[1] Gava yek jinekê xwer'a bixwaze bizewice, peyr'a ser wê kêmasîkê bibîne û ewa li wî xweş neyê, bira k'axaza jinber'danê jêr'a binivîse bide destê wê û wê ji mala xwe derxe.
[2] Heger jin jî ji mala wî derk'eve her'e û mêrekî din bistîne,
[3] li wî mêrî jî xweş neyê, ew jî k'axaza jinber'danê jêr'a binivîse bide destê wê û wê ji mala xwe derxe, yanê jî ew mêrê duda k'îjanî ew xwer'a xwest bimire,
[4] hingê mêrê wêyî pêşîyê, yê ku ew ber'dabû, nikare dîsa wê bistîne ku ew bibe jina wî, pey r'obetbûna wêr'a, çimkî eva yeka k'irêtî ye li ber Xudan. Neh'er'imîne e'rdê ku Xudan Xwedêyê te war dide te.
[5] Yê nû zewicî bira neçe eskerîyê û bira t'u borc neyê danînê li ser wî, bira ew salekê bona mala xwe aza be û bira jina xweye xwestî şa ke.
[6] Bira t'u kes ne destar' ne jî kevirê wêyî binî k'efîl hilnede, çimkî yê ku vê yekê dike ew nefsekê k'efîl hildide.
[7] Gava e'yan be wekî merivek ji birayêd xwe yekî îsraêlî bidize, wî bike xulam û bifiroşe, bira ew diz bê kuştinê. Bi vî awayî xirabîyê ji nava xweda r'awva derxe.
[8] Miqatî xwe be bona k'otîbûnê, çi ku k'ahînêd lêwî li we e'mir kin, qenc xwey kin û biqedînin, çawa ku min li wan e'mir kirîye qenc xwey kin.
[9] Bîr bîne Xudan Xwedêyê te r'êva çi anî serê Meryemê gava ku hûn ji Misirê derk'etin .
[10] Gava tu tiştekî deynî didî yekî din, nek'eve mala wî wekî k'efîl ji wî bistînî.
[11] Lê derê malê bisekine û ewê ku tu deynî didêyî bira ew xwexa k'efîl derxe derê malê.
[12] Heger ew merivekî k'esîb e, k'efîlê wî awa gotî p'otê wî hilnede r'anezê.
[13] Gava r'o diçe ava, tu e'se k'efîlê wî li wî veger'înî, wekî ew bi p'otê xwe p'alde r'azê. Hingê wê dua li te bike û ev yekê ter'a r'astî bê h'esabê li ber Xudan Xwedêyê te.
[14] Heger tu k'esîb-k'ûsîbê ji birayêd xwe, yan xerîbê li nava e'rd û bajarê xweda k'irê kî, wî neêşînî.
[15] Her r'oj berî r'oçûyînê heqê wî bidî, çimkî ew k'esîb e û nefsa wî heqva girêdayî ye, nebe wekî ew hewara xwe Xudan bîne bona te û gune li ser te be.
[16] Bav gere dewsa zar'a neyêne kuştinê, ne jî zar' dewsa bavê bêne kuştinê, her kes bona guneyê xwe gere bi kuştinê.
[17] Heqîya xerîb yan sêwî net'er'ibîne û k'inca jinebîyê k'efîl hilnede.
[18] Bîr bîne wekî tu xulam bûyî Misirêda, Xudan Xwedêyê te tu ji wir aza kirî, bona vê yekê ez li te e'mir dikim ku tu usa bikî.
[19] Gava tu zevîya xwe bidirûyî û gur'zekê li e'rdê xweda bîr bikî, paşda veneger'î ku wê hildî, bira ew bona xerîb, sêwî û jinebîyê be, wekî Xudan Xwedêyê te, nava her xebata destêd teda te bimbarek ke.
[20] Gava tu darêd xweye zeyt'ûnê dawşînî, cara duda dawneşînî, bira ew bona xerîb, sêwî û jinebîyê be.
[21] Gava tu tirîyê baxê xwe berev kî, peyr'a çi ku maye berev neke, bira ew bona xerîb, sêwî û jinebîyê be.
[22] Bîr bîne wekî tu li welatê Misirêda xulam bûyî, bona vê yekê ez li te e'mir dikim ku tu usa bikî.