caba e'dilaya te bide û derî li ber te veke, hingê bira h'emû cime'ta wî bajarîda bibe xercdar û xulamê te.

[12] Lê heger ew e'dilayîyê nexwaze û miqabilî te şer' ke, dora wî bigire

[13] û k'engê Xudan Xwedêyê te wî bide destê te hingê h'emû mêra bide ber devê şûr.

[14] T'enê jin û zar'a, h'eywên, h'emû çi ku bajêrda hebe, h'emû t'alanê wî hilde xwer'a. T'alanê dijminêd xwe, k'îjan ku Xudan Xwedêyê te da destê te bide xebatê.

[15] Aha bîne serê h'emû bajarêd gelekî dûrî xwe, k'îjan ku ne ji bajarêd van mileta ne.

[16] Li bajarêd van miletada, yêd ku Xudan Xwedêyê te war dide te, t'u bînberî sax nehêlî.

[17] Lê k'oka wan bîne ku nifir'ê Xudan bê sêrî: H'îtîya, emorîya, kenanîya, pirîzzîya, h'îwîya û yebûsîya, çawa ku Xudan Xwedêyê te li te e'mir kir.

[18] Wekî ew we hînî kirina wan h'emû k'irêtîya nekin, k'îjan ku wan xwedêyêd xwer'a dikir, ku nebe hûn li ber Xudan Xwedêyê xwe guna bikin.

[19] Heger tu we'dekî dirêj li dora bajarekî bigirî, ku şer' kî û zeft kî, darêd wî nebir'î, balt'e li wan nexî çimkî tê ji wan bixwî, awa wan nebir'î. Dara çolê t'u meriv e, ku ew ji te bir'eve bik'eve bajarê, ku te dorê girtîye?

[20] Lê ji wan darêd ku tu zanî wekî ew berê xwarinê nadin, wan dikarî bişkênî, bibir'î. Û çi ku bona dorgirtina bajarê ku tu miqabilî şer' dikî lazim e çê ke, h'eta ku tu ser wan k'evî.

Qanûna Ducarî — Chapters