[1] Em veger'îyan çûne ber'îyê bi r'îya Be'ra Sor, çawa ku Xudan gotibû min. Em gelek r'oja dora ç'îyayê Sêhîrê dizivir'în.
[2] Xudan gote min:
[3] Bes e hûn dora vî ç'îyayî bizivir'in, veger'ine alîyê bakurê.
[4] Li milet e'mir ke û bêje: «Tê sînorê birayêd xwe, zar'êd Esawr'a ku li Sêhîrê dimînin derbaz bî. Ewê ji we bitirsin, lê hûn h'ewza xwe ji wan bikin.
[5] Xwe li wan nexin, çimkî ez ji e'rdê wan qet weke nigekî jî nadime we, çimkî min ç'îyayêd Sêhîrê çawa milk' da Esaw.
[6] Xurek û avê p'eretî ji wan bik'ir'in bixwin, vexwin.
[7] Çimkî Xudan Xwedêyê te h'emû şixulêd destêd te bimbarek kir. Ew haş r'êwîtîya te heye li vê ber'îya mezinda. Eva çil sal e ku Xudan Xwedêyê te t'evî teye û kêmasîya t'u tiştî te nedît».
[8] Bi vî awayî em ser birayêd xwe zar'êd Esawr'a ku li Sêhîrê diman derbaz bûn, em ji r'îya E'rabayê, Êlat û Esyon-Geberê dûr derbaz bûn. Em veger'îyan û r'îya ber'îya Mowabêda çûn,
[9] Xudan gote min: Xwe mowabîya nexe û t'evî wan neke şer', çimkî ji e'rdê wan nadime te, min E'r çawa milk' da zar'êd Lût .
[10] (Pêşîyê êmî li wir diman, miletekî qewat, bêh'esab û bejin bilind mîna enaqîya.
[11] Çawa enaqî, usa jî êmî r'ifayî dihatine h'esabê lê mowabîya wanr'a êmî digotin.
[12] Pêşîyê li Sêhîrê h'orî diman, lê zar'êd Esaw berî wan dan, ew qir' kirin û cî milk'ê wan ji wan standin, çawa ku Îsraêl serê wî e'rdî kir, k'îjan ku Xudan çawa milk' da wan.)
[13] Niha r'abin sêlafa Zeredêr'a derbaz bin! Û em sêlafa Zeredêr'a derbaz bûn.
[14] We'dê ku em ji Qadêş-Barnêayê r'êk'etin h'eta derbazbûna sêlafa Zeredêr'a sî û h'eyşt sal k'işand. H'eta ku t'emamîya nisilê şer'k'arêd nava zomêda mirin, çawa ku Xudan wanr'a sond xwaribû .
[15] Xudan jî destê xwe li ser wan bilind kiribû, wekî ji nava zomê qir'a wan bîne, h'eta ew t'emam mirin.
[16] Gava t'emamîya merivêd şer'k'ar ji nava milet mirin,
[17] Xudan gote min:
[18] Îro tu E'rêr'a sînorê Mowab derbaz dibî
[19] û nêzîkî zar'êd Amon dibî, xwe wan nexe û t'evî wan neke şer', çimkî ji e'rdê zar'êd Amon milk' nadime te, min ew çawa milk' da zar'êd Lût .
[20] (Ev jî e'rdê r'ifayîya tê h'esabê, pêşîyê r'ifayî li wir mane, lê amonîya li wanr'a zamzûmî dibêjin.
[21] Ew miletekî mezin, bêh'esab û bilind bû mîna enaqîya. Xudan ew ber ç'e'vê amonîya qir' kirin, amonîya berî wan dan û ew dewsa wan cî war bûn,
[22] çawa ku Xudan bona zar'êd Esaw kir, yêd ku li Sêhîrê dijîn. Xudan h'orî ber ç'e'vêd wan qir' kirin, zar'êd Esaw berî wan dan û milk'ê wan zeftî xwe kirin h'eta îro.
[23] Usa jî t'evî e'wwîyê ku gundêd nêzîkî Gazzayê diman qewimî bû. K'apt'orîyê ku ji K'apt'orê derk'etibûn ew qir' kiribûn û cî warê wan ji wan standibûn.)
[24] R'abin r'ê k'evin û sêlafa Arnonêr'a derbaz bin. Binihêr'in! Ez Sîxonê emorî p'adşê H'eşbonê û e'rdê wî didime destê te, t'evî wan bike şer' û destpêke e'rdê wan xwer'a bikine milk'.
[25] Îroda ezê destpêkim tirs û xofa te bikime li ser miletêd bin p'er'ê e'zmên. Yêd ku wê bona te bibihên li ber te wê bilerizin û bibizdin.
[26] Min ji ber'îya Qidêmotê bi xeberêd e'dilayê qasid şandine cem Sîxonê p'adşê H'eşbonê ku bêjin:
[27] Bihêle ku ez welatê teva derbaz bim, ezê t'enê r'îya serekeda her'im, ç'ep û r'ast daneger'im.
[28] Xurek û avê p'eretî bifiroşe min ezê bixwim, vexwim. T'enê bihêle ez derbaz bim,
[29] çawa zar'êd Esaw ku ser Sêhîrê dijîn û mowabîyê ku E'rê dijîn bona min kirin. H'eta ku ez Ûrdunêr'a derbaz nebime wî e'rdê ku Xudan Xwedêyê me dide me.
[30] Lê Sîxonê p'adşê H'eşbonê qayl nebû ku em welatê wîr'a derbaz bin, çimkî Xudan Xwedêyê te ew serh'işk kir û dilê wî kire kevir, wekî wî bide destê te, mîna r'oja îroyîn.
[31] Hingê Xudan gote min: Binihêr'e! Ez destpêdikim Sîxon û welatê wî didime destê te, destpêke zeft ke û e'rdê wî xwer'a bike milk'.
[32] Sîxon û h'emû cime'ta wî li Yahasê miqabilî me derk'ete şêr',
[33] lê Xudan Xwedêyê me ew da destê me, me ew, kur'êd wî û h'emû cime'ta wî qir' kirin.
[34] Hingê me h'emû bajarêd wî zeft kir, ew û bajarêd wî wêran kirin, ew t'am dîyarî Xudan kirin, mêr, jin û zar' qet yek sax ne hişt.
[35] T'enê me h'eywan xwer'a hilda û t'alanê ji bajarêd ku me zeft kiribûn.
[36] Ji E'rohêra devê sêlafa Arnonê û ji bajarê deştê, h'eta Gîle'dê bajar t'unebû ku me qewattir bûya. Xudan Xwedêyê me h'emû dane destê me.
[37] T'enê tu nêzîkî welatê zar'êd Amon ne bûyî, usa jî t'emamîya alîyê sêlafa Yaboqê t'evî bajarêd serê ç'îya û t'emamîya wan cîyêd ku Xudan Xwedêyê me îzin ne da me.