[1] Bibihê Îsraêl! Îro tu Ûrdunêr'a derbaz dibî ku her'î û miletêd te mestir, te qewattir, bajarêd mezine h'eta e'zmên sûrkirî war bî.
[2] Miletê mezin û bilind, zar'êd enaqîya, te ew nas dikirin û bona wan te bihîstibû, ku tê gotin: K'ê wê ber zar'êd Enaqîya teyax ke?
[3] Lê tu îro bizanibe ku Xudan Xwedêyê te çawa agirê p'er'itandinê pêşîya teva diçe. Ewê wan unda ke, li ber te ta ke, tê berî wan dî û zûtirekî wan qir' kî, çawa ku Xudan gotibû te.
[4] Gava ku Xudan Xwedêyê te wan dûrî te xe, dilê xweda nebêjî: Bona r'astîya min Xudan ez anîme vî welatî lê war bim. Lê bona neheqîya van mileta Xudan berî wan dide.
[5] Ne bona heqîya te, ne jî r'astîya dilê te tu diçî welatê wan war bî. Lê Xudan Xwedêyê te bona neheqîya van mileta berî wan dide ji ber te û bona sozê xwe ku kal-bavêd te: Birahîm, Îshaq û Aqûbr'a sond xwaribû, bîne sêrî.
[6] Bizanibe! Xudan Xwedêyê te ne bona r'astîya te vî welatê qenc dide te ku lê war bî, çimkî tu miletekî serh'işk î.
[7] Bike bîra xwe û bîr neke ku te ber'îyêda çiqasî hêrsa Xudan Xwedêyê xwe r'akirîye. Ji wê r'oja ku tu ji welatê Misirê derk'etî h'eta hatina weye li vî cîyî hûn miqabilî Xudan bûn.
[8] Ber ç'îyayê H'orêbê we Xudan hêrs xist. Hêrsa Xudan li we r'abû usa ku wî xwest we qir' ke.
[9] Ez hilk'işîyame serê ç'îyê, wekî selêd kevirî, selêd peymana Xudan t'evî we girêda hildim. Hingê ez li serê ç'îyê çil r'ojî û çil şevî bê nan û bê av mam.
[10] Xudan ew her du selêd kevirîye ku bi t'ilîya Xwedê hatibûne nivîsarê dane min. H'emû xeberêd ku Xudan li serê ç'îyê ji nava êgirda r'oja civatê gotibû we, li ser wan bûn.
[11] Bi vî awayî xilazîya van çil r'oj û çil şevî Xudan ew her du selêd kevirîye peymanê dane min.
[12] Hingê Xudan gote min: R'abe zû ji vir peya be, çimkî cime'ta te, k'îjan ku te ji Misirê derxist, ji r'ê şih'itî. Ew zû ji wê r'îya ku min li wan e'mir kir xalifîn, wana xwer'a p'ût r'okir.
[13] Hingê Xudan minr'a xeber da û got: Min dît eva mileta, va ye ew miletekî serh'işk e.
[14] Bihêle ezê qir'a wan bînim, navê wan bin p'er'ê e'zmênda r'esît kim. Lê ji te miletekî wan qewattir û mestir pêşda bînim.
[15] Hingê agir ç'îyê k'etibû, ez veger'îyam her du selêd peymanêye kevirî destêd minda ji ç'îyê hatime xarê.
[16] Min dît va ye we ber Xudan Xwedêyê xwe gune kirîye, xwer'a p'ûtekî golikê r'okirîye. Hûn zû ji wê r'îya ku Xudan li we e'mir kir xalifîn.
[17] Min jî her du sel hildan, bi her du destêd xwe ew avîtin û li ber ç'e'vêd we hûrdexweşî kirin.
[18] Min dîsa mîna berê xwe avîte li ber Xudan, çil r'oj û çil şevî, min ne nan xwar ne jî av vexwar, bona h'emû gunêd we, bi k'îjana we xirabî li ber Xudan kir, hêrsa wî r'akir.
[19] Ez ji hêrs û xezeba Xudan tirsîyam, çimkî hêrsa wî li ser we r'abû û wî xwest we qir' ke. Lê vê carê jî Xudan dengê min bihîst.
[20] Û Xudan li ser Harûn gelekî hêrs k'et, xwest k'oka wî bîne, lê min hingê bona Harûn jî dua kir.
[21] Min gunê we, ew golika we çêkirî hilda û agirda h'eland. Peyr'a min ew şkênand û hûr-hûrî kir kire t'oz. Min ew t'oz r'eşande sêlafa ku ji ç'îyê dik'işîya.
[22] Li T'ave'rayê, Massahê û li Qîbrot-Hat'awayê jî we hêrsa Xudan r'akir .
[23] Hingê Xudan hûn ji Qadêş-Barnêayê şandin û got: Hevraz her'in û e'rdê ku ez didime we lê war bin. Lê hûn miqabilî gotina Xudan Xwedêyê xwe çûn û we bawerîya xwe wî ne anî û gur'a wî nekir.
[24] Ji wê r'ojêda ku min hûn nas kirine, hûn miqabilî Xudan in.
[25] Ez nava wî çil r'oj û çil şevîda dever'ûya k'etibûme li ber Xudan. Dever'ûya li ber Xudan k'etibûm çimkî Xudan dixwest qir'a we banîya.
[26] Min r'eca ji Xudan dikir û digot: Xudan Xweyê min! Miletê xwe, awa gotî warê xwe qir' neke, k'îjan te bi mezinayîya xwe xilaz kir û ji Misirê bi destê zor derxist.
[27] Bîr bîne xulamêd xwe Birahîm, Îshaq û Aqûb, dîna xwe nede serh'işkî, neheqî û gunê vî miletî,
[28] wekî nebe ew welatê ku te em ji nava wî derxistin, bêje: «Xudan nikaribû ew bibirana wî e'rdê ku wî soz dabû wan, lê ew ber ç'e'vê wî r'eş bûn, lema ew derxistin ku ber'îyêda bikuje».
[29] Lê ew miletê te ye, warê te, k'îjan ku te bi qewata xweye mezin û bi zenda xweye dirêjkirî derxist.