[1] Wê hingê Xudan gote min: Xwer'a du selêd kevirî mîna yê berê bit'er'işîne û hilk'işe serê ç'îyê cem min, usa jî sindoqeke darîn çêke.
[2] Û ezê li ser sela, wan xeberêd ku li ser selêd pêşîyêye ku te şkênandin binivîsim û wan bike hindur'ê sindoqê.
[3] Hingê min sindoq ji dara darcêwîyê çêkir, du selêd kevirî mîna yê berê t'er'işandin û ew her du sel destêd minda hilk'işîyame serê ç'îyê.
[4] Ew dehe t'emîyêd ku Xudan li serê ç'îyê ji nava êgirda r'oja civatê gote we, ewî ew li ser sela nivîsîn, çawa ku berê nivîsîbû. Xudan ew dane min
[5] û ez veger'îyam ji ç'îyê hatime xarê. Sel kirine hindur'ê sindoqa mine çêkirî, ew li wir man çawa ku Xudan li min e'mir kir.
[6] (Hingê zar'êd Îsraêl ji Bêrot'-Binê-Yahakanê çûne Mosêrayê. Li wir Harûn mir û wir hate definkirinê, dewsa wî Êlazarê kur'ê wî bû k'ahîn.
[7] Ji vir çûne Gûdgodahê, ji Gûdgodahê çûne Yotbat'ayê e'rdê nixalêd ava.
[8] Wî çaxî Xudan qebîla Lêwî başqe kir ku Sindoqa Peymana Xudan bibin, li ber Xudan bisekinin, wîr'a qulix kin û bi navê wî bimbarek kin, h'eta r'oja îroîn.
[9] Lema p'ar û milk'ê Lêwî t'evî birayêd wî t'une. Xudan xwexa ye milk'ê wî, çawa ku Xudan Xwedêyê te gotibû wî .)
[10] Ez jî mîna berê çil r'oj û çil şevî li serê ç'îyê bûm. Vê carê jî Xudan dengê min bihîst û Xudan nexwest qir'a te bîne.
[11] Û Xudan gote min: R'abe r'êk'eve pêşîya miletva her'e, bira ew her'in e'rdê ku min kal-bavêd wanr'a sond xwar bidime wan, xwer'a bikine milk'.
[12] Xudan Xwedêyê te niha çi ji te dixwaze Îsraêl? Ew t'enê dixwaze ku tu ji Xudan Xwedêyê xwe bitirsî, h'emû r'îyêd wîda her'î, wî h'iz bikî û wîr'a qulix kî, bi t'emamîya dilê xwe û bi t'emamîya nefsa xwe,
[13] e'mir û qeyde-qanûnêd Xudan xweyî kî, k'îjan ku ez niha bona qencîya te li te e'mir dikim.
[14] E'zman û e'zmanê e'zmana, e'rd û h'emû çi li ser e yê Xudan Xwedêyê te ye,
[15] lê Xudan t'enê kal-bavêd te begem kirin, ew h'iz kirin, pey wanr'a jî zur'etêd wan bijartin awa gotî hûn, ji nava h'emû mileta, mîna r'oja îroyîn.
[16] Niha gur'a Xudan bikin û vir şûnda ser h'işk nîbin.
[17] Çimkî Xudan Xwedêyê we, ew Xwedêyê xwedêya ye, Xweyê xweya ye, Xwedêyê mezin, qewat û saw e. Firqîyê nake û r'uşetê jî hilnade.
[18] Ew heqîyê li sêwî û jinebîya dike, yê xerîb h'iz dike û wan nan û k'inc dike.
[19] Usa jî hûn xerîba h'iz bikin, çimkî hûn xwexa jî xerîb bûn welatê Misirêda.
[20] Ji Xudan Xwedêyê xwe bitirse, xulamtîyê wîr'a bike, xwe wî bigire û bi navê wî sond bixwe.
[21] Pesina bide wî, ew e Xwedêyê te, k'îjanî bona te ew kirêd mezin û h'eyre-h'ujmek'ar kirin, k'îjan ku te bi ç'e'vêd xwe dîtin.
[22] Bi h'eftê nefsî kal-bavêd te berjêrî Misirê bûn, lê niha Xudan Xwedêyê te, tu mîna steyrkêd e'zmên bê h'esab kirî.