[1] H'emû e'mirêd ku ez îro li we dikim, bikin ku wan biqedînin, wekî hûn sax-silamet bin, li hev zêde bin her'in wî e'rdî war bin, bona k'îjanî Xudan kal-bavêd wer'a sond xwar.
[2] Bîr bîne t'emamîya r'îya ber'îyêda, k'îjanîda Xudan Xwedêyê te eva çil sale ku te dibe, bona ku te ta ke, bicêr'ibîne, wekî bizanibe çi dilê teda heye, k'a tê e'mirêd wî biqedînî yan na.
[3] Ewî tu ta kirî, bir'çî hiştî û mana tu dayî xwarinê, k'îjan ne te zanibû çîye ne jî kal-bavêd te. Wekî teva e'yan ke ku însan t'enê bi nên najî, lê bi her tiştê ku ji devê Xudan derdik'eve dijî.
[4] Eva çil sal e ne k'incê li ser te maşîyan, ne jî nigê te werimîn.
[5] Dilê teva bira e'yan be, wekî çawa ku meriv zar'ê xwe hiltê, usa jî Xudan Xwedêyê te li te hiltê.
[6] E'mirêd Xudan Xwedêyê xwe biqedînî, r'îyêd wîda her'î û ji wî bitirsî.
[7] Çimkî Xudan Xwedêyê te, te dibe e'rdê qenc, e'rdê ku cewêd ava, kanîya û avêd bine'rd li ç'îya û newala dertên,
[8] e'rdê t'ijî genim, cehe, baxê tirîya, hêjîra, h'inara, e'rdê bizirê zeyt'ûnê û hingiv.
[9] E'rdê ku tê nanê xwe bê minet bixwî, li wir kêmasîya t'u tiştî tê nebînî, kevirêd wî e'rdî t'ijî h'esin in, ji ç'îya tê sifir derxî.
[10] Tê bixwî û t'êr bî, Xudan Xwedêyê xwe tê bimbarek kî, bona e'rdê qenc, k'îjan ku wî da te.
[11] Haş ji xwe hebe tu Xudan Xwedêyê xwe bîr nekî. E'mir, qirar û qeyde-qanûnêd wî, ku ez îro li te e'mir dikim net'er'ibînî.
[12] Heger na, gava tu t'êr bixwî, malêd bedew çêkî û wanda bijîyî,
[13] pez û dewarêd te zêde bin, zêr' û zîvê te zêde bin, her tiştîda xinê bî,
[14] hingê dilê teyê babax be tê Xudan Xwedêyê xwe ku tu ji welatê Misirê, ji mala xulamtîyê derxistî bîr bikî.
[15] Xudan tu ber'îya mezin û xofr'a derbaz kirî, k'îderê me'rê je'rdadayî û dûpişk in. Ji e'rdê h'işkî bê av, ji qeyayê qewîn ter'a av derxist.
[16] Ber'îyêda bi manayê tu t'êr kirî, k'îjan ku kal-bavêd te nizanibûn ew çîye. Ku te ta ke û bicêr'ibîne wekî xilazîyê ter'a qencîyê bike.
[17] Dilê xweda nebêjî: Qewata min û zorayîya destêd min eva hebûka minr'a qazinc kirine.
[18] Lê Xudan Xwedêyê xwe bîr bîne, çimkî ew qewatê dide te ku hebûkê qazinc kî, wekî peymana xweye ku wî kal-bavêd ter'a sond xwar biqedîne, mîna r'oja îroyîn.
[19] Heger tu Xudan Xwedêyê xwe bîr bikî û pey xwedêyêd başqe her'î, wanr'a qulix kî û ber wan ta bî, ez îro e'lamî we dikim ku e'se wê qir'a we bê.
[20] Çawa ew miletêd ku Xudan ber we qir' dike usa jî hûnê bêne qir'kirinê, wekî gur'a Xudan Xwedêyê xwe nekin.