Skip to content
Opens in a new window

[1] Ev in ew e'mir, qeyde-qanûn û qirarêd ku Xudan Xwedêyê we e'mirî li min kirin ku we hîn kim, wekî wî welatîda k'îjanî ku hûn diçinê lê war bin biqedînin.

[2] Heger tu h'emû r'ojêd e'mirê xweda ji Xudan Xwedêyê xwe bitirsî, h'emû qeyde-qanûn û e'mirêd ku ez li te e'mir dikim, tu, kur'ê te û kur'ê kur'ê te biqedînin, hingê e'mirê teyê dirêj be.

[3] Bibihê Îsraêl û bike ku biqedînî, wekî ter'a qenc be û hûn gelekî li hev zêde bin, li ser e'rdê ku şîr û hingiv jê dik'işe, çawa ku Xudan Xwedêyê kal-bavêd te gotibû te.

[4] Bibihê Îsraêl! Xudan Xwedêyê me Xudanek e .

[5] Xudan Xwedêyê xwe h'iz bike, bi t'emamîya dilê xwe, bi t'emamîya canîya xwe û bi t'emamîya qewata xwe.

[6] Van xeberêd ku ez îro li we e'mir dikim bira dilêd weda bin.

[7] Zar'êd xwe qenc hînî van ke. Bona van xeber de, gava mala xweda r'ûniştî bî, yan r'êda bî, yan p'aldayî bî yan r'adibî.

[8] Û wan çawa nîşan li ser destê xwe girêde, usa jî bira ew li ser e'nîya te li navbera ç'e'vêd te bin,

[9] wan li ser r'exderîyêd mala xwe û dergehêd bajarê xwe binivîse.

[10] Çaxê Xudan Xwedêyê te, te bibe wî e'rdî, k'îjan ku Xudan kal-bavêd te Birahîm, Îshaq û Aqûbr'a sond xwar, ku bajarêd qenc û mezinva bide te, k'îjan ku te çênekirine,

[11] malêd her tiştîva t'ijî, ku te t'ijî ne kirine, bîrêd vedayî, ku te venedane, baxê tirîya û zeyt'ûnê, ku te daneç'ikandine, tê bixwî û t'êr bî.

[12] Haş ji xwe hebe, wekî tu Xudanê ku tu ji welatê Misirê, ji mala xulamtîyê derxistî bîr nekî.

[13] Xudan Xwedêyê xwe bitirse, wîr'a xulamtîyê bike, bi navê wî sond bixwe.

[14] Pey xwedêyêd başqeye miletêd dora xwe neçin,

[15] çimkî Xudan Xwedêyê ku nava teda ye, Xwedêyê k'umr'eş e. Nebe ku hêrsa Xudan Xwedêyê te li ser te r'abe û ew te ji ser r'ûyê e'rdê unda ke.

[16] Xudan Xwedêyê xwe necêr'ibînin, çawa ku we li Massahê ew cêr'iband.

[17] E'mirêd Xudan Xwedêyê xwe, şe'detîyêd wî û qeyde-qanûnêd wî, ku ewî li te e'mir kirin, qenc xweyî kin.

[18] Li ber ç'e'vê Xudan r'astîyê û qencîyê bike, wekî ter'a qenc be û tu her'î li wî e'rdê qenc war bî, bona k'îjanî Xudan kal-bavêd ter'a sond xwar

[19] ku h'emû dijminêd te wê ji ber te bêne r'aqetandinê, çawa ku Xudan got.

[20] Gava zar'êd te sibê ji te bipirsin, bêjin: ‹Me'na van şe'detî, qeyde-qanûn û qirara ku Xudan Xwedêyê me t'emî li we kirine, çi ne?›

[21] Hingê bêje zar'êd xwe: ‹Em Misirêda xulamê Firewin bûn, lê Xudan em bi destê zor ji Misirê derxistin.

[22] Xudan li Misirê, li ber ç'e'vêd me nîşan û k'eremetêd mezine qolayî anîne serê Firewin û t'emamîya mala wî.

[23] Lê Xwedê em ji wir derxistin ku me bibe wî e'rdî, bona k'îjanî ku wî kal-bavêd mer'a sond xwar ku bide me.

[24] Hingê Xudan li me e'mir kir ku h'emû van qeyde-qanûna xwey kin, ji Xudan Xwedêyê xwe bitirsin, wekî t'emamîya r'ojêd meda mer'a qenc be, me sax bihêle mîna r'oja îroyîn.

[25] Mer'a r'astî wê bê h'esabê, wekî em van h'emû e'mira li ber Xudan Xwedêyê xwe bikin ku biqedînin, çawa ku wî li me e'mir kir›.

Qanûna Ducarî — Chapters