Skip to content
Opens in a new window

[1] Ga yan berxa bi qusûr yan jî bi her cûr'e kêmasî, Xudan Xwedêyê xwer'a qurban nede, çimkî ew bona Xudan Xwedêyê te k'irêtî ye.

[2] Heger li nava teda, li nava bajarêd te yekîda, k'îjan ku Xudan Xwedêyê te dide te, mêrek yan jinek xirabîyê li ber ç'e'vê Xudan Xwedêyê te bike, peymana wî bit'er'ibîne,

[3] r'abe her'e xwedêyêd başqer'a qulix ke, li ber te'vê, yan hîvê, yan h'emû nexşêd e'zmên ta be ku Xwedê e'mir nekirîye,

[4] gava te pê bih'esînin yan tu bibihêyî, baş e'nene ke. Heger ew usa ye, r'ast e ew k'irêtî li nava Îsraêlda bûye,

[5] hingê wî mêrî yan wê jinê, k'îjanî ku ew xirabî kirîye, derxe li ber dergehêd xwe û bide li ber kevira, wekî ew bimire, heger mêr be yan jin be.

[6] Bi gotinêd du-sê şe'da yê hêjayî mirinê bê kuştinê. Bi gotina şe'dekî neyê kuştinê.

[7] Pêşîyê destê şe'da gere li ser wî bilind bin bikujin, paşê destê t'emamîya cime'tê. Bi vî awayî xirabîyê li nava xweda r'awva derxe.

[8] Gava pirsêd cûr'e-cûr'e qet'ilkirinê, yan hevr'ik'îyê, yan zîyankirinê nava bajarêd teda şer'-de'w pêşda bên û bona te ze'met be ku safî kî, hingê r'abe her'e li wî cîyê ku Xudan Xwedêyê te wê bibijêre.

[9] Her'e li cem lêwîyêd k'ahîn û h'akimê wan r'oja bipirse, ewê dîwana r'ast ter'a bêjin.

[10] Anegorî gotina wane ji wî cîyê ku Xudanê bibijêre bike, bike ku biqedînî h'emû çi ku ew nîşanî te bikin.

[11] Bi wê hînkirina ku ew te hîn kin û bi qirara ku ew ter'a bêjin bike. Ji wê xebera ku ewê bêjine te ne ç'ep dager'e ne jî r'ast.

[12] Lê merivê ku k'ubar be, gur'a k'ahînê ku li wir Xudan Xwedêyê ter'a qulix dike, yan gur'a h'akim neke bira ew meriv bê kuştinê. Bi vî awayî xirabîyê r'awva ji nava Îsraêl derxe.

[13] T'emamîya milet wê bibihê, bitirse û wir şûnda wê k'ubar nîbe.

[14] Gava tu her'î wî e'rdê ku Xudan Xwedêyê te dide te xwer'a bikî milk' û li wir bijîyî, tê bêjî: ‹Ezê mîna h'emû miletêd dora xwe p'adşa li ser xwe k'ifş kim›.

[15] P'adşê ku Xudan Xwedêyê te wê bibijêre wî li ser xwe k'ifş ke, ji nava miletê xwe, wî li ser xwe k'ifş ke. Tu nikarî xerîbekî, ku ne ji biratîya te ye, li ser xwe p'adşa k'ifş kî.

[16] T'enê bira ew xwer'a hespa zêde neke û milet veneger'îne Misirê bona zêdekirina hespa. Çimkî Xudan gote we: ‹T'u car îdî vê r'êyêda veneger'in›.

[17] Ne bira k'ulfet zêde ke, wekî dilê wî nexalife û ne jî bira zêr' û zîv xwer'a gelekî zêde ke.

[18] Gava ew r'ûnê li ser t'extê p'adşatîya xwe, bira ew xwer'a ji k'itêba van qanûna, k'îjan ku li cem lêwîyêd k'ahîna ye, k'itêbekê xwer'a ji ber wê binivîse.

[19] Bira ew li cem wî be û bira wê bixûne t'emamîya r'ojêd e'mirê xweda, wekî ew hîn be bitirse ji Xudan Xwedêyê xwe ku h'emû van xeberêd qanûnê, van qeyde-qanûna xweyî ke û biqedîne.

[20] Wekî dilê wî li ser birayêd wîr'a k'ubar nebe û ew ji vî e'mirî ne ç'ep dager'e ne jî r'ast. Bi vî awayî ew û kur'êd wî wê dirêj p'adşatîya xwe li nava Îsraêl bikin.

Qanûna Ducarî — Chapters